GER Û GEZMAXA ENTABÊ-1
Piştî rêwîtiyeke 5 saetan ez gîham otogara Entabê.
Otogara Entabê û Fistiqên Navdar |
Keçika ku li gorî emrê xwe zêde maqyaj li xwe kiribû, pirsên ca xwe yên Kurdî hertim Tirkî lê vedigerand.
Dikandarê li hundirê otogarê, pirsên wê dayika kitan-spî hertim bê dilê xwe û Tirkî lê vedigerand. Wekî ku ji zanebûna Kurdî adiz bû.
Çar zilaman çay xwest ji çaycî, her çar jî şekir nediavêtin çayê. gotin; “4 heb bi 5 lîre nabe?” mîlyonekî hûr li cem wan tinebû. Çaycî madê xwe tirş kir, got: “Ez çay difroşim, şekir jî li ber didim. Bi şekir an jî bê şekir kêfa we” û ew milyonek xwe jî ji wan sitend.
Min xwest ji sînorê Mêrdînê derkevim, li bajarekî din hebkî hilma xwe derxim lê li cihê ku ez çûm jî min dîsa tim çavê xwe li tiştekî ji me, ji axa me digerand.
Çavên min tiştek ji me nedît, guhê min jî seh nekirin lê zikê min kêf kir. Min têra xwe xwar û vexwar. Ez ê di sê beşan de qala xwarinên ku min xwar bikim. Taştê, firavîn, şîv.
Axir her du rojên ku ez li wir bûm, dinya xweş bû, fenanî biharê bû û serma tine bû.
Gava mesele ger û gezmax be, ez nikarim bê xwarin bikim, hewce ye bi xwarinên xweş zikê min jî geş bibe. Gava ez giham Entabê şev bû, ez rasterast derbasî mala hevala xwe bûm. Bi malbata xwe re dijî. Em rûniştin, me li hev pirsî. Berî ku em rakevin ca wê ji hevala min pirsî: “keçika min, sibê ji bo taştê ti plana we heye an na? Heger em ê bi hev re li malê bixwin ez ê nokan têxim avê.” Ez şaş mam; nok û taştê. Hevala min go: “Em qet bê nok taştê naxwin diya min ji bo wê pirsî.” Lê ji bo taştê cîh eyar kiribû, sibehê em çûn pastaxaneyeke bi navê ORKİDE.
Menuya Orkide |
Nav hefteyê bû le dîsa jî qelebalix bû, bi min ev têsîra tehtîla somestirê bû. Gelek kes bi malbatî hatibûn lê yên tene hatibûn jî û yên bi hevalên xwe re hatibûn jî hebû. Me taştê xwest û hevala min li ber taştê qatmer jî xwest. Min qet qatmer nexwaribû heya wê gavê. Go: “Xelkên derve qatmer wek şêranî dixwin lê em piranî di taştê de dixwin.” Ya rast; qatmer bi tena serê xwe hêja bû ku ez ji Mêrdînê herim heya Entabê.
Cara yekem bû min dixwar û gava min xist devê xwe, min xwest ji bilî tehma qatmerê tiştekî din hîs nekim. Min çavên xwe girtin û guhên xwe jî ji dengen derdora xwe re girtin. Heyat bû, nayê tarîfkirin. Cihê ku me lê xwar, mitbaxa wê ne vekirî bû.
Sankî mêrik bi hevîr û fistiqan re dansê dike û ew qatmer bi wî awayî tê ber me. Ji bîr nekim û bibêjim; rûnê nivîşk jî ji bo tehma Qatmer gelek muhîm e. Bi xêra rûnê nivîşk, qatmer di devê meriv de dihele.
Min nexwest neheqî li qatmerê bikim û ewilî behsa wê kir lê îja taştê jî taştê bû haa... Heya nan nû ji firinê derketibû û dûxana wê hê li ser bû. Cûreyên taştê giş hebûn. Meriv ji tehma wan têr nedibû. Qalîteyên wan gelek baş bûn.
Lê çi ferqa taştêya Entabê û ya me hebû? Ez bêjim; nok û fasûlî. Hevala min go: “Em li malê jî ji bo taştê vê hazir dikin” Got: “Nokê me ne di nav avê de, lê ên vir bi saetan di biharê de dimîne û dinermije. Loma jî tehma nokên derve ji yên li malê xweştir e.” Bi baharatan jî xweş kiribûn; simaka hûr, kîşnîş û îsota sor a hûr lê kiribûn. Zeyt bikar anîbûn û ev tenê ji bo kêfa min jê re were bes bû. Zeyt heyat e. Fasûliyên wan ên hişk, ne ew ên ku em dikin tirşik in, cûreyek din in. Ew fasûlî kiribûn mezeyeke xweş. Haaa, ji bîr nekim ne fistiqên wan ên meşhûr lê gûz di mezeyan de hebûn. Gûz xistibûn nav zeytûnan jî. Tehma gûzan jî wekî wan gûzan bûn ku hîn derveyî wan şîn e, meriv ji dar dike û dixwe. Dara gûzan a li bexçeyê mala kalikê min anî bîra min. Gava me ew gûzên şîn dixwar destê me jî wekî ku em hinne bikin sor dibû. Ax xwezî bi wan rojan ... Welhasil, waxta ku mesele xwarin be, Entabî ji heq tên der, min ev fêm kir.
Le îja me ji bo ev taştêya hêja çiqas pere dan? Ev jî fîşa wê ye.
Rast e buha ye piçekî lê hêja bû. Yanî gava hevalên meriv werin û mirov wan bibe vê pastexaneyê, ji ber fedî nake. Mirov dikare bi ken û kêfxweşî û bi xizmeta baş a personelên wan demeke xweş derbas dike. Dest û keda wan sax be..
Wê nivîsên min ên li ser Entabê dewam bikin.. Li bendê bin..
0 yorum