facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO

Ji ber diranê xwe îşev raneketim. Sibehê wê yek were kişandin, hefteya pêşîn jî ez ê têlê li diranên xwe ‘xim. Demeke dirêj hewce ye tenê tiştên wekî şorbê vexwim. Ji bo keseke wek min li ser zikê xwe mirî, tiştê herî xerab ev e bi min. Ka bê wê Xwedê çer bike… Ev sê hefte ne ez diyêtê jî dikim. Ya rast; ji aliyekî jî dibêjim wê baş be, qenebe ez ê pariyekê  kîlo bidim :)

Heger hûn bêjin tu herî pir li ber çi dikevî? Diyar e ez ê pirr bêriya gûz, findiq, fistiq û tew şekirê behîvan bikim. Li cihên din çawa ye nizanim lê li Mêrdînê bi taybetî kultura tiştên hişkkirî û 'kuruyemîşan' berbelav e . Derdor giş 'kuruyemişçi' ne. Xelkê vê derê, benî û bastêqên ku bi tirîyê Merzone çêbûne û wan şekirên me yên behîvan, wek diyarî didin hevdû.


Ez ê behsa şekirê behîvan bikim. Ew şekirên ku însanên ew li Mêrdîn nexwaribe ,bila nebêjin me xwariye. Li her derê ( ji bilî Mêrdîn ) derveyê vî şekirî ne şîn e, sipî ye û pir hişk e. Li Mêrdînê boyaxa xwarinê ya şîn dixin wê şêraniya ku şekir pê de dikin. Ji ber vê yekê derva wê şîn e. Ez biçûk bûm min tim rengê wê dişiband 'Şîrînler'an. 😊 Îja van deman yên bêboyax jî derketine. Ew jî xweş in. Cûreyên ku li dikanan tên firotin; yên tek batimlik, heyalet û normal in. Yanî şêraniya dora behîvê an zêde ye, an jî kêm e. Berê tiştên xwarinê kêm bûn, perê xelkê jî pir tunebû. Gava tiştên wekî behîvan biqiymet bi dest wan diketin şêraniya dora wan zêde dikirin ku têra wan bike. Niha dinya bûye rihetî, her tişt li ber destê me ye. Dewr diguhere, helbet taleba ji bo xwarinê jî diguhere. Ez carna dibêjim bila hindik be lê rindik be.

keskê şêxa hebe, şînê şekirê behîvan heye.. 

Benî û bastêqên me jî navdar in. Benî ji bo yên nizanin ez bêjim “cevizli sucuk”ê Tirkan e lê ne wekî yê wan bêtahm e, bi rihetî tê cûtin û hema xweberê dihere xwarê 😊 Tu gûzan yek bi yek di benik de dar de dikî, di pelûla sîtilê de da dikî, derdixî û ji bo hişk bibe dihêlî. Dims, benî, bastêq û kesme, payîzê gava tiriyê Merzonê xweş dibe tê çêkirin. Gava diherin ber rezê tiriyan û vî tiştî çêdikin jê re dibêjin “Em diçin ser mahseran.” Pîrika min digot “Ez bi 3 zarokan, di 20 salîya xwe de diçûm ser mahseran, ji zarokan yek li pişta min, yek di dergûşê de, yek jî nû li ser nigan ketibû. Biharê em diçûn bêrîyê, payîzê jî em diçûn ser mahseran.” Kes bi kevanî û keçên niha ne qayil e mixabin 😊 Xweziya min bi wê dem û dewranê. Li ba me ; ne tirî heye, ne jî em deştî tiştên werê çêdikin û ne em jê fehm dikin. Bila kes nexeyîde lê tiştên ku “hostatî” tê de ye em jê heq nayên der. Pîrikên mê diçûn wan gundên ku rez lê bûn , lê nifşê vêga heta dayikên me jî ji tiştên werê fehm nakin.
Li van deran waxta dibêjin Meşkîna; dims, benî, bastêq û hwd. tê bîra meriv. Ew gelek serî pê diêşînin.

Min behsa beniya kir , behsa meseleya apê xwe ji we re bikim. Ew li Ewropayê dijî. Ji welêt benî û bastêq biribûn. Xaseten jî ji bo hevalekî xwe yê Tirk qutiyek loqim ( qaşo Turkish Delight ) biriye. Îja ew qutiya daye hevalê xwe û gotiyê “ev loqimê we ye.” Di ber de jî ji bo tehm bike piçek benî dayê û gotiye “ka hûn çi ji xwarinê fehm dikin? Va ye marîfeta Tirkan jî û va ye ya Kurdan jî. Ji kû hûn dikarin li ser xwarinê bigihên me.” Wî qal kir û min got saet xweş.



Welhasil min digot şekirê behîvan. Ez tim ji Davut Selim şekirê behîvan distînim. Li Mêrdîna kevn cîhekî wan hebû. Dikana wan a di zaroktiya min de ji ber çavê min naçe, Herkesî jê re digo “dawut sêlo.” Haaaa! Helawa wan jî pir navdar e. Gava ez ji hinekan re diyarî dîstinim diherim wir. Axir şûbeyeke wan li Qezê jî vebû. Karmendê wan jî ji heqê îşê xwe derdikevin û heta qehwe jî îkramî mişteriyan nekin wan naşînin malê. 


Min bihîst ku mesela li Sirucê ji şekîrê behîvan re dibêjin ‘şekirê peyamî’ .Li cem we hûn dibêjin çi, di devokê din de navekî wî yê din heye? Dixwazim hîn bibim.


Ji xwînerekî/ê ku li bin vê nivîsa min şîrove bike re, ez ê qutiyeke şekirê behîvan bişînim. Herkes dikare şîrove bike; hewce nake hûn blogger bin. Heta ger hûn naxwazin navê we xuya bibe wek anonîm şîrove bikin û navekî din li dû şîrovêya xwe binivîsin. Heya roja şemîyê saet 12.00'a hûn dikarin beşdar bibin, wê qûra bê kişandin. De hûn û şensa xwe.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.
00:15 21 yorum
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ▼  Aralık (1)
      • AVA BERRİYÊ, BIYOK Û DERMANÊ DILAN
    • ►  Kasım (1)
    • ►  Ağustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Şubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin