facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO

Duşem e. Em hatin kar dîsa, bi xwe ez qet dawiya hefteyê xwe bêhnvedayî hîs nakim û bi min rojek tenê ji bo betlaneyê bi kêrî tiştekî naye. Xweziya min bi dilê wan mirovên ku 2 rojan betlaneya wan heye.

Cihê ez lê dişixulim cihê xwarinê ye, loma ez dikarim her roj taştêyeke bêkêmanî bixwim û bê taştê nikarim dest bi rojê bikim. Lê gava ez li derdora xwe dinêrim, xwendekar, karker, însanên ku hewce ye serê sibê ji malê derkevin, piranî bê taştê ji mal dertên û taştêya wan jî an poxaçayek an jî simîtek e.

Hevalek min wê rojê pirsî got “Yaw di nava rojê de ez xwe timî betilî hîs dikim û xewa min jî ne bi rêk û pêk e .Bi te ez çi bixwim?” gelek kes vê ji min dipirsin. Wextê guherîna demsalê ye, bawer im hûn jî ji di dilê xwe de dibêjin “ez jî bersiva vê meraq dikim.”

Helbet tekiliya van tiştan û xwarinê bi hev re heye. Helbet pisporê vî karî jî diyetîsyen in; le gor agahiyên xwe ez jî çend tiştan bêjim. Tu çi dixwî, çi vedixwî laşê te jî li gorî wê reaksiyonan dide. Ji tiştên Glîsemik Îndeksa wan zêde ne, yanî ji tiştên ku şekirê te zû bilind dike dûr bikeve. Taştê pir muhîm e hevalno. Taştê bixwin ema ne bi poxaçeyekî an bi tostekî. Ev giş hevîr û rûn in. Tu yê bêjî ka kevanî taştiyê bide min, kî dikare bi tiştên werê re mijul bibe? Rast e. Lê bêjim; qenebe nanê neqeşartî hinek penêr û bacan têxe nav û bixwe an bixe çenteyê xwe, di rê de, li mektebê an li kar bixwe. An jî êvarê hêkên xwe bikelîne û sibehê bixwe, tev de 5 deqîqe ne.


 Di nivîsa xwe ya berê de jî min behs kiribû .Sebzeyan, hêşinahiyê ji ser sifreya xwe kêm nekin. Xwe pir birçî nehêlîn. Gava we hîs kir hûn birçî ne û hêj pir heye ji şîvê an ji navrojê re, hinek mewîj an hinek çerez bavêjin devê xwe. Merdînî ji vî alî de bi şans û talih in. Ev çand ketiya nav jiyana me.
Sal 2018, ez wek ‘food engineer’ekê bêjim; lêkolinan bikin û wan tiştên ku tije şekir tê de hene ne bixwin ne jî vexwin. Ev ji bo jiyana we ye. Ca min dibêje “ A rehet mirin e, bila meriv nekeve ber dest û lingan” yanî bila meriv mihtacî kesî nebe. Ji bo vê di niha de, di ciwaniya xwe de li xwe miqate bin.

Ka em behsa vexwarinan jî bikin. Bifikirin; hûn di nava rojê de çi vedixwin, çend qedeh vedixwin? Berî hûn rakevin êvarêçayeke beybûnan an çaya rezeneyê vexwin, pispor dibêjin ji bo sinêran ne
çaya reş lê çayên nebatan vexwin. Behsa xwe bikim; Pir ji qehweyê hez dikim. Li zanîngehê rojekê ez çûm tixtor. Got “tu rojê çend qedeh çay an qehwe vedixwî?” min got “nêzî 10 fîncanên mezin qehweyê vedixwim,ji bilî çayê.” Got” te malik li xwe xera kiriye dev ji vê tebîetê berde, kêm vexwe, tu hîn ciwan î,tiştên baştir ji xwe re bike ehlaq.” Niha jî pir jê hez dikim le heya ji destê min tê kêm vedixwim. Hûn jî xwe ji qehwe û çaya reş dûr bixin.
Av heyat e, avê vexwin.

Haaa! Wî çendî xew li min jî diherimî, hevalek min got “Zeyta lawentê bistînê û biniqutînê balîfa ber serê xwe; bêhna wê bo xewê pir baş e.” Min jî sitend, min kapaxa wê vekir û danî ber serê xwe, ser komîdina xwe. Neniqutînin ser balîf, bila rûyê balîfê we tev de qirêjî nebe û dû re nifiran li min nekin 😊

Ez pir li xwarin û vexwarina xwe miqate me. Birayê min hertim dibêje “Erê keçe, tu yê hezar salî biki erê ” Çavê min ne li jiyaneke dirêj e lê dixwazim siheta min li cî be heta ku ez sax bim.

Helbet me dilşikestî dest bi serê hefteyê kir, hêvî dikim êdî tiştên xweş biqewimin ji bo me hemû Kurdan.

Silav û hurmet..
05:51 11 yorum
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ▼  Aralık (1)
      • AVA BERRİYÊ, BIYOK Û DERMANÊ DILAN
    • ►  Kasım (1)
    • ►  Ağustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Şubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin