JI QEZÊ BER BI STENBOLÊ

Kevanî - 13:22

Zarokatiya min di metropolên biyanan de derbas bû. Demên ku min herî pir jê hez dikir, havîn bûn. Ji ber ku her havîn gava dibû betlane, em diçûn gund. Ez ew zaroka ku wan sêlekên din ez bi tiliya nîşanî hev didam. Ji Stenbolê dihatim çimkî. Di serê wan de Stenbol tiştekî ecêb bû. Piştî fehm dikirin ku ez jî wek wan bi Kurmancî dipeyivim, pêşî Stenbol ji min pirs dikirin. Ne wê çaxê ne jî niha min meraqa wan a li ser Stenbolê qet fehm nekir.

Salê çend caran apanê min û xalanê min ji welêt tişt dişandin. Penêr, mast, qelî û hwd. Gava dihatin; ca min bi heyecan ew kolî û kîsên marikî vedikirin û digot ; "Bêhna welêt jê te." Gava ca min ew tişt vedikirin; em zarok jî wekî ku dê tiştekî efsûnî ji wan kolî û kîsan derkeve, li dorê diciviyan. Roja ku ew tişt digihîştin mala me, şîva me ya êvarê ne goşt, girar filan lê penêr û mastê welêt bû. Ewqas bi qiymet bû ji bo me. Ev hezkirina min a tehm û lezetên welêt belkî hîn ji wî wextî tê kî zane?

yazîxane

Piştî nivîsa min a li ser kerengan wê roja hanê min çû ji hevalekî re kereng û mast şandin Stenbolê. Piştî ez çûm yazîxaneyeke li otoxarê; min dît ku li yazîxaneya wan meterê penêran, kîsên kerengan, şûşeyên tirşiyan li ber hev rêzkirî ne. Yên wekî min fikirîbûn pirr bûn. Ew tişt jî ji bo ji wan kesên li metrepolan biyanan tim bêriya tahm û lezzetên vir dikin re dihatin şandin.
Paşê mêrik qelem da min. Go: nav, bajar û telefonê binivîse. Min nivîsîn, qelem dirêjî wî kir û

Min go ; ' Heqê wê çi qas e? ',

Go; ' Tine be, bila bimîne.'

Min go, ' Heye û bila nemîne, wê çima bimîne? '

Çima mineta xelkê bi ser xwe de bînim ? Qet ji tiştên werê hez nakim. Min dîsa pirsî, dîsa eynî bersîv: ' Tine be bila bimîne.' Min cuzdan vekir,  pereyên hûr jî hebûn lê ji ber ku min heqê wê nizanibû û wî jî nedigo min 50 lîre dayê da ku heqê wê çi be jê bikuje. Ji bo nîv kîs kereng û 5 kg mast 10 lîre ji min kuşt û qerta xwe da min. Go; ' Abla nîvro saet 2yan de dîsa bigere bo agahiyê, ê ku te jê re şandiye jî bila sibehê saet 10an ji otogarê hil ke alavan.' Min go; ‘Mal ava.’

alav


Min kereng ji hala Qezê sîparîş kiribû. Ji ber karê tê de dixebitim, eger mesele xwarin be gelek kesan nas dikim.

Min go, ‘Bila yên herî baş bin. Wê here heya Stenbolê. ‘

Ji bo mast jî li dawiya Qada Azadiyê ya hemberî Mehmet Sincar Parkı dikaneka Şêbiyan heye bi navê Kurtoğlu Market. Gava hûn ê qatix bistînin, şaş nebin teqez herin wir. Malbata min nas dike,

Go; ‘Abla tu yê bişîne Stenbolê? Ê herî baş ev e, vê malika han dezgeyê wan pir paqij e û ka li tahma wê jî binere da ku tu zanibî bê çi mast e. Ez tiştên xerab nadim we.’

Qeymaxê mast da alî û mast berra meterê da. Ji bo tev li mast nebe qeymax nayê şandin, min jî qeymax bi nanê germ xwar (tevî hemî kaloriyên wê ☹) û mast jî çû ser qismetê xwe. Min xwest devê hevalên min pê xweş bibin.

Piştî ez ji otogarê derketim, ez fikirîm;

Gelo tevî wê cemeda rê dîsa dê bêhna welêt ji wan mast û kerengên bê xwedî bihata?
Ê ku bixwe, dê pê şa bibe?
An tiştek ji rêzê bû lê ji bo ku dilê min xweş bike, ewqas spasî kir?
Ti kesên din hene ku wek min ewqasî bi tahman şa bibin?

Madem me ewqas behsa tehmên welatê xwe kir, ev nivîs bila bi van risteyên Yehya Omerî biqede:

' Ey yê ku bi devê çiya û ramûsanên deştên xwe nizane
Huş be!
Ji wan sîng û berên metropolên biyanan meke behs.'

Bi bêhn û tahma bajarê Mêrdînê, silav, hez û hurmet..

TE EV XWENDIN?

6 yorum

  1. "Ez filankes kurê filankes" Ev car ne tarîf e lê bêhna welat ji nivîsa te tê. Demên berê hatin bîra min. Pir berê. Beriya ku bavê min dest ji me û dinyayê berda.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bîr/bîranîn jî tine be em ji çi re ne?

      Ji axa Qosera Mêrdîn ji Gernas re silav bi bêhna ku barana vê sibehê erd şil kiriye.

      Sil
  2. Werr xuyaye ev gund(qezê) li ber dilê te gelekî şêrîn e :) destên tê saxbin

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ji vi welatî hez dikim û ji vi bajarî jî , sax be her hebe :)

      Sil
  3. li stenbolê çaxa ku diçim esenler otogarê ji bo wergirtina tiştên wisa ku ji malê ji min re bi rê dikin, wekî ku çûbim konsolosxaneya kurdistanê. xwûşk û dêyên me, bira û am û xalên me tevî wî welatî li wan deran in, geh li ser pîya ponijî geh pala xwe dayî dîwarekî rûniştî. li wan yazîxaneyên fîrmayan jî wekî ku mitbexa xwe bi xwe re anîbin... diçim alavên xwe digirim, kelegirî dibim û têm malê. dudilî, dest û ling girêdayî, mit û mat...

    YanıtlaSil
  4. Silav adsiz ,

    Gava diçûm zaningehê , li Enqereyê her ku diçim Aştî yê û kurdekî sitûxwar min didît, kezeba dilê min wek te dişewitî, te ew roj anîtin bîra min , tu sax be. Hez tiştek ecêb e , vegeriyam welêt way li Mêrdînê dijîm hêj dibêjim qey ez ji vî welatî têr nabim û ez ê bimrim :) ji axa welatên min silav heta dilê te yên nazik ..

    YanıtlaSil