Gava
hilma min teng dibe, xwe davêjim kuçeyên vî bajarî. Mala me nêzîkî sûkê ye, tew
nikaribim biçim jî gava ji kar vedigerim, du-sê durax berî malê dadikevim û
dimeşim. Derdora xwe, însanan, esnaf û bazirganan temaşe dikim. Sikakên vî
bajarî, barana ku îsal nebariya, ew axa hişkbûyî, galegalên devê xelkê, şerê ku
balafirên wê timî li ser me derbas dibin. Paşê ew xaniyên mistaqîl, tenûrên di
hewşa wan de, ew textên hesin-şîn, bêhna sobeyên êzingan, zarokatiya min tîne
ber çavê min; tim û tim bêriya zarokatiya xwe dikim, ev kuçe, behna min
derdixin.
Îro
dîsa daketim sûkê û ji bo we min li al-wêra xelkê nihêrî. Ka ez qal bikim li
çarşiyê çi hebû çi tûnebû. ( Qiziltepelî ji bo "danûstandin"ê dibêjin
"al-wêr" 😊 )
Pêşî
çavên xwe li tiştên ku li ser vê axê şîn dibin digerînim. Ax pîroz e li gorî
min û tiştê ku li ser axa vî welatî şîn dibe jî ewqas miqades e. Loma jî gava
sebzeyan (fêkiyan) distînim tim dipirsim:
‘yerlî ye? ‘, gava go 'erê' dîsa dipirsim: ‘yê ku ye?, kîjan gund?'. Xurs, di devê
pazarciyan de bûye benişt. Hertim dibejin ‘yê Xursê ye‘, rast e nizanim; xêr û
guneh di sitûyê wan de. yanî bifikirin ku ew fêkî, yên vê axê ne. Mîsal gava
bayekî xweş rûyê we germ kiriye ew fêkî jî, bi heman bayî xwe girtine. Bi
min ev tiştekî muhteşem e. Ji vê hîsê
hez dikim. Şert û mercên em tê de ne yek e, ev fêkî belkî ji her tiştî baştir
ihtiyacên laşên me zanibin belkî. Helbet dixwazim
hilberîner û cotkarên welêt qezenc bike ema meseleya min ne ev e bi rastî.
Zivistan e, em di meha Çileyê de ne, berê
xwediyên 'erdan ji xeynî genim û garis tiştek nediçînin. Êdî yên marol, tirp,
lehane û tiştên werê diçînin jî hene. Ez tim ji manawê ku hertim danûstendinê
jê dikim dipirsim. Min dîsa pirsî û min got 'yên ku ne?'. Got li ser riya
Nisebînê nasekî me ji xwe re sera çêkiriye û vê zivistanê şênkayiyan gişa ji
wir min anîne. Min got; pir baş e.
Ev demekê bû şilî tunebû. Xelk di dolmîşê de, di sûkê de tim vê hevokê dibêje: ‘ Îsal rihma
Xwedê kêm e, Xwedê me ji afatên mezintir bisitirîne.’ Çi bejim; ‘Amiinnn!’
Hefteya
çûyî li gundeki Qoserê bi navê Boxaziyê ‘kuş gribi‘ hat tespîtkirin. Rayedaran
elok, mirîşk, werdek û qazên li wî gundî giş xistin bin kontrole û ew îtlaf
kirin. Demsala elokan e û heta hefteya borî jî derdora elokfiroşan bi mirovan tije bû. Diyar e xebera kuş gribi li piyaseya elok û
mirîşkan xistiye. Elokfiroş û mirîşkfiroş kûr kûr diponijin li ber dikanan. Mişterî kêm in, hilma wan
teng e.
Halê
mirîşkfiroşan jî werê bû lê kêfa qesaban li cih bû. Ji bo çend pirsan bikim
ketim qesêb. Li ber wî goştê karan hebûn û hûr dikirin. Min go “ev goştê ewqas
pirr ji bo çi ye?” Got: “azayiyek
(tazîyek) heye ji bo sê rojîya wê ye. min go “rehma Xwedê lê be.” Dûrî mala me
û dûrî malên xwendevanan be; gava kesek mir di taziyê de, roja sisêyan
xwarineke pir çêdibe û hemû kes tên, mewlûd jî tê xwendin.
Got “ez ji sala 91’î
de qesabiyê dikim. Min go “bi qasî emrê min yanî”, keniya . Min kiloya wê
pirsî. Got “derdora 38 lîreyan e lê li gorî ku tu ku dera heywanê
dixwazî diguhere.” Got “siberojê dibe ku piyaseya goşt rabe û fiyet buha bibe.
Ji peyva wî diyar bû ku li benda buhabûna goşt bû. Li Tirkiyê îro yewmîyeya
karkerekî 55 lîre ye; yanî ji sibehê
heta evarê bixebite nikare 2 kîlo goşt bikirre.
Gava
diherim sûkê bêtir feqîriya însanên me ferq dikim.
Me
go goşt, lazim e ez vê jî bibêjim ku qelîya deştiyan a navdar jî daketiyê sûkê.
Wekî her sal; kiloya qeliyê derdora
55-60 lîreyan tê firotin. Min qet ji çarşiyê nestendiye, baweriya min zû bi zû
bi xwarinên hazir nayê.
Ne
wextê qatix e(ji bo tiştên ji şîr tê çêkirin em dibêjin ‘qatix’). Çimkî şîrê
pez biharê pir dibe. Zatî bînin bîra xwe, di zarokatiya me de ji bo zivistanê
penêrên xwe didan bûzxaneyan / sarincan û zivistanê jê distendin. Çend dikanên
penêrfiroşan hebûn û penêrê çêlekan tê de difrotin. Zatî di sîrawka xwe de ew
pêner nû çênebûbe jî bi rihetî dikaribûn bifrotana. Li gorî cûreyên penêr, ji 8
lîreyan heta 18 lîreyan penêr hebûn. Bo nimûne; yê helandî, yê teze, yê
gulîka..
Ji
bo we min îro çavê xwe li van tiştan gerand, difikirim ku car carna dakevim
sûkê û nivîsên werê binivîsim.
Silav û hirmet..
Silav û hirmet..
2 yorum
Nanoziko,
YanıtlaSildu tiştên herî krîtîk ên sûkê, di vê xeleka nivîsê de min nedîtin. ez ê li benda xelekên din bimînim, di wan da jî ez nebînim çu ji te de.
Her dewamdar bî.
Adsız,
SilLi bendê be û heger ew tişt tune be , kêmasiyên ku tu di nivîse de dibîne bêje , ser her du çavan :)