ŞORBA MAST

Kevanî - 06:50

Îro kêfa min li cîh e. Min navroj dereng xwaribû û ji kar vegeriyam. Pir betilî me jî û naxwazim tiştên hazir ên derve jî bixwim. Min go ji xwe re şorba mêst çê bikim û tarîfê jî bidim xwendevanên xwe yên delal. Temamê wê 15 deqîqe ye. min di vîdeoyê de bi ta û derzî behsa çêkirina wê kiriye. Helbet hûn dikarin bi baharatan û filan naveroka wê zêde bikin, yên hez nakin dikarin gêzer jî tevlî nekinê. Ez ê melzemeyan binivîsim, vîdeo ji bo we deynim vir û xatir ji we bixwazim.

Melzeme;
Şehriye (qedeheke çayê)
Arvan (2 kevçî û nîv)
Tasikeke mast
Zeyt
Xwê
Ava goşt an bûlyon(bûlyona mirîşkan zêdetir  )(ne şert e)




Pirsên we hebin hûn dikarin bipirsin û heger we jî tarîfa min ceriband wêneyên xwe parve bikin, ez jî kêfxweş bibim :)

Bi hez û hirmet ..

TE EV XWENDIN?

4 yorum

  1. Di şûna arvan de mirov dikare hêk jî bike nav. Û ya vê şorbeyê xwoştir dike catir/catre ye :) noşîcan bît.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas bo agahiyê :) welle canim qet hêkan naxim şorbeyan, ez qiwama wan bi arvan eyar dikim û helbet meriv dikare şênahiyên herêma wa yên cûr bi cûr vê şorbeya zengîn bike :) le tehma wê were 'soft' e , bêtir jê hez dikim. Slav û hirmet 😘

      Sil
  2. Ez kurdî hîn dibim û ez ji tarîfê te pir tişt hîn bûm. Zor spas!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Çi şîroveyek xweş,heger alîkariya te bibû ez bi vê serbilind im :)

      Sil