Ca min go “Êvara înê ye, heft nanan belav bike. Bila têkeve ber qeza û belayan”. Nan baÅŸ e. Min heft nan dan heft malan.
Gava dibêjin nan, ez tim bêriya nanê tenûrê dikim. Mala kalikê min, maleke mezin bû, car caran ger mêvan pir bûna, wê gavê ji bajêr nanê firnê dianîn. Xalekî me hebû; digot 'Ka ew kevaniyên berê. Welle ji bo ez têr bibim hewce ye ez nanê firnê têxim nav nanê tenurê.' Nanê bajêr ê firnê wek nên nedihesiband, wek xwarinekê hesab dikir.
Ez divê bêjim; mesela nanê tîrê jî, li ser sêlê lê dixin. Bi îsotên biraÅŸtî re, bi bacanliyan re derman e ew nan. Gava jin forsa xwe davêjin hev an jî wexta pesnê hinekan didin dibêjin; “welle nanê ku ew lê dixê wek pelê cixarê tenik e.” Wê rojê jî civata jinan geriyabû. Dîsa bahsa tenikbûna nên bû û xaltika min tew pê qayîl nebû û go “tew bûka min wek pelê sîrê tenik lê dixe.” Li vê herêmê peyveke werê heye, dibêjin: “Derîkî li mala xwe jî xwe li ser meriv digrin; li mala meriv jî xwe li ser meriv digrin.” Mixabin 😊
Perxudres jî van rojan li ser xwarinê dinivîse. Di nivîseke xwe de behsa nanê Diyarbekirê kiribû lê bi min nanê Diyarbekirê nikare bigîhê yê Ûrfayê . Ew nanê wan î lawaÅŸ çer tenik e ya û yê ku jê re dibêjin ‘tirnaxlî’ jî gelekî xweÅŸ e. Ez gava ji xêynî Riha û WêranÅŸarê cîger û kebaban dixwim wekî ku min nexwaribe. Ji ber ku li cihên din nanê di ber de didin qalind e û ne li gorî kebaban e bi min. Ceger û kebabê Ûrfaliyan, ji ber nanê wan jî deng vedaye bêguman.
Ama yanî îro dema tu li Qoser û Mêrdînê dinêrî, her der bûye ‘Diyarbakır Ekmek Fırını’. Li Qoserê xelk piranî Nanê Carbekirê tercîh dike. Åžikl û qalindbûna nanê Carbekirê bi min ne pir fewqelade ye. Le diyar e xelk jê hez dike.
Nan li cem me qiymetli ye pir; mîsal em ji hev re dibêjin “ez ê îro nanekî bidim te”. Yanî navrojek an jî şîvek ez ê ismarlamîşî te bikim.
Nan, nan, nan… Ez bi xwe nanê tisi pir naxwim; bixwim jî ji bo sihhetê, yê neqeÅŸartî (tam buÄŸday) dixwim. Ez tawsiyeyî derdora xwe jî dikim lê kes zû bi zû dev ji wî nanê spî yê wekî kitana dayikê bernade.
ÃŽro 8ê adarê ye, sloganek li qafê min dizivîre ‘jin, nan, azadî ’. 😊 Hevalên jin, ez we maç dikim.
Slav û hurmet.

![]() |
| nanê tîrê |

| tirnaxlî |

| cîger |
Ama yanî îro dema tu li Qoser û Mêrdînê dinêrî, her der bûye ‘Diyarbakır Ekmek Fırını’. Li Qoserê xelk piranî Nanê Carbekirê tercîh dike. Åžikl û qalindbûna nanê Carbekirê bi min ne pir fewqelade ye. Le diyar e xelk jê hez dike.
![]() |
| Ev wêne firna mehella me ya 'lüx diyarbakır fırını' ye. Li ser hesabê wan ê Facêbookê hatiye girtin. |