Li Dêrikê. |
Ez ê îro behsa şahiyên me bikim, bê ka em di şahiyan de çi dixwin, çi vedixwin. Wekî hûn dizanin li Mêrdînê gelek milet bi hev re dijîn, Ereb, Suryanî, Kurd… Li gorî çandê, xwarinên ku di şahî û dawetan de tên xwarin jî diguherin helbet. Ev demek e min dixwest nivîsekê binivîsim. Axir bû qismet, hefteyên çûyî ez çûm du şêraniyên ji hev cuda û ez ê ji we re behsa van bikim. Em ji nîşanê re dibêjin şêranî, ji ber ku gava du kes dibin destgirtî, şêranî tê xwarin, navê wê jî werê maye..
Pêşî bi şahîyeke şuxlê bajariya dest pê bikim. Haa, ewilî vê bêjim em ji kê re dibên bajarî; yên ku di çanda ‘Ereban de mane û wê kulturê rahiştine ,em ji wan re dibêjin ‘Bajarî’.
Li otelekê şêraniya hevalên me Seda&Gürkan hebû. Em jî mêvanên wan bûn, her du malbat jî bi kêf û çoş bûn, pir xweş derbas bû. Hevalan ba mervên xwe yên pir nêzik û çend hevalên xwe kiribûn. Yanî pir zêde kes tinebûn. Ez vê bi taybetî dibêjim, ji ber ku ev ji bo qaliteya xwarinê girîng e. Bifikirin; xwarina ku ji sed kesî re çêdibe li kû, ya ku ji hezar kesî re çêdibe li kû. Ji bo kesên profesyonel; çêkirina wan wek hev e. Lê heke aşpêj ne profesyonel be, ev miheqeq tesîrê li ser qalîte û tehma xwarinê dike. Ka me çi xwar, ez behsa wê bikim? Çi li ser maseya me hebû gava em çûn?
Şêraniya wan li oteleke li Mêrdîna kevn bû. Gava em çûn seleteyek li ser maseyê bû û hêj neçilmisî bû, diyar bû ku nû danîbûn ser masê. Tiştên vexwarinê jî li ser maseyan hebûn. Pêşî şorbeya nîskan, yanî şorbeya Kurdî serwîs kirin. Derve sar bû û em ji derve hatibûn. Hundirê me cemidîbû, derman bû haaa… Hîn dûkela wê li ser bû. Bi rastî min bawer nedikir ku xwarin ewqas xweş bin. Tehm û lezeta wan li cih bû. Min kevcî li Şorbê xist, tehma wê xweş bû, di carekê de min vexwar. Piştî şorbeyê, tebaxeke ku 4 çeşîd xwarin tê de hebûn hate ber me. Çi tê de bû; heşûya Mêrdîniyan, Guwec, Iroq û Sembûsek. Her çar xwarin jî, ji bo Ereban pir bi qiymet in û ji bo şêraniya xwe jî ev hilbijartibûn. Heger hûn nizanibin van xwarinan çi ne, bi çi tên çêkirin ez bi kurtasî bejim;
- Heşû; birinca goşt û baharat tê de ye, -Iroq kutilkê me yê sorkirî ye, -Sembûsek wek patîleya me ye û -Guwec jî tirşika bi goşt e 😊 Neheqiyê li wan nekim; ekla xwarinan giş li cih bû, dest û milên wan sax bin. Piştî xwarinê jî paste û çerez îkram kirin. Şêraniya wan paste bû.
Le îja berrîvanî û gundiyên me çer dikin di şahiyan de? Şahiya dudiyan a ku ez çûm jî li gundekî Dêrikê bû, 2 birayên hev, qîz û lawên xwe berdêlî dabûn hev, bûbûn taloqê(dünür) hevdû. Li van deran ji bo şahiyan, xelk li gorî hebûna xwe, an ‘elok û mirîşkan, an jî kar û berxan şerjê dike. Em çûn niqre/sîtil li ser bûn, goştê ‘elokan keliyabû û dikira bilxura xwe pê dakirana. Axir ez giham ser û min çend fotograf girtin. Li ber jî tirşika fasûliyên hişk çêkiribûn. Ji ber ku zivistan e; bi ya min tirşika fasuliyan tercîheke pir baş e. Xwarin çêbû, xistin meshefan û çû ber mêvanan. Gelek hevalên min ên ji bajarên din belkî nizanibin, ez vê jî bêjim li hêla me xwarin di meshefan de tên serwîskirin û xwarin.
Zilam û pîrek li cem hev naxwin û ji hev cuda rûdinin. Sifreyeke mezin hat raxistin. Kevaniya malê xwarin çêkiribûn; ne xerab bû. Diyar bû ku heta niha ji ewqas însanan re di carekê de xwarin çênekiribû. Dîsa jî baş bû, desten wê sax bin. Piştî xwarinê peqlawe îkram kirin. Şêraniya wan jî peqlewe bû yanî.
Berê di şêranîyan de xelk, biskuwît û loqim dixwarin û di sitîlan şerbet çêdibû. Bi min ev ‘edet xweştir bû. Tiştên berê orjînaltir in. Ji şêraniya ca min û bavê min gelek fotograf hene. Her ku ez li wan fotografan dimeyzînim xweziya xwe bi wê demê tînim. Di qedehên wan de Şerbeta gulan hebû. Belkî em dîsa vegerin wan ‘edetan, kî çi zane ...
Xwedê xwarinên her du cihan jî, di ber qeza û belayan de bixe. Xwedê miradê keç û xortên dergîstî bike û aqûbet li serê aziban be jî.
Bimînin di xêr û xweşiyê de…
2 yorum
Ji bo nîşanê li cem me jî şêranî an şerbet tê gotin. Lê min qet bîr nebiribû ji ber şêranî û şerbeta tê vexwarin û vexwarin navê wê wisa ye. Jixwe şerbet jî niha nayê vexwarin, berê jî nayê bîra min ku şerbet dihat vexwarin an na
YanıtlaSilInan, ji ber ku guhê min tim ser xwarinê ye, peyvên werê bi xwarinan re tekîldar timî ser bala min de ye :) mesela ji bo kesên ku hêj azib in jî cem me dibêjin ' em ê kengî tirşika te bixwin ? ' yanê 'tu yê kengî bizewice?' behsa tirşika ku li ber birincê de çê dibe dikin :)
Sil