KAFRO'S PİZZERİA

Kevanî - 07:17



Çavên xwe bigrin; bifikirin ku gava dibêjim Pîzza çi tê ber çavên we? Yê min hevirekî li gorî nanê tisî hebkî şêrin û li ser jî penêr, sucix, salam hwd.

Tu car li ser pizzayan meraqeke min a zêde çênebûye lê car caran min xwariye. Şaxên wan markayên mezin li Mêrdînê jî hene, mîsal Domino's, mîsal Pasaport Pizza. Li wan deran gava ez menuyê vedikim û dixwazim siparîşa pizzayê bidim, dibînim ku li gorî melzemeyan her diguhere navên pîzzayan. Ez hê li tiştekî cuda rast nehatime di vê meselê de, li Qezê pizzaya bi qelî û bi bacanên hişkkirî hatibû çêkirin, ya herî balkêş ew bû bo min. Xeynî wê; malzemeyên klasîk ên dikeve nav pîzzayan, hûn jî dizanin jixwe.

Lê gava em çûn Kafroyê, 2 menu hatin ber me, yek pizzayên her tim her demsal çêdibin, yek jî li gorî sebzeyên demsalê hatiye binavkirin û tê çêkirin.



Helbet dîrekt a li gorî sebzeyên demsalê hatiyê çêkirin bala min kişand. Me 2 pîzza xwestin, her du jî ji hev cûda bûn, me go em her duyan jî tahm bikin. Piştî ku me sîparîş da, ez çûm ber firneya ku hoste lê pîzza çêdike. 2 dolab tijî hevîr bû û tevî ku di kelekela danê nîvro de em çûbûn, gelek kes hatibûn pîzza bixwin. Li ser maseyên din, kesên ku ji Ewropa hatibûn hebûn. Li yekê jî 4 memûr rûniştibûn, ji bo navrojê hatibûn heya Kafroyê . Gundê Kafroyê, gundekî Suryanan e û ji navenda Midyadê 12 km dûr e, welle xelk ji zikê xwe hez  dike 😂 Em jî bi taybetî ji Qoserê rabibûn û hatibûn. Min ji hoste re go "Gelo îzna te heye ku te temaşe bikim û çend fotoyan bigrim?" go "Tu û kêfa xwe", mala wî ava :)




pîzza çêbû û hat ber me. Min Pizza De Helanzane ( heheeyyyt tîpek di nav navê te bûma :) ) xwest. Di ya min de sebzeyên demsalê ( kundir, bacanên reş, isotê sor ) û goştê mirîşkan hebû û li ser jî yên soskirî hebûn, ew sebzeyan pir bala min kişand û min ew xwestibû .



Erê Pizza De Helanzane ;

Ji ber ku li zaningehê jî li ser nên me gelek ders dîtîbûn, gava min perçeyek rahêşt destê xwe û tekstûra wî nanî dît, min go "Helal be, çi xweş hatiye hêvankirin/mayakirin. Ev yek! Ne şîrîn bû lê têra xwe nerm û teniiiikk bû, fenanî pelê cixareyan. Ev dudu! Kêfa min ji nanê tenik re tê, tabî ev jî zewq e. Paşê  abê tu çawa fikirî ku wan sebzeyan bixî tevî hev? Lihevhatina wan min zehf eciband. Bi kundirê Toriyan re pîzza min xwar û sebzeyên sorkirî qet ne bi rûn bûn. Ew baharatên ku li goştê mirîşkan kiribûn jî pir xweş bû, min ji marîna wê zêde hez kir. Ev sisê. Kêmasiya wê 29 tl bi min gelekî zêde bû ji bo ew pızzaya.

Min li restoraneke pir baş,  ji destê hosteyekî jêhatî pîzzayeke xweş nexwariye. Encax Domino's û Pizza Pizza filan bêvan. Heger kûra dowîz werê bidome zor e lê min dil heye ku biçim Ewropa û bigerim. Ez dikarim werê bibêjim, heya ku ez biçim wan deran û pîzza bixwim, ev pizzaya herî baş bû ku min li van deran xwariye. Dest û milên te sax be hosteyê delal, yên ku çûne li Kafroyê pîzza xwarine, ez li benda fikrên we me jî :) bimînin di xweşiyê de 🌸

TE EV XWENDIN?

10 yorum

  1. Niha ji zikê min deng tê, destxweş û eger tu yê biçî Ewropayê, teqez pîzzayê Napolî bixwe! Tu yê ji min re duayan bikî :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ahah berî biçim ez ê listeyekê amade bikim ji bo xwarinên wir lê niha de min gotina te not kir :) Tu sax bî :)

      Sil
  2. Ez jî çum vî gundî min got ez xwe ji vê tirşikê nehêlim. min pizza li italya jî xwariye lê tama vê jî nêzî wan dera ye. mekan jî xweş bu gund jî. Ji xwe li benda nivîsa te bum. Destxweş 😊😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bendemayîn peyvek pir dirêj e lê bi bendemayina xwendevanan kêfxweş im ^^

      Sil
  3. Niha ji zikê min deng tê, destxweş û eger tu yê biçî Ewropayê, teqez pîzzayê Napolî bixwe! Tu yê ji min re duayan bikî :)

    YanıtlaSil
  4. ez çend caran çûm Kafro ya jî bi navê wê yî rastî Kefrê û mi pizza kirîve xweyî Suryanî xwar. Berî her tiştî pîzza ya wir wek pîdeya çê dikin û ti xweşbûna wê nîne. nanê wê dişewitê û tama nanê şewitî qet ne xweşe. Aliyekî pîzayê wê yî baş heye tenê ew jî pizza ya bi kerenga li ser rûyê dinyayê tenê li wir heye û hew. Teybetmendiya KAFRO PİZERİA ewe; li serê çiyayê Bagogê'ye û yekî Sûryan hostayê wê ye naxwe ne go pîzzayê wê xweşe. ez bawer dikim li serê wî çiyayÎ yekî misilman (ne go ez cudahiya dixim navbera baweriya lê a rast eve) ev kar kiriba deh kes ne diçûn cem.











































    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. pizzaya min xwar nanê wê ne şewitî bû û min ji lezzeta malzemeyan hez kir, xêncî wê dengvedana wê ji ber ku hoste Suryanî be jî bila be, bila ew jî nanê netewan xwe piçek bixwin jixwe têra xwe kişandin. Silavên germa germa lê ne yên şewîtî ( ji ber ku tu ji tahma wê hez nake:) ) ji te re :)

      Sil
    2. ser çava ser sera silaven te qurban :)) kirive meyi Suryan heq dikin vena hema karin pizzaye xwestir çekin :))

      Sil
  5. Hevalekî li jêr şîroveya xwe kiriye; gotiye yekî misilman ev pîza çê kiribûya 5 kes nediçû cem... Lê li gor min ya rast jî ev e. Ez misilman im lê, çi xirabî û nebaşî tê ji misilmanan tê. Jixwe ji bo ku ne misilman in bi taybet ez dixwazim biçim pîza ya wan bixwim :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. min tahma wê jî ecibandi bû, heqê wan nexwin hûn jî :)

      Sil