AVA BERRİYÊ, BIYOK Û DERMANÊ DILAN

Kevanî - 00:41


Van salên dawî bi xêra sondaja bîran û bi xêra xeta ava Beyazsu/Serêavê , êdî berriya Mêrdînê jî ji avê têr vexwar. ( silav ji kedkarên Lodublajê yên ku digotin Serêavê a kê ye ? :) ) Gava meseleyên bîran vedibin îja çiyayî jî payê ji xwe re derdixin û dibêjin we kaniyên me hemû çikandin, hûn pê re kêfê dikin. Ez jî bêjim ; kî jîr be bila texsîr neke, heqê me di her gava vî welatî de heye :)

Welhasil îja piştî av hat van deran, xelkê ji xwe re darên meywan çandin. Ew dar mezin bûn û êdî tu kêmasiya me ji Akdeniziyan nema. Em jî meyweyên xwe ji daran dikin û dixwin û tew wêneyên li ber dara em dikşînin jî li ser. Rebbîî çi nîmetek mezin e.

Ew darên ku hat çandin yek ji wan daran jî darên biyokan bû. Darên biyoka di bin biyokan de dimîne dawiya payizê de. Axir zû bi zû xera nabin ew biyok. Dîsa jî êdî biyok bû nesîbê sifreyên me jî. Rîçal û şêraniya wan  gor bavê min qet şûna dimsê negire jî dîsa jî xweş in.

Çend roj berê bû, hevalek min got ez ketime derdekî bê mirad. Tu dibê qey barê ev bajar giş sitûyê min de ye. Hah min go dermanê te li cem min e, ne ket serî de keniya .  min sêniyek şêranî di destê xwe de çûm cem . Îja ev tarîfa ku dermanê derdan , dermanê dilan min go bidim we jî ;

- pêşî biyokan biqeşêrin

- şerbetekê di kêlekê de bikelînin, ew dendikên biyokan jî bavêjin nav şerbeta wê.



-biyokan raste rast têxin tepsiyê her yekê kevciyek du kevcî şekir deynin ser.

-şerbeta we kelandiye jî têxin tepsiyê de, gor daxwazê darçîn û qernefîl jî

-ser tepsiyê bi alimunyum folyo bigrin û bavêjin firnê.



- 2-3 saet bi agirekî kêm bila bikele

-êdî hazir e gwîz û qeymaxên xwe dînin ser, noşî can be :)



TE EV XWENDIN?

0 yorum