facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO

Gava hilma min teng dibe, xwe davêjim kuçeyên vî bajarî. Mala me nêzîkî sûkê ye, tew nikaribim biçim jî gava ji kar vedigerim, du-sê durax berî malê dadikevim û dimeşim. Derdora xwe, însanan, esnaf û bazirganan temaşe dikim. Sikakên vî bajarî, barana ku îsal nebariya, ew axa hişkbûyî, galegalên devê xelkê, şerê ku balafirên wê timî li ser me derbas dibin. Paşê ew xaniyên mistaqîl, tenûrên di hewşa wan de, ew textên hesin-şîn, bêhna sobeyên êzingan, zarokatiya min tîne ber çavê min; tim û tim bêriya zarokatiya xwe dikim, ev kuçe, behna min derdixin.

Îro dîsa daketim sûkê û ji bo we min li al-wêra xelkê nihêrî. Ka ez qal bikim li çarşiyê çi hebû çi tûnebû. ( Qiziltepelî ji bo "danûstandin"ê dibêjin "al-wêr" 😊 )


Pêşî çavên xwe li tiÅŸtên ku li ser vê axê şîn dibin digerînim. Ax pîroz e li gorî min û tiÅŸtê ku li ser axa vî welatî şîn dibe jî ewqas miqades e. Loma jî gava sebzeyan (fêkiyan) distînim tim dipirsim:  ‘yerlî ye? ‘, gava go 'erê' dîsa dipirsim:  ‘yê ku ye?, kîjan gund?'. Xurs, di devê pazarciyan de bûye beniÅŸt. Hertim dibejin ‘yê Xursê ye‘, rast e nizanim; xêr û guneh di sitûyê wan de. yanî bifikirin ku ew fêkî, yên vê axê ne. Mîsal gava bayekî xweÅŸ rûyê we germ kiriye ew fêkî jî, bi heman bayî xwe girtine. Bi min  ev tiÅŸtekî muhteÅŸem e. Ji vê hîsê hez dikim. Åžert û mercên em tê de ne yek e, ev fêkî belkî ji her tiÅŸtî baÅŸtir ihtiyacên laşên me zanibin belkî. Helbet dixwazim hilberîner û cotkarên welêt qezenc bike ema meseleya min ne ev e bi rastî.





 Zivistan e, em di meha Çileyê de ne, berê xwediyên 'erdan ji xeynî genim û garis tiÅŸtek nediçînin. Êdî yên marol, tirp, lehane û tiÅŸtên werê diçînin jî hene. Ez tim ji manawê ku hertim danûstendinê jê dikim dipirsim. Min dîsa pirsî û min got 'yên ku ne?'. Got li ser riya Nisebînê nasekî me ji xwe re sera çêkiriye û vê zivistanê şênkayiyan giÅŸa ji wir min anîne. Min got; pir baÅŸ e.

Ev demekê bû ÅŸilî tunebû. Xelk di dolmîşê de, di sûkê de tim vê hevokê dibêje: ‘ ÃŽsal rihma Xwedê kêm e, Xwedê me ji afatên mezintir bisitirîne.’ Çi bejim; ‘Amiinnn!’

Hefteya çûyî li gundeki Qoserê bi navê Boxaziyê ‘kuÅŸ gribi‘ hat tespîtkirin. Rayedaran elok, mirîşk, werdek û qazên li wî gundî giÅŸ xistin bin kontrole û ew îtlaf kirin. Demsala elokan e û heta hefteya borî jî derdora  elokfiroÅŸan bi mirovan tije bû.  Diyar e xebera kuÅŸ gribi li piyaseya elok û mirîşkan xistiye. ElokfiroÅŸ û mirîşkfiroÅŸ kûr kûr diponijin  li ber dikanan. MiÅŸterî kêm in, hilma wan teng e.




Halê mirîşkfiroÅŸan jî werê bû lê kêfa qesaban li cih bû. Ji bo çend pirsan bikim ketim qesêb. Li ber wî goÅŸtê karan hebûn û hûr dikirin. Min go “ev goÅŸtê ewqas pirr ji bo çi ye?” Got:  “azayiyek (tazîyek) heye ji bo sê rojîya wê ye. min go “rehma Xwedê lê be.” Dûrî mala me û dûrî malên xwendevanan be; gava kesek mir di taziyê de, roja sisêyan xwarineke pir çêdibe û hemû kes tên, mewlûd jî tê xwendin. 
 Got “ez ji sala 91’î de qesabiyê dikim. Min go “bi qasî emrê min yanî”, keniya . Min kiloya wê pirsî. Got  “derdora  38 lîreyan e lê li gorî ku tu ku dera heywanê dixwazî diguhere.” Got “siberojê dibe ku piyaseya goÅŸt rabe û fiyet buha bibe. Ji peyva wî diyar bû ku li benda buhabûna goÅŸt bû. Li Tirkiyê îro yewmîyeya karkerekî  55 lîre ye; yanî ji sibehê heta evarê bixebite nikare 2 kîlo goÅŸt bikirre.
Gava diherim sûkê bêtir feqîriya însanên me ferq dikim.


Me go goÅŸt, lazim e ez vê jî bibêjim ku qelîya deÅŸtiyan a navdar jî daketiyê sûkê. Wekî  her sal; kiloya qeliyê derdora 55-60 lîreyan tê firotin. Min qet ji çarÅŸiyê nestendiye, baweriya min zû bi zû bi xwarinên hazir nayê.



Ne wextê qatix e(ji bo tiÅŸtên ji şîr tê çêkirin em dibêjin ‘qatix’). Çimkî şîrê pez biharê pir dibe. Zatî bînin bîra xwe, di zarokatiya me de ji bo zivistanê penêrên xwe didan bûzxaneyan / sarincan û zivistanê jê distendin. Çend dikanên penêrfiroÅŸan hebûn û penêrê çêlekan tê de difrotin. Zatî di sîrawka xwe de ew pêner nû çênebûbe jî bi rihetî dikaribûn bifrotana. Li gorî cûreyên penêr, ji 8 lîreyan heta 18 lîreyan penêr hebûn. Bo nimûne; yê helandî, yê teze, yê gulîka..



Ji bo we min îro çavê xwe li van tiştan gerand, difikirim ku car carna dakevim sûkê û nivîsên werê binivîsim.

Silav û hirmet..


10:54 2 yorum

Îro ez ê behsa fêkiyên(sebzeyên) hişkkirî û dolmeyên ( Li cem me ji dolmeyan re dibêjin Kortik an Kodik) me yên navdar bikim. Li herêma me ji qittî bigrin heya şelengoyan , bacan, îsot, pîvaz, dolme(kundir); tiştên ku hundirê wan vedibin giş tên dagirtin.

Le îja fêkiyê hişkkirî çi ye? Ew ji ku derket? Çima fêkî tên hişkkirin? Zemanên berê fêkiyên havînê, ji bo ku zivistanê jî bên xwarin an jî bikaranîn dihatin hişkkirin. Ew tava deşte ya tûj, hişkkirinê hêsan dikir, hê jî dike. Fêkî ji bo tirşikê dihatin hûr kirin, li ser sîniyan radixistin û li ber tavê ew hişk dikirin. An jî ji bo dolmeyan dihatin vekirin, bi benikan dihatin dardekirin û dîsa li ber tavê dihat hişk kirin.

Ev berê seba tinebûnê bû le êdî ew tehma wan ketiye bin zimanê me û em nikarin devjê berdin. Hê jî em hiÅŸk dikin û em bi kêf dixwin. Ji bo kesên nikarin bi xwe hiÅŸk bikin, li ser internetê jî malperên ku fêkiyên hiÅŸkkirî difroÅŸin hene. Min li çend malperan mêze kir, yek ji wan jî www.yerli.market/ e. Siteyek kêrhatî û ewle dixuye. Benikên 50 heb bacanên (yên reÅŸ) hiÅŸk di vê malperê de 15 lîreyan, 50 hebên îsotan jî bi 20 lîreyan e. Diya min dibêje; dinya bûye rihetî :)

Gava li zaningehê bûm, car carna hesreta xwarinên diya min dida dilê min. Rojek min dît, li Komageneyê (bi Ecînê [çiğköfte] xwe navdar e), dolmeyên hişk (ên dagirtî) tên firotin, min go ez bicerribînim;helbet tahma wan ne wekî yên malê bû le dîsa jî li gorî yên hazir ne xirab bûn, belkî em xwendekar bûn û ji tinebûnê bi min xweş hatibû, nizanim. Li Komageneyê 250 gramê îsot û bacanên hişk ên dagirtî jî bi 7 lîre û nîvan e. Heçiyê dixwzin biceribînin, bila haya wan jê hebe.


Ka em vegerin ser meseleya xwe. Em çi hişk dikin? Mîsal; bacanênreş, îsot, kundir(kabak), fasolêşîn,bamî. Dolmeyan em qet bê simak çênakin, li cîhên din çilo ye nizanim lê li ba me simaqa hebî dikeve nav gelek xwarinan û jinên me pir ji tirşayiyê hez dikin.

Baş e; me ewqas behsa hişkkirinê kir; vêga ez ê tarîfa dolmeyên hişkkirî bidi we û dilên we xweş bikim xwendevanên ezîz.

Melzeme:

  • birinc
  • goÅŸtêsor
  • fêkîyên hiÅŸkkirî
  • li gorî daxwazê lehane, pel
  • birinc
  • bexdenûs
  • îsotê şîn
  • bacanê sor
  • îsota hûr
  • ava bacanan
  • pîvaz
  • sîr
  • simaqahebî
  • xwê
  • zeyt ( bi xwe ya zeytûnan bikar tînim)
Ka werin em dest bi çêkirinê bikin. Lazim e em pêşî simakê têxin avê. Ji bo 4 kevcî simak, teqrîben 2 qedeh ava tîndayî bes e. Me simak xist avê , em ê deynin aliyekî. Ketilek ava kelandî em ê berdin beroşê û binê wê pêxin. İsotê hişkkirî nêzî 4-5 deqîqeyan bikelînin û derxin. Pişt re bacanên reş ên hişkkirî jî werê bikelînin. Gava ez dadigrim miheqeq pelê lehaneyan jî dixim nava kortikên hişk, çimkî; diya min gelekî ji leheneyan hez dike. Destên wê radimûsim :) Ger hun jî bixwazin dikarin lehane, pelê meywan û hwd. tevlînav bikin.


Ez ê bi 4 qedeh birinc çê bikim. Me bexdenûsek hûrkir, bacanê xwe yê sor û îsotê şîn jî hûrik hûrik hûr kirin. Me goştê xwe ji sarincê derxist Hin baş neheliya ye em ê hûr bikin. Gava qeşaya goşt baş neheliya be, xweştir tê hûr kirin. Bila di bîra we de be :)



Ava bacanan, xwê, bacanên sor, îsotê şîn, zeyt, îsotahûr, bexdenûs û goştê xwe yê hûrkirî em ê baş li nav hev bixin. Em ê simak di ser de biparzinin û dîsa li nav hev bixin. Êdî navikê dolmeyên we hazir e. Piştî ku me simaka xwe parzinî, em ê dîsa hinek av berdin ser. Gava ku dolmeyan em dikin bikelînin, em ê vê bera ser bidin.


Îja em ê dest bi dagirtinê bikin. Kesên ku pîvaz û sîran dixin nav birinca wê jî hene lê ez sîr ûpîvaznaxim nav navikên wan, dixim bin beroşê çimkî tehma wan bide temam e lê bi min ; li birincê nayê. Di bin beroşa xwe de , 2-3 serî sîr û 2 pîvaz tiqalkî bikin (pir ji vê peyvê hez dikim; tiqalkî :) ) deynin bin. Min goşt jî xist bin beroşa xwe, em gelek caran hestî an goşt dixe bin beroşa xwe , ne şert e tabî, ev gorî dilê we ye. Me kortikên xwe giş dagirtin, beroşa me tije bû. Em ê sêniyek deynin ser ( ji bo ku kortikên me xera nebin). Ava kelandî û xwê ya xwe ser de kin û ew simaka me dîsa av xisti bû ser jî jibîr nekin, bera ser din. Av ser dolmeyên we bikeve temam e, zatî heya ku dolme tê dagırtin birinca wê gelekî dinermije, pir avê nexin ser.

Li bendê bimînin bila kel pê de bê, piÅŸtî ku çend kelên baÅŸ lê ket, binê wê hûr bikin. Dora 40 deqîqeyên  di em dikarin binê wê bigrin. PiÅŸtî ku we girt 5 deqîqe bila bisekine û dolmeyên xwe bera ser siniyê bidin.


Va ye hazir e, mastê mîha dermanê vê xwarina ye. Deynin ber û afîyeta we be :)
07:40 No yorum
' Te behsa patîleê qenc bike
Çi reng tête xwarin zebanî veke

Digel runê teze we toraqa pak
Bi zehter1 welê qenc bi tenik be jî çak2

Eger bête pehtin bi sêlê bixwu
We ger bi firinê ye esla mexwu

Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr
Tu guh dêre vê bendê3 min ey emîr

Eger nakî bawer ku patîle xweş
Bipirse ji ÅŸiblî efendiyê leÅŸ4  '

Ji Bo Meraqliyên Wê

Ev beytên li jor bi destê Şêx Muhyedînê Hênî hatiyê nivîsin. Min ev beyt ji kîteba ya bi navê ‘ Beyana Xwarinan û Zewqên Wan ‘ girtin . Şêx Muhyedînê Hênî di sedsala 19 emîn de jiyaye.
Ez ê îro heta ji min bê qala Patîleyan bikim. Ewilî ez vê bejim; li gelek cîhan ji Patîleyan re dibêjin Şamborek/Şanborek.

Li gorî Şêx Muhyedînê Hênî, ji bo patîleyan hevîrê tenik divê, ji bo navikê wê jî toraq û cahter divê. Helbet wekî ku her kes dizane vekirina hevîrekî tenik hunerek e û ji bo piştî biraştinê jî rûnê teze divê. Şêx jî dibêje, tehma yên firinê qet nagihê yên li ser sêlê biraştin.

Patîleyên Kurdî

Pekî Toraq çi ye? Min bihîstibû lê ji bo piÅŸtrast bikim, min ji porspîyên malbata xwe jî pirsî. Zemanê berê xelkê dew dikula ji bo rûnê nivîşk. PiÅŸtî dew dihat kulan , ew rûn ji ser dihat girtin. Ew dewê mayî ji bo qusandinê dihat kelandin, piÅŸtî kelandinê tê parzinîn û ya mayî wek lorikê dixuye. Hahh! ÃŽÅŸte Toraq ew e. Gotin Toraq û Lorik ne eynî tiÅŸt e. Toraq ji dew, lê Lorik ji ava penîr an jî ji şîrê qusiyayî çêdibe.

Cehterî jî gihayek e, tê hişkkirin an jî bi şînî tê xwarin. Min ji xaltîka xwe ya 55 salî pirsî, got; me di ciwaniya xwe de tim dixwar, piştî em çûn bajaran me fahm kir ku tehma wê dişibe ya Kekîkê. Go berê li dora çemê gund şîn dihat û diket dahnokê, mehîrê û hwd. Herî zêde jî gava goşt dihat biraştin pîrika me ew bi kar dianîn.

ÃŽro li herêma me, piranî goÅŸt û pîvaz, dixin navikê patîleyan; yên penêr dixinê jî hene tabî. Yên  penêrên cûr bi cûr bi kar tînin hene; Penêrê Helandî, Lorik, Penîrê Sîxikan. Lê îro-ro, dev ji bikaranîna wê berde, mixabin hema bêje kes nizane ku Toraq çi ye . Gava penîr dikevê, hinek bexdenûs jî hûrik hûrik tê hûrkirin û tevlî penêr tê kirin. Kesen ku cehterî nas dikin pir kêm in û wek berê hew şîn jî tê û nayê xwarin jî.

Mixabin ez bi kêrî vekirina hevîr nayêm. Nizanim vekim û patîleyan çêkim jî. Ez wê rojê mevanê hin canikan bûm û ji min re Patîle vekirin. Hemû yê goşt bûn. Ji bo ez tehm bikim çend hebên bipenêr jî çêkiribûn. Wekî min got êdî gelek kes bi goşt û pîvaz navikê xwe hazir dikin.



Bi rastî jî pir xweş bûn . Min jî ji bo we çend pirs ji wan kirin.

Min got; gelo gava meriv patîleyan çêdike çi muhîm e?

Gotin; wekî hûn zanin pêşî ji bo patîleyan hevîr tê vekirin û dawîyê navik dikeve nav hevîrê ku bi tenikî hatiye vekirin. Paşê jî li ser sêlê de dê biraÅŸtin. Em ne qiyme, goÅŸtên ku bi destan hûrik hûrik tê hûrkirin, yanî goÅŸtê kêrê dixin navikê. Ji bo lezzet û ekla xwarinê  li cîh be.
Hevîrê wê bila hilatî be, meriv bi hevîrê şikeva diêşe.
Pîvazê ku hûn ê têxin navikên patîleyan jî, bi destan hûrik hûrik hûr bikin, nexin robotê. Em pîvaz û goÅŸt hama bêje wek hev dixinê, pîvaz ku pir hindik be, bi min ne xweÅŸ e. PiÅŸtî we pîvaz hûr kirin, kevçiyek xwê bavêjin ser, pîvazan bi xwê re baÅŸ bifirkînin û dawiyê biÅŸon. Hûn zanin gava ku pîvaz hebkî zêde dikeve xwarinekê, meriv bi wê jî diêşe. Ji bo mêvanên we bi dilêkî rehet bixwin û piÅŸtî xwarinê jî pê neêşin li vê dîqat bikin.

Min got; dest û milên we sax bin.

Wan jî got; efîyeta canê we be 😊


 1  Di nav Kurdan de îro wek ‘cehter’ jî tê binavkirin û navê gihayekî ye ku dikeve nava xwarinan û wek baharat tê bikaranîn.
2  XweÅŸ, leziz
3 Her çiqas ev peyv di metna orjînal de wek ‘bend’ê hatiye nivîsin jî, li gorî peywendê lazim e ‘pend’ be, yanî ‘şîret’ be.
4 Şiblî, bi erebî ji têjika şêr re tê gotin. Yanî eger tu nake bawer ku patîle xweş e, ji şêrê ku leşan bixwe pirs bike, ew ê jî bibêje ku patîle xweş e.


08:49 4 yorum
Çima em Kurd ewqasî goşthez in û kêfa me ji goşt re tê? Ev kultura goştxwarinê çawa ewqas di jiyana me de cih girtiye? Bi rastî ez meraq dikim, ji ber ku ez ji vê meseleya ne razî me. Mîsal; ka bifikirin, em fêkî û şênkayî/hêşînahî kengî dixwin? Li kêleka xwarinê tabî. Goşt û girar taca serê sifreya me ye û li hindê jî selete, tirşik, cacik û hwd. Tirşik jî goşt (hebe) û hestî (ku goşt tine be) dikeve hundirê wê, ji bo ku tehma wê xweş be(!). Hûn jî dibihîzin; tixtor û pispor hertim dibêjin; ji bo sihetê lazim e em zorê bidin fêkî û şênkayiye. Lê gava em lê dinerin; ji xeynî gihayên wekî kereng, tolik, aqbandir, pirpar, dobelan, yanî tiştên li van herêma şîn tên ,kes bi dilê xwe şênkayî naxwe mixabin. Ev kêmasiyeke pir mezin e .



Dixwazim behsa fêkî û şênkayiyê bikim piçekê. Çima em bixwin yabo, goşt xweş e ma ne? Hûn hêj ciwan in, haya we ji bayê felekê tine tabî, hûn çi dixwin maşalle laşê we jî metabolizmaya we jî diferîkîne û ne xema we ye, kêfa we ji çi re bê hûn dixin zikê xwe. Hûn qet organ û lebatên xwe nafikirin. Berî ku ez li ser vê beşê lîsans biqedînim, ez jî werê bûm.

2 madeyên muhîm di fêkî û şênkayi de hene: Antîoksîdan û Diet fiber/Diyet lif.

Ez serê we zêde neêşînim, bi kurt û kurmanci, ewilî behsa Antioksidanan bikim. Ev Antioksidan, bi hin radîkalan re herbê dike. Ev radîkal, rê li ber nexweşiyên wekî şekir, tansiyon, qansêrê vedikin. Heger hûn naxwazin bi van nexweşiyan bikevin, tedbîra herî mezin xwarina we ye. Antioksidan têsîrê pîrbûnê derengtir dixe.

ÃŽja ka em li Dîet fiber binêrin. Ê wê jî gelek feydeyên wê hene lê vê zanibin, heger problema we ya mehandinê (sindirim) hebe, hûn kevs in. Mîsal heke Hemoroît bi we re hebe hewce ye hûn zorê bidin şênkayiyê. Ji ber ku Dîet fiber, hereketên rêviya me ya qalind serrerast dike. Di heman demî de gava ku hûn xwarinên ku ji aliyê Dîet fiberê ve  dewlemend dixwin, bi kaloriyeke hindik hûn ê derengtir birçî bibin . Kîjan xwarin ji aliyê Dîet fiber û Antîoksîdanan zengîn e pekî? Sêv, bacan, gezer.. yanî çi fêkî hebe (ama yên biqalik tabî, dev ji keÅŸartinê berdin êdî heyran! ne tu hawe ye.)
Ger hûn dixwazin dereng pîr bibin û nexweşiyeke bê derman nebe derd ji we re, li xwarin û vexwarina xwe miqate bin, zêdetir cîh bidin fêkî û şênkayî.



Yanî wekî di vî fotografî de, gava we şênkayî dît bila ecîn (çîka Urfaliyan), an goÅŸtê biraÅŸtî neyê bîra we 😊 (ez jî piçek werê me mixabin ). Qedrê xwe  bigrin, ji bedena xwe hez bikin, bizanibin ji we re çi qenc e û çi xerab e.


Bimînin di xêr û xweşiyê de.
10:41 4 yorum
Nivîsa Nûtir
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ►  Aralık (1)
    • ►  Kasım (1)
    • ►  AÄŸustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Åžubat (2)
    • ▼  Ocak (4)
      • ROJEK LI SÛKA QEZÊ-1
      • DOLMEYÊN HIÅžKKIRÃŽ
      • PATÃŽLE ( ÅžANBOREKÊ MÊRDÃŽNIYAN)
      • EY KURDÊN GOÅžTHEZ!
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin