NANÊ TISÎ

Kevanî - 07:49

Ca min go “Êvara înê ye, heft nanan belav bike. Bila têkeve ber qeza û belayan”. Nan baş e. Min heft nan dan heft malan.

Gava dibêjin nan, ez tim bêriya nanê tenûrê dikim. Mala kalikê min, maleke mezin bû, car caran ger mêvan pir bûna, wê gavê ji bajêr nanê firnê dianîn. Xalekî me hebû; digot 'Ka ew kevaniyên berê. Welle ji bo ez têr bibim hewce ye ez nanê firnê têxim nav nanê tenurê.' Nanê bajêr ê firnê wek nên nedihesiband, wek xwarinekê hesab dikir.

nanê tîrê


Ez divê bêjim; mesela nanê tîrê jî, li ser sêlê lê dixin. Bi îsotên biraştî re, bi bacanliyan re derman e ew nan. Gava jin forsa xwe davêjin hev an jî wexta pesnê hinekan didin dibêjin; “welle nanê ku ew lê dixê wek pelê cixarê tenik e.” Wê rojê jî civata jinan geriyabû. Dîsa bahsa tenikbûna nên bû û xaltika min tew pê qayîl nebû û go “tew bûka min wek pelê sîrê tenik lê dixe.” Li vê herêmê peyveke werê heye, dibêjin: “Derîkî li mala xwe jî xwe li ser meriv digrin; li mala meriv jî xwe li ser meriv digrin.” Mixabin 😊

tirnaxlî

Perxudres
jî van rojan li ser xwarinê dinivîse. Di nivîseke xwe de behsa nanê Diyarbekirê kiribû lê bi min nanê Diyarbekirê nikare bigîhê yê Ûrfayê . Ew nanê wan î lawaş çer tenik e ya û yê ku jê re dibêjin ‘tirnaxlî’ jî gelekî xweş e. Ez gava ji xêynî Riha û Wêranşarê cîger û kebaban dixwim wekî ku min nexwaribe. Ji ber ku li cihên din nanê di ber de didin qalind e û ne li gorî kebaban e bi min. Ceger û kebabê Ûrfaliyan, ji ber nanê wan jî deng vedaye bêguman.

cîger

Ama yanî îro dema tu li Qoser û Mêrdînê dinêrî, her der bûye ‘Diyarbakır Ekmek Fırını’. Li Qoserê xelk piranî Nanê Carbekirê tercîh dike. Şikl û qalindbûna nanê Carbekirê  bi min ne pir fewqelade ye. Le diyar e xelk jê hez dike.
Ev wêne firna mehella me ya 'lüx diyarbakır fırını' ye. Li ser hesabê wan ê Facêbookê hatiye girtin.

Nan li cem me qiymetli ye pir; mîsal em ji hev re dibêjin “ez ê îro nanekî bidim te”. Yanî navrojek an jî şîvek ez ê ismarlamîşî te bikim.

Nan, nan, nan… Ez bi xwe nanê tisi pir naxwim; bixwim jî ji bo sihhetê, yê neqeşartî (tam buğday) dixwim. Ez tawsiyeyî derdora xwe jî dikim lê kes zû bi zû dev ji wî nanê spî yê wekî kitana dayikê bernade.

Îro 8ê adarê ye, sloganek li qafê min dizivîre ‘jin, nan, azadî ’. 😊 Hevalên jin, ez we maç dikim.

Slav û hurmet.

TE EV XWENDIN?

14 yorum

  1. Li cem me jî dibêjin :"bû pariyek nan, bezir bû çû" Ji bo tişteke winda bibe û êdî nehatibe dîtin, tê gotin. Pariyeke nanê kê/î bibîne dê zû bixwe, bi qîmet e. Ji ber hindê zû winda dibe :)) dest neêşît û roja te jî pîroz bît ☘

    YanıtlaSil
  2. Li cem me jî ew peyv heye ; ' bû pariyek nan û wenda bû '. Roja me hemuya pîroz be canam :)

    YanıtlaSil
  3. yaaaa ew nanê tirnaqlî li dawata li ber goşt û birinc ma çi xweş bu :/. Her evarê îna ciya min jî nanê miriya derdixê. nanê miriya. yek din jî piçukayî nanê samunî sembola zengîniyê bu. Me digot filankes nanê firnê dixwin.
    Destê te sax.🌺

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez li bajara mezin bûm, emrê xwe de min qet nanê somin hez nekir. Bi çi meqesedî be jî Xwedê ew nanê em her înî derdixe qebûl bike. spas bo şîroveya te yî xweşik :)

      Sil
  4. Li dû nên çay jî pir qîymetlî ye.. Dibêjin yek çû cem yekî, jê re berxek ser jê kir, şîv çêkir filan çêkir bêvan çêkir, lê xwedîyê îkramê çay neda mîvên.. Dibê mîvan rabû go ''va ne ti eşîr e, çayek jî neda me!'' :)

    Tam nivîseke li gorî nanê tisî bû, sade :) Ez ji nanê Diyarbekirê hez nakim, ji cîgerê wir jî. Nanê Dîyarbekirê qalind e, û cîgerê wir jî bi kitên mezin tê servîs kirin.

    Li Riha nan tenik e û kitên cîgerê jî hûrik in, ka di wexteke miseîd de werin em herin bixwin :) Hevalên ku şirove nivîsandine jî dawetli ne tabî :)

    Saet 23:38, hîn jî 8'ê Adarê ye û roja jinan neqedîyaye yaw :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bila hevalên ji Carbekır nexeyidin le nan û cîgerê Rihayê û Carbekir tew bi min muqayese dahî nabe ya. Yanî ev serê xwe rastiyek e:)

      Emer tu ji Sirucê ye ez payîza pêşîn hinar ji te dixwazim. Cem me jî dibêjin 'qaseyek hinarên tirş yên Sirûcê hebe , meriv dikare goştê berxekî bixwi. ' :)) ev rast e ? ez hebkî xure me , rast be ew hinar dermanên min e :)

      Sil
    2. Ofb cim tu zanê ez kronêk urfafobîk im. ji bo daweta te spas. Lê rojekê ez e li sînorê urfayê bisekinim û ciger bênin ez e bixwim 😅. Min gelekî meraq kir yaw.

      Sil
  5. Ömer Faruk Baran, spas bo daweta te. Min jî hej cîgerê Diyarbekirê nekir û nekir. Min şiroveya xwo nivîsiye bi xwo, ez dikarim bêm ji cîgerê Rihayê tahm bikem!:)

    YanıtlaSil
  6. Cîger jî ser seran hinar jî ser seran, bo blogerên Kurmancî can qurban ya :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ser û cavên te neêşin , tu her hebî ya :))

      Sil
  7. Firneyek heye, li nêzikî lojmanên polîsan. Nêzîkî mala me ye jî tabî. Bîra mîn jî ne wek berê ye, nav tam nayê bîra min. Navek û 21 pê ve ye. Êê? Nanê wan ê neqeşatî ( Ez vê jî nû hîn bûm ) efsane ye. Kêm çê dikin û tavilê diqedînin. Berê wilo bû, niha ça ye nizanim. Rêya we bi wan deran ket, bipirsin. Efîyet be, Qezzê.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav Adsiz,
      Timî nan ji wê firnê distînim. Navê wê Avşîn 21 e. Hêj li cîhê xwe ye. Nanê wan ê neqeşartî bi rastî jî efsane ye. ☺️

      Sil
    2. Wa! Tesadifeke xweş bû wele. Erê, erê Avşîn 21. Malî ava.

      Ji vê xerîbistanê heta bi Avşîn 21ê û wî nanê wan ê neqeşartî silav û sed hezar silav di ser bloxa Nanoziko re.

      Qewet be û helbet efîyet be.

      Sil
    3. Ser ser û ser her du cavê min re :) slavên wek wî nanî dixana germ li ser jî bila ji nanoziko bo te were :)

      Sil