GULA CIVATÊN 'EYDAN : KULÎÇE

Kevanî - 14:40

Ev çend roj in her ku dikevim kuçeya mala me, bêhna kulîçeyan ( em dibêjin kullor ) tê pozê min. Ew baharatên ku dikeve nav kulîçeyan; cehik, reşik, darçîn û hwd. yek bi yek tê ber pozê min. Ji vê bêhnê diyar e ku ‘eyd nêzîk e.

Li herêma me, bê kullor ‘eyd nabe. Heta ji ber ku rojek berê ‘eydê kullor tê lêxistin, roja erefê re em dibêjin ‘roja kulloran’. Xwarin ne hindik e dostno, heya navên rojan diguherîne. Ya ew çi eziyet bû gidî, heya nîvê şevê em li ber tepsî û firnên kullora bûn û roja ‘eydê şeveqê em radibûn. Di destpêkê de min go kullor tê ‘lêxistin’. Yanî berê ew kullor di tennûran de dihat pêjandin. Loma jî werê tê gotin. Niha firnên elektronîk ên malê rehetiyeke mezin e bo me lê heger hûn bipirsin gelo tehma wê bi qasî ya tennure dibe? na heyran! Lê rehetî zora marîfetê biriye.



Sirra kullorê di beharatên wê de ye. Beharatfiroşê mehla me, kek Bahoz e. Ji Rojava hatiye vir û ev 6 sal in vî karî dike. Min jê pirsî , “Gelo çi dikeve nav hevîrên kulloran?” Got “Em beharatan li cem xwe tevlihev dikin, yên tên dermanê kulloran, yên linavhevxistî distînin. Em 27 çeşîd beharat dixin nav hev; cehik(rezene), darçîn,vanilîn,reşik û hwd. Bo 2 kg. arvan 100 gr. em tawsîye dikin lê yên bêtir dixwaze tevlî bike bi kêfa xwe ye 😊 wekî din şîr û rûn, hûr û şekir jî tevlî dibê; û hevirê wê ne şikeva ye, hewce ye hilatî be. Yanî em êvarê hevîr dikin, sibe zû lê dixin hevîrê hilatî(mayalanmış hamur) û şiklo şiklo dixin firnê.



Li Mêrdîna jorîn ev çend sal in kulîçeyên Suryaniyan (Suryani Çöreği) jî populer bûye. Ferqa kuliçeyên me û yên wan ev e; di nav ên Suryaniyan de xûrme û behîv hene û yên wan hebkî biçûk in.

yên Suryanîkî


Li cem me kullor gula civatên eydan e. Bêyî kullor nabe , her ku çay tê ber mêvanan îlleh sênika kulloran jî li ber e.

Zû de ye min nenivîsî bû , barek maç û hembêzek kullor ji xwendevanên min ên xweşik re.. her di xweşiyê de bimînin .

TE EV XWENDIN?

2 yorum

  1. Xweda!Ev salan in min kullor xexwariye û ew bêhna roja kulloran jî nestendiye :/ Hema yekî be jî dêvla min jî bixwe heyran.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Li ber te ketim :/ ma dilê te bihêlim ? :) û rabûm ji dolabê perçeyek kullor min avêt devê xwe :)

      Sil