Çavên xwe bigrin; bifikirin ku gava dibêjim Pîzza çi tê ber çavên we? Yê min hevirekî li gorî nanê tisî hebkî şêrin û li ser jî penêr, sucix, salam hwd.
Tu car li ser pizzayan meraqeke min a zêde çênebûye lê car caran min xwariye. Şaxên wan markayên mezin li Mêrdînê jî hene, mîsal Domino's, mîsal Pasaport Pizza. Li wan deran gava ez menuyê vedikim û dixwazim siparîşa pizzayê bidim, dibînim ku li gorî melzemeyan her diguhere navên pîzzayan. Ez hê li tiştekî cuda rast nehatime di vê meselê de, li Qezê pizzaya bi qelî û bi bacanên hişkkirî hatibû çêkirin, ya herî balkêş ew bû bo min. Xeynî wê; malzemeyên klasîk ên dikeve nav pîzzayan, hûn jî dizanin jixwe.
Lê gava em çûn Kafroyê, 2 menu hatin ber me, yek pizzayên her tim her demsal çêdibin, yek jî li gorî sebzeyên demsalê hatiye binavkirin û tê çêkirin.
Helbet dîrekt a li gorî sebzeyên demsalê hatiyê çêkirin bala min kişand. Me 2 pîzza xwestin, her du jî ji hev cûda bûn, me go em her duyan jî tahm bikin. Piştî ku me sîparîş da, ez çûm ber firneya ku hoste lê pîzza çêdike. 2 dolab tijî hevîr bû û tevî ku di kelekela danê nîvro de em çûbûn, gelek kes hatibûn pîzza bixwin. Li ser maseyên din, kesên ku ji Ewropa hatibûn hebûn. Li yekê jî 4 memûr rûniştibûn, ji bo navrojê hatibûn heya Kafroyê . Gundê Kafroyê, gundekî Suryanan e û ji navenda Midyadê 12 km dûr e, welle xelk ji zikê xwe hez dike 😂 Em jî bi taybetî ji Qoserê rabibûn û hatibûn. Min ji hoste re go "Gelo îzna te heye ku te temaşe bikim û çend fotoyan bigrim?" go "Tu û kêfa xwe", mala wî ava :)
pîzza çêbû û hat ber me. Min Pizza De Helanzane ( heheeyyyt tîpek di nav navê te bûma :) ) xwest. Di ya min de sebzeyên demsalê ( kundir, bacanên reş, isotê sor ) û goştê mirîşkan hebû û li ser jî yên soskirî hebûn, ew sebzeyan pir bala min kişand û min ew xwestibû .
Erê Pizza De Helanzane ;
Ji ber ku li zaningehê jî li ser nên me gelek ders dîtîbûn, gava min perçeyek rahêşt destê xwe û tekstûra wî nanî dît, min go "Helal be, çi xweş hatiye hêvankirin/mayakirin. Ev yek! Ne şîrîn bû lê têra xwe nerm û teniiiikk bû, fenanî pelê cixareyan. Ev dudu! Kêfa min ji nanê tenik re tê, tabî ev jî zewq e. Paşê abê tu çawa fikirî ku wan sebzeyan bixî tevî hev? Lihevhatina wan min zehf eciband. Bi kundirê Toriyan re pîzza min xwar û sebzeyên sorkirî qet ne bi rûn bûn. Ew baharatên ku li goştê mirîşkan kiribûn jî pir xweş bû, min ji marîna wê zêde hez kir. Ev sisê. Kêmasiya wê 29 tl bi min gelekî zêde bû ji bo ew pızzaya.
Min li restoraneke pir baş, ji destê hosteyekî jêhatî pîzzayeke xweş nexwariye. Encax Domino's û Pizza Pizza filan bêvan. Heger kûra dowîz werê bidome zor e lê min dil heye ku biçim Ewropa û bigerim. Ez dikarim werê bibêjim, heya ku ez biçim wan deran û pîzza bixwim, ev pizzaya herî baş bû ku min li van deran xwariye. Dest û milên te sax be hosteyê delal, yên ku çûne li Kafroyê pîzza xwarine, ez li benda fikrên we me jî :) bimînin di xweşiyê de 🌸