MESELEYA HÛR Û ROVIYAN

Kevanî - 00:43


Çend roj in, dilopa avê ji misluxan nayê. Dîsa wek her caran, boriyên ava xetta Ava Spî teqiyaye. Ava qezayên Mêrdînê giş ji Nisêbînê tê lê mixabin her meh miheqeq carek, ev dibe beleya serê me û bi rojan em bê av dimînin. Vê êvarê gava ji kar vegeriyam baranê xweş didayê, mala me li ser kaş e, hêdî hêdî dimeşiyam. Xelk zû bi zû direviya lê min xwest barana biharê li min bike, bavê min tim dibêje "barana biharê şîfa ye." Mêjiyê min zêde tije ye van rojan, min go belkî hebkî hişê min rihet bibe bi vê baranê.

 Telefona min lê ket, ca min bû. Got; ji ber ku av li bajêr tune bû me berê xwe da gund û wa ye em hûr û rovîyan dadigrin. Min di dilê xwe de go; aha! ji bo blogê jî binivîsim. lê min hesab kir; li gorî ca min digot zû de ye dest pê kiribûn û heta biketima dolmîşa Wêranşar û bigihama Uçyola Dêrikê, ez nedigihîştim dagirtina wan. Min jê xwest ku çend fotoyan bikşîne da ku ji bo nivîsê ez wan bar bikim. Li aliyekî jî, ji ber ku barê wê xwarina giran ji milê min rabû, kêfa min hat. Zehf zehmet e hûr û rovî. Paqijkirina wan hûr û roviyan, dagirtina wan, paqijkirina wan siman... Hewce ye tu rojeke xwe bidî vê xwarinê û stû jî li ser bikî 😊



Ji bo videoyê min soz dabû xwendevanan lê ez li ser soza xwe me, nivîsa wê niha dinivîsim, video jî, ji bo carekê din ez ê bikşînim.

Ez ê bi fotografan çavên we têr bikim û çend tiştên muhîm bêjim li ser vê xwarina xweş. Pirsên we hebin hûn dikarin bipirsin. 



Ka em dest pê bikin;

-Sim an jî piranî dibêjin ‘pê’, li sûkê yên hazir hene lê heger heywan şerjê kiribin, em êgir da didin û li ser êgir wê pûrta pê ve dikizirînin. Ev bû yek.

-Paqijkirina hûr û rêviyan, Xwedê meke para dijminên min 😊 Axir li sûkê yên temîzkirî hene le malbata min qet bi wan qayîl nabe; dibêjin bê tahm e. Em bi xwe her car paqij dikin û dixeritînin.

- Ji bo ava wê tîr û bi lezzet be, em nokan jî dixin nav ava vê xwarinê, rojek berê nokê xwe têxin nav avê ji bo binermijin.

- Sîrê xwe jî biqeşêrin, deynin alîyeki, em ê di dawiyê de bavêjin nav ava hûr û roviyên xwe.

-Pêşî nok û simên xwe bidin ser êgir û dest bi dagirtina hûr û rêviyên xwe bikin.





- Hûr û roviyên me, yên kaviran bûn. Hûr hertim, ji roviyan derengtir dikelin. Pêşî hûrên xwe dagrin û bidin ser. Jixwe gava we rovî dagirtin, hûn ê bi xwê baş bifirkînin, bila çend kel li hûrên we bikevin, paşê jî rovîyên xwe bavêjin nav avê.

-Piştî dagirtina roviyan bi xwê an jî bi sindik baş bifirkînin ku bila pak û delal bibe.

- Em goştê hûrik hûrkirî, n’ene, îsota hûr û xwê dixin hundirê birinca wê. Yên wekî din beharat hwd. dixin nav, serbest in.

- Kela wê tene li gor mezinbûna heywên diguhere lê tevî paqijkirin, dirûn û dagirtinê, herî kêm derdora 2 saetan karê wê heye. Bila haya we jê hebe J





 Bi bêhna welatê Mêrdînê silav, hez û hurmet..


TE EV XWENDIN?

4 yorum

  1. Careke din ger te çêkir ji kerema xwe banê min jî bike 😒

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ser her du cavên min :) bila bîra min de be ^^

      Sil
  2. Dest û dilê te sax be.xwarina li ser êgirê êzingan Hîn bi team û xwestir e.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Erê welle xwarina li ser tifikê hîn xweştir e

      Sil