facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO



Çavên xwe bigrin; bifikirin ku gava dibêjim Pîzza çi tê ber çavên we? Yê min hevirekî li gorî nanê tisî hebkî şêrin û li ser jî penêr, sucix, salam hwd.

Tu car li ser pizzayan meraqeke min a zêde çênebûye lê car caran min xwariye. Şaxên wan markayên mezin li Mêrdînê jî hene, mîsal Domino's, mîsal Pasaport Pizza. Li wan deran gava ez menuyê vedikim û dixwazim siparîşa pizzayê bidim, dibînim ku li gorî melzemeyan her diguhere navên pîzzayan. Ez hê li tiştekî cuda rast nehatime di vê meselê de, li Qezê pizzaya bi qelî û bi bacanên hişkkirî hatibû çêkirin, ya herî balkêş ew bû bo min. Xeynî wê; malzemeyên klasîk ên dikeve nav pîzzayan, hûn jî dizanin jixwe.

Lê gava em çûn Kafroyê, 2 menu hatin ber me, yek pizzayên her tim her demsal çêdibin, yek jî li gorî sebzeyên demsalê hatiye binavkirin û tê çêkirin.



Helbet dîrekt a li gorî sebzeyên demsalê hatiyê çêkirin bala min kiÅŸand. Me 2 pîzza xwestin, her du jî ji hev cûda bûn, me go em her duyan jî tahm bikin. PiÅŸtî ku me sîparîş da, ez çûm ber firneya ku hoste lê pîzza çêdike. 2 dolab tijî hevîr bû û tevî ku di kelekela danê nîvro de em çûbûn, gelek kes hatibûn pîzza bixwin. Li ser maseyên din, kesên ku ji Ewropa hatibûn hebûn. Li yekê jî 4 memûr rûniÅŸtibûn, ji bo navrojê hatibûn heya Kafroyê . Gundê Kafroyê, gundekî Suryanan e û ji navenda Midyadê 12 km dûr e, welle xelk ji zikê xwe hez  dike 😂 Em jî bi taybetî ji Qoserê rabibûn û hatibûn. Min ji hoste re go "Gelo îzna te heye ku te temaÅŸe bikim û çend fotoyan bigrim?" go "Tu û kêfa xwe", mala wî ava :)




pîzza çêbû û hat ber me. Min Pizza De Helanzane ( heheeyyyt tîpek di nav navê te bûma :) ) xwest. Di ya min de sebzeyên demsalê ( kundir, bacanên reş, isotê sor ) û goştê mirîşkan hebû û li ser jî yên soskirî hebûn, ew sebzeyan pir bala min kişand û min ew xwestibû .



Erê Pizza De Helanzane ;

Ji ber ku li zaningehê jî li ser nên me gelek ders dîtîbûn, gava min perçeyek rahêşt destê xwe û tekstûra wî nanî dît, min go "Helal be, çi xweÅŸ hatiye hêvankirin/mayakirin. Ev yek! Ne şîrîn bû lê têra xwe nerm û teniiiikk bû, fenanî pelê cixareyan. Ev dudu! Kêfa min ji nanê tenik re tê, tabî ev jî zewq e. Paşê  abê tu çawa fikirî ku wan sebzeyan bixî tevî hev? Lihevhatina wan min zehf eciband. Bi kundirê Toriyan re pîzza min xwar û sebzeyên sorkirî qet ne bi rûn bûn. Ew baharatên ku li goÅŸtê mirîşkan kiribûn jî pir xweÅŸ bû, min ji marîna wê zêde hez kir. Ev sisê. Kêmasiya wê 29 tl bi min gelekî zêde bû ji bo ew pızzaya.

Min li restoraneke pir baÅŸ,  ji destê hosteyekî jêhatî pîzzayeke xweÅŸ nexwariye. Encax Domino's û Pizza Pizza filan bêvan. Heger kûra dowîz werê bidome zor e lê min dil heye ku biçim Ewropa û bigerim. Ez dikarim werê bibêjim, heya ku ez biçim wan deran û pîzza bixwim, ev pizzaya herî baÅŸ bû ku min li van deran xwariye. Dest û milên te sax be hosteyê delal, yên ku çûne li Kafroyê pîzza xwarine, ez li benda fikrên we me jî :) bimînin di xweÅŸiyê de 🌸
07:17 10 yorum
Ev çend roj in her ku dikevim kuçeya mala me, bêhna kulîçeyan ( em dibêjin kullor ) tê pozê min. Ew baharatên ku dikeve nav kulîçeyan; cehik, reÅŸik, darçîn û hwd. yek bi yek tê ber pozê min. Ji vê bêhnê diyar e ku ‘eyd nêzîk e.

Li herêma me, bê kullor ‘eyd nabe. Heta ji ber ku rojek berê ‘eydê kullor tê lêxistin, roja erefê re em dibêjin ‘roja kulloran’. Xwarin ne hindik e dostno, heya navên rojan diguherîne. Ya ew çi eziyet bû gidî, heya nîvê ÅŸevê em li ber tepsî û firnên kullora bûn û roja ‘eydê ÅŸeveqê em radibûn. Di destpêkê de min go kullor tê ‘lêxistin’. Yanî berê ew kullor di tennûran de dihat pêjandin. Loma jî werê tê gotin. Niha firnên elektronîk ên malê rehetiyeke mezin e bo me lê heger hûn bipirsin gelo tehma wê bi qasî ya tennure dibe? na heyran! Lê rehetî zora marîfetê biriye.



Sirra kullorê di beharatên wê de ye. Beharatfiroşê mehla me, kek Bahoz e. Ji Rojava hatiye vir û ev 6 sal in vî karî dike. Min jê pirsî , “Gelo çi dikeve nav hevîrên kulloran?” Got “Em beharatan li cem xwe tevlihev dikin, yên tên dermanê kulloran, yên linavhevxistî distînin. Em 27 çeşîd beharat dixin nav hev; cehik(rezene), darçîn,vanilîn,reÅŸik û hwd. Bo 2 kg. arvan 100 gr. em tawsîye dikin lê yên bêtir dixwaze tevlî bike bi kêfa xwe ye 😊 wekî din şîr û rûn, hûr û ÅŸekir jî tevlî dibê; û hevirê wê ne ÅŸikeva ye, hewce ye hilatî be. Yanî em êvarê hevîr dikin, sibe zû lê dixin hevîrê hilatî(mayalanmış hamur) û ÅŸiklo ÅŸiklo dixin firnê.



Li Mêrdîna jorîn ev çend sal in kulîçeyên Suryaniyan (Suryani Çöreği) jî populer bûye. Ferqa kuliçeyên me û yên wan ev e; di nav ên Suryaniyan de xûrme û behîv hene û yên wan hebkî biçûk in.

yên Suryanîkî


Li cem me kullor gula civatên eydan e. Bêyî kullor nabe , her ku çay tê ber mêvanan îlleh sênika kulloran jî li ber e.

Zû de ye min nenivîsî bû , barek maç û hembêzek kullor ji xwendevanên min ên xweşik re.. her di xweşiyê de bimînin .
14:40 2 yorum

serîfıroş

Hatina rojiyê ji nixûmandina ber derê donerciyên Qezê bellî dibe. Nizam li tu bajarên din edetek werê heye lê meha Remezanê loqente û donerfiroşê vir perdeyek an çarşafeke sipî li ber derê dikanên xwe darde dikin da ku kesên bi rojî çav li xwarinan nekeve û dilê wan nebijê . Lê ji bo bêhna wan, hêj ti çare nedîtine esnafên vir :)

nixûmandî

Ez daketim sûka Qezê, îşê rehma Xwedê heya roja berî rojiyê ji xumexuma baranê bû lê roja ewil a rojiyê germeke pir hat û hêj jî ew germ dewam dike. Pir germ bû û ji ber tîbûnê, taqetê kesî tunebû bipeyviya.

kuçeya qesaban

Kêfa qesaban li cih bû, dibêjim feqîr an zengîn her kes di rojiyê de li gorî halê xwe goÅŸt dibin malê. Dolabên wan tije goÅŸtê berx û karan bû. Bi xavîtî dilê meriv diçû wan goÅŸtan . Lê ji kuçeya Qesaban a Qezê  hertim bêhneke nexweÅŸ tê. Qet dil nakim ji wir derbas bibim. Ev bêhn, a hûr û roviyên ne paqijkirî an jî belkî ya goÅŸtê kevn e, nizam. Ti car min ji qesabên wê sikakê, goÅŸt nestendiye. Nêzî wê sikaka cîhê navdil û seriyan heye. Min dît ku daxwaza ji bo seriyê heywanan pir e, Xwedê miÅŸteriyê wî hêj pirr bike. Min 6 kes jimartin ku serî stendin. MiÅŸteriyên zilamê ku navdil (em ji kezeb,dil û piÅŸik, her sê tev de re dibêjin "navdil") difrot jî zehf bûn. Diyar e bi hatina rojiyê re, goÅŸt biha bûye û ji ber ku erzan e, xelk bi pirranî serî û navdilan dikirre.




Wekî malbata min, xelkê vir debara xwe bi cotkariyê dike û ji ber vê jî her tim pereyên wan li bêrîka wan tine ye. Tenê wextê zadan pere dikeve destê wan û ji bo salê wî pereyî xerc dikin. Îja hin tiştan distînin. Wekî goşt, xwarina hişk bi deyn distînin. Deynê xwe jî salê 2 caran didin. Ew jî wextê genim û garisan e. Alwêra dikandar û cotkarên Qezê li ser zadan e.

toptancî


baqisme


 Em çûn toptanciyê ku em tim xwarina hiÅŸk jê dikirin. Li Mêrdînê, di rojiyê de delaliyên ser sifreyan tehîn û helawa Davud Selim in. Sehûr bêyî wan nabe. Me ji biçûkatiya xwe de wer ditîye. Û baqismeyê Mêrdînê, yanî nanê hiÅŸk :) Kalikê min 2 baqisme dixistin tasê û helaw pê re dixwar. Digot "tu van herduyan bixwî dikari 2 roj birçî bimînî." Haaa! îja kalikê min tim helawa bibenîşt distend. Ji ber vê ez jî tim a bi benîşt distînim. 3 kîloyê helawê bi 36 lîreyan bû, min go "pir e ji bo me, ma em 4 kes in." Go "tew êdî xelk helawa 25 kîloyî dipirsin, 3 kîlo çi ye abla" :) Perwane her dizivîrî û ev dikan di zaroktiya min de çawa bin niha jî werê ye . Ev dikan ÅŸahidî emrê keseke wek min bû û li gorî ku bavê min dibêje hêj kalikê min sax bû, ji wir alwêr dikir. Ecêb, ji ber emir ew text û deÅŸt pir zana xûya bûn ber çavê min.

helawa 25 kîloyî

Li ser firinan jî êdî wiha dinivîse: ' sahura kadar açigiz ' '4ten sonra tava ve lahmacun almiyoruz' . Xelkên vir jî taweyên qiymelî, bacanlî û lehmecûnan dişînin firinan. Ji ber ku gelek kes dişînin û pêjandina wan nagihê berî wextê fitarê piştî saet 3 û nîvan nema distînin firnecî, welle heqlî ne :) îja di rojiyê de ji bo her taweyekê 2 lîre heqê pêjandinê jî distînin. Wekî mezinên me jî dibêjin Serê naêşê paçikan lê girênedin heyran , Xwarina xwe li malê, li ser êgir çêkin :)

'Meha Remezanê piştî saet 4'an de tawe û lehmecûnan neynin'
'heya sehurê/paşîvê em vekirî ne'


Li Qezê rewşa me kêm zêde ev e, kesên rojiyê digrin Xwedê sebrê bide wan di van rojên dirêj de . Bimînin di xweşiyê de, slav û hirmet ..
01:17 10 yorum

Silav xwendevanên ezîz,



Wekî hûn zanin nivîsa min ya dawî de ji bo Cejna Zimanê Kurdî piÅŸk hebû. Di nav 13 kesan min piÅŸka xwe avêt. Diyariya ku bûhaya wê 60 TL, bû qismetê Morî. Ser xêrê be. Demek nêz de agahiyên xwe bi rêya e-mailê bişîni ser hesabê zeynoo_erdem@hotmail.com . 

Bila şans tim bi we re be 😊



23:31 No yorum
Ca min gava fam kir ku meraqa min li ser xwarinê û pêjandina wan heye, her tim digot: 'bila guhê te li ser ders û mekteba te be, xwarin çi ye keçika min' min xwend lê dîsa li ser xwarinan xwend :) welhasil îja digo ' gava meriv dizewice kîjan xwarinê bizanibe, ew xwarin timî dibe barê stûyê meriv. '  Li wan malbatên ku 5-6 bûkên wan hene, her karek aîdê bûkekê ye difikirî. Digot "tu xwe mede ber çêkirina kutilkan, gava tu zewicî bila nebe aydî te, min deng nedikir lê ma qey min bizaniba jî ma ka ew malên mezin ên berê.




ÃŽro em mêvanê metka min bûn , kutilk bû şîva me ya ÅŸevê . Metka min go ' min pere xistiye nav kutilkekê , qismetê kê fireh be Wê bibe qismetê wî/wê. Di zaroktiya min de ji bo ku ew kutilkên ku pere an hûngilîsk tê de ne, bibin para min û forsa xwe bavêm ji zarokên din re , min tim zêdeyî xwe dixwar. Lê carna tew nedigîha kutilka duduyan,  dibû para hinekan. Çavê min vedibûn min digo çi kesek bi ÅŸens û siûd. ÃŽÅŸev jî kutilka pere tê de bû para birayê min. Min go bise wêne bigrim go 'haho! min dikira diran li ser bikira.'



Dibêjin ji xezalê bezatir tune ye, le ji qismetê xwe pê ve nikare bixwe. Îja ji bo cejna zimanê Kurdî pişka(qûra) me heye. Cejna zimanê kurdî sed hezar car pîroz be :) Kesên ku li bin vê nivîsê gotinekê pêşiyan a li ser xwarinan binivîse wê ji Marketa Akresê hediye çekiya ku buhayê wê 60 tl ye qezenc bike :) wek pereyê di nav kutilkan de :) ê ku dibêjin Mêrdin li ku em li ku, heger bibe qismetê we ez ê li ser navê we bidim maleke mihtac.

Bimînin di xweşiyê de.

08:23 15 yorum

Çend roj in, dilopa avê ji misluxan nayê. Dîsa wek her caran, boriyên ava xetta Ava Spî teqiyaye. Ava qezayên Mêrdînê giş ji Nisêbînê tê lê mixabin her meh miheqeq carek, ev dibe beleya serê me û bi rojan em bê av dimînin. Vê êvarê gava ji kar vegeriyam baranê xweş didayê, mala me li ser kaş e, hêdî hêdî dimeşiyam. Xelk zû bi zû direviya lê min xwest barana biharê li min bike, bavê min tim dibêje "barana biharê şîfa ye." Mêjiyê min zêde tije ye van rojan, min go belkî hebkî hişê min rihet bibe bi vê baranê.

 Telefona min lê ket, ca min bû. Got; ji ber ku av li bajêr tune bû me berê xwe da gund û wa ye em hûr û rovîyan dadigrin. Min di dilê xwe de go; aha! ji bo blogê jî binivîsim. lê min hesab kir; li gorî ca min digot zû de ye dest pê kiribûn û heta biketima dolmîşa WêranÅŸar û bigihama Uçyola Dêrikê, ez nedigihîştim dagirtina wan. Min jê xwest ku çend fotoyan bikşîne da ku ji bo nivîsê ez wan bar bikim. Li aliyekî jî, ji ber ku barê wê xwarina giran ji milê min rabû, kêfa min hat. Zehf zehmet e hûr û rovî. Paqijkirina wan hûr û roviyan, dagirtina wan, paqijkirina wan siman... Hewce ye tu rojeke xwe bidî vê xwarinê û stû jî li ser bikî 😊



Ji bo videoyê min soz dabû xwendevanan lê ez li ser soza xwe me, nivîsa wê niha dinivîsim, video jî, ji bo carekê din ez ê bikşînim.

Ez ê bi fotografan çavên we têr bikim û çend tiÅŸtên muhîm bêjim li ser vê xwarina xweÅŸ. Pirsên we hebin hûn dikarin bipirsin. 



Ka em dest pê bikin;

-Sim an jî piranî dibêjin ‘pê’, li sûkê yên hazir hene lê heger heywan ÅŸerjê kiribin, em êgir da didin û li ser êgir wê pûrta pê ve dikizirînin. Ev bû yek.

-Paqijkirina hûr û rêviyan, Xwedê meke para dijminên min 😊 Axir li sûkê yên temîzkirî hene le malbata min qet bi wan qayîl nabe; dibêjin bê tahm e. Em bi xwe her car paqij dikin û dixeritînin.

- Ji bo ava wê tîr û bi lezzet be, em nokan jî dixin nav ava vê xwarinê, rojek berê nokê xwe têxin nav avê ji bo binermijin.

- Sîrê xwe jî biqeşêrin, deynin alîyeki, em ê di dawiyê de bavêjin nav ava hûr û roviyên xwe.

-Pêşî nok û simên xwe bidin ser êgir û dest bi dagirtina hûr û rêviyên xwe bikin.





- Hûr û roviyên me, yên kaviran bûn. Hûr hertim, ji roviyan derengtir dikelin. Pêşî hûrên xwe dagrin û bidin ser. Jixwe gava we rovî dagirtin, hûn ê bi xwê baş bifirkînin, bila çend kel li hûrên we bikevin, paşê jî rovîyên xwe bavêjin nav avê.

-Piştî dagirtina roviyan bi xwê an jî bi sindik baş bifirkînin ku bila pak û delal bibe.

- Em goÅŸtê hûrik hûrkirî, n’ene, îsota hûr û xwê dixin hundirê birinca wê. Yên wekî din beharat hwd. dixin nav, serbest in.

- Kela wê tene li gor mezinbûna heywên diguhere lê tevî paqijkirin, dirûn û dagirtinê, herî kêm derdora 2 saetan karê wê heye. Bila haya we jê hebe J





 Bi bêhna welatê Mêrdînê silav, hez û hurmet..


00:43 4 yorum
Zarokatiya min di metropolên biyanan de derbas bû. Demên ku min herî pir jê hez dikir, havîn bûn. Ji ber ku her havîn gava dibû betlane, em diçûn gund. Ez ew zaroka ku wan sêlekên din ez bi tiliya nîşanî hev didam. Ji Stenbolê dihatim çimkî. Di serê wan de Stenbol tiştekî ecêb bû. Piştî fehm dikirin ku ez jî wek wan bi Kurmancî dipeyivim, pêşî Stenbol ji min pirs dikirin. Ne wê çaxê ne jî niha min meraqa wan a li ser Stenbolê qet fehm nekir.

Salê çend caran apanê min û xalanê min ji welêt tişt dişandin. Penêr, mast, qelî û hwd. Gava dihatin; ca min bi heyecan ew kolî û kîsên marikî vedikirin û digot ; "Bêhna welêt jê te." Gava ca min ew tişt vedikirin; em zarok jî wekî ku dê tiştekî efsûnî ji wan kolî û kîsan derkeve, li dorê diciviyan. Roja ku ew tişt digihîştin mala me, şîva me ya êvarê ne goşt, girar filan lê penêr û mastê welêt bû. Ewqas bi qiymet bû ji bo me. Ev hezkirina min a tehm û lezetên welêt belkî hîn ji wî wextî tê kî zane?

yazîxane

Piştî nivîsa min a li ser kerengan wê roja hanê min çû ji hevalekî re kereng û mast şandin Stenbolê. Piştî ez çûm yazîxaneyeke li otoxarê; min dît ku li yazîxaneya wan meterê penêran, kîsên kerengan, şûşeyên tirşiyan li ber hev rêzkirî ne. Yên wekî min fikirîbûn pirr bûn. Ew tişt jî ji bo ji wan kesên li metrepolan biyanan tim bêriya tahm û lezzetên vir dikin re dihatin şandin.
Paşê mêrik qelem da min. Go: nav, bajar û telefonê binivîse. Min nivîsîn, qelem dirêjî wî kir û

Min go ; ' Heqê wê çi qas e? ',

Go; ' Tine be, bila bimîne.'

Min go, ' Heye û bila nemîne, wê çima bimîne? '

Çima mineta xelkê bi ser xwe de bînim ? Qet ji tiÅŸtên werê hez nakim. Min dîsa pirsî, dîsa eynî bersîv: ' Tine be bila bimîne.' Min cuzdan vekir,  pereyên hûr jî hebûn lê ji ber ku min heqê wê nizanibû û wî jî nedigo min 50 lîre dayê da ku heqê wê çi be jê bikuje. Ji bo nîv kîs kereng û 5 kg mast 10 lîre ji min kuÅŸt û qerta xwe da min. Go; ' Abla nîvro saet 2yan de dîsa bigere bo agahiyê, ê ku te jê re ÅŸandiye jî bila sibehê saet 10an ji otogarê hil ke alavan.' Min go; ‘Mal ava.’

alav


Min kereng ji hala Qezê sîparîş kiribû. Ji ber karê tê de dixebitim, eger mesele xwarin be gelek kesan nas dikim.

Min go, ‘Bila yên herî baÅŸ bin. Wê here heya Stenbolê. ‘

Ji bo mast jî li dawiya Qada Azadiyê ya hemberî Mehmet Sincar Parkı dikaneka Şêbiyan heye bi navê Kurtoğlu Market. Gava hûn ê qatix bistînin, şaş nebin teqez herin wir. Malbata min nas dike,

Go; ‘Abla tu yê bişîne Stenbolê? Ê herî baÅŸ ev e, vê malika han dezgeyê wan pir paqij e û ka li tahma wê jî binere da ku tu zanibî bê çi mast e. Ez tiÅŸtên xerab nadim we.’

Qeymaxê mast da alî û mast berra meterê da. Ji bo tev li mast nebe qeymax nayê ÅŸandin, min jî qeymax bi nanê germ xwar (tevî hemî kaloriyên wê ☹) û mast jî çû ser qismetê xwe. Min xwest devê hevalên min pê xweÅŸ bibin.

Piştî ez ji otogarê derketim, ez fikirîm;

Gelo tevî wê cemeda rê dîsa dê bêhna welêt ji wan mast û kerengên bê xwedî bihata?
Ê ku bixwe, dê pê şa bibe?
An tiştek ji rêzê bû lê ji bo ku dilê min xweş bike, ewqas spasî kir?
Ti kesên din hene ku wek min ewqasî bi tahman şa bibin?

Madem me ewqas behsa tehmên welatê xwe kir, ev nivîs bila bi van risteyên Yehya Omerî biqede:

' Ey yê ku bi devê çiya û ramûsanên deştên xwe nizane
HuÅŸ be!
Ji wan sîng û berên metropolên biyanan meke behs.'

Bi bêhn û tahma bajarê Mêrdînê, silav, hez û hurmet..
13:22 6 yorum
Nivîsa Nûtir
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ▼  Aralık (1)
      • AVA BERRİYÊ, BIYOK Û DERMANÊ DILAN
    • ►  Kasım (1)
    • ►  AÄŸustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Åžubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin