ZEYTÛNÊN DÊRIKÊ-2

Kevanî - 08:57

Zû de ye ne li van deran im. Nanoziko wer bê xwedî, wer sitû şikestî bû.. Ev axa miriyan bi zeytûnên Dêrikê re min ji ser xwe avêt. Kurdîheznooo, silav ji we re :) Way hatim !



Her sal di meha yazdehan li otoxara Qezê bazara zeytûnên Dêrîkê vedibe. Yanî xelk giş wer dizanin lê kê go bawer nekin. Dêrîkî zeytûnên xwe nav hev de hiltînin û nagihê tu derê din bo firotinê. Yên digihê jî belkî efareya li bin bin. Xwarina me ya Dêrikiyan zatî ne ji adetê yê jixwe. Sênî sêni em dixwin. Paşê em dibêjin çima em giş  werê girs in, ev qanûna xwezayê ye hemwelatiyên min :)



Min jî berî da otoxarê Qezê , zeytûnfiroş dezgehê wan li ber hev, ser hev diponijîn, kes tune bû. Welle her tim fedî dikim ku wêneyan bigrim û herim bi wan bazirganan re bipeyvim. Min ji yê serî dest pê kir û min dest pirsan kir , wî jî rasterast pirsî go; ' Xwarzê tu ji Dêrikê ye ? Peyva te wek a wan e' ; got 'Sercavan re '.



Go ; ' Serî de bêjim zeytûnên Dêrikê em nafiroşin , yanê tune ku em bifiroşin. Ew ê ku li Dêrikê şîn dibin encax têra Dêrikiyan dikin. Em li vir zeytûnên ku ji Mût, Îskenderûn, Nîzîp , Ayvalıx'ê tê difroşin. Yên herî pir dişibe zeytûnên Dêrîkê yên Nizipê ne. Bûhayiya zeytûnan diguherin lê yên Mûtê yên herî erzan in. Ji 6 lîreyan heya 8 lîreyan me firot. Yên Îskenderûn dor 10 lîreyan û yên Nîzibê jî dor 13-14 lîreyan me firot. Li vir makineyen bo ku şikandinê heye. Eyara  ev makineyan heye, gor mezinbûna zeytûnen em eyar dikin û makîne jî dikûte. Hinek gir û hinek hûr bin nav de yên nehatiye kutandin jî çê dibe. lê girsbûna wan yek be teko teko tê şikandin. kiloyan zeytûna em bi nîv lîreyê dikûtin .'  Heta yên hatibûn kutandin û di nav ava xwe de hazir û nazir tê firotin jî hebûn. Bazirganên niha kar ji kevaniyan re nehîştine , helal be :)



 Êdî methên zeytûnên Dêrikê bidim , hew qas agahî bes ji bo biyanan :) Serî li xwe mezinkirin karê me Dêrikiyan e. Gelek cûreyên zeytûnan heye li Dêrikê , lê yê ku min zaroktî de bihîstiye û malbata min timî dikirrîn yên xirxalî bûn. Hûrik, têra xwe şîn û bi eklek zêde û zeyta wê jî zêde ye. Gava tu yê zeytûnan ji meter bi desta derxe mîsal, teqez destê te di zeytê de dimîne . Cûreyên din jî kejik, zoncik, belotî, melemelî û hwd. Ez hemûyan nizanim. Em ji gundên Dêrikê ne , lê tişteke ecêb e, yên li gundên me şîn tê nayê xwarin ,tahmsarkî ne. Em wan dikin zeyt û dixwin. Ji bo xwarinê jî em ji  navçeyê distînin. Îsal bûhayiya wan dor 15 lîre bû li Dêrikê.

Çawa şêrîn dikin em van zeytûnan ? Pêşî em dikutin, dixin nav ava xalî ( yanî ava bê tiştek ). Her roj ew ava li ser diguherînin  heya ku ew zeytûn ber şêrînbûnê diçe. 7-8 rojê din îja em dixin nav sîrawkê (ava şor)  ku nerm nebe û mihefeze bibe.

Ez heya ku zeytûnên Dêrikê zivistanî nexwim, wek tim birçî bim. Zeytûnên din jî qet ber dilê min nagirin.

Dêrîki bi kêfcîbûna xwe deng vedane. Heger hûn bipirsin , erê rast e , zeytûnên herî xweş Xwedê teala kiriye para me. Ka bêjin em çima ne kêfcî bin :)

TE EV XWENDIN?

0 yorum