KERENG

Kevanî - 04:54


Newroz bi pişt ket, edî bihar e. Min xwest ku nivîsên xwe yên biharê bi nasandina van pincarên xweş bikim. Ax comerd e, xwe ji meriv nagre. Gava em biharê diherin gund; ca min, metka min di nav wê hêşînahiyê de kîjan pincar tê xwarin, kîjan nayê xwarin hemûyan dizanin û wan didin hev. Hinek hewce ye meriv kel pê bixe û birjîne, hinek jî bi xavî tên xwarin. Heger hûn jî dikin bixwin, van tiştan ji kesên zane bipirsin. Li her herêmî ev gihayên ku bejî şîn tên helbet diguherin lê li gundê me yên ku şîn tên û em dixwin ; tolik, xerdel, pelê şermokê, tûmask, axbandir, gûriz in. Wekî din heger tê bîra we hûn jî binivîsin. 



Le ez ê îro ji we re rebehsa Kerengan bikim. Ew Kerengên ku Şêx Muhyeddînê Hênî ji bo wan werê dibêje; 

‘Kerengê ji fesla buhar zêdê pak 
Heçî jê çêbikin bîla şubhe* çak**
Kereng jî bi hêkan ra tête simat’

Min bihîstibû ku ev hefeteyek e li sûka Qezê kereng tên firotin û wekî ku kurm di canê min de bigere, min ji bav û birayê xwe re got; heger li derekê dîtin miheqeq bistînin. Lê carna lazim e meriv ne li benda qismetê xwe be û tiştan bi xwe bike qismetê xwe. Axir min kereng sitendin. Tew min ew bi xavîtî xwarin û zik li xwe êşand. Çillekî zehmet e. 


Gava mirov van kerengan distîne wek çopê dixuyin, derveyî wan tev ax û xwelî ye. Hin  Kerengfiroşên Qezê,  ji bo ew ax bibe herî û giran were, wan şil dikin. Paqijkirina van kerengan zehmet e ji ber ku histiriyên wan hene. Ez bê lepik nikarim wan temîz bikim. Hinek jî dibêjin ew histirîyên wan jî derman in;  bêyî lepik çêkin ku sinêr û stresa canê we bistîne. 


Hewce ye Kereng baş bên paqijkirin. Demekê di nav avê de bimînîn û werin kelandin. Piştî we keland an bi pîvaz û hêk, an bi mast, an jî sorkirî bixwin. Hûn û kêfa xwe. Min tehm kir; bi her sê şiklên wê jî meriv jê têr nedibû, 2 rojan xwarina min sibê-êvarê Kereng bû. 



Aşpêjekî jêhatî ji bo xwendevanên nanoziko.blogspot bi 3 şiklan Kereng hazir kirin. Yên li tarîfa wan digerin û nizanin wê çawa wan Kerengan bipêjin, va ye kerem bikin. Ji ber amatoriya min vîdeo ne pir serkeftî ye. Lê mala Gernas Nenas ava  aliyê min kir û vîdeo ji bo we xweşiktir kir. Spas bo Gero Production. 




Min tarîfeke din a Kerengan jî li ser kitêba ‘Kürt Mutfağında Ne Pişiyor?’ dît. Va ye ez ê wê jî bar bikim. Heçiyê bixwaze dikare biceribîne.




Haaa! Berî ku xatir bixwazim vê bêjim; Kereng ji aliyê Antîoksîdan û vitamînan dewlemend e. Ji îltîhaba pişikê re û ji krampan re baş e. Ji bo mehandina xwarinan gelek rind e. Li gelek cihan dixin nav Dermanê Kurmancî. Yên bixwazin hêj feydeyên din hîn bibin; dikarin nivîsa li ser Kerengê binêre. Di biharê de ez bawer im 2 mehan heye û heya hebe ji sifreya xwe kêm nekin, hûn ê poşman nebin. Zatî îro-ro êdî kereng navdar bûye û dema diçî restoranên luks wek meze serwîsî mişteriyan dikin. Nebêjim nabe; sala çû, Şeyhmus Diken li ser Biamagê li ser Kerengan nivîsîbû û peyveke ku di nav devê xelkê de bû gotibû;   

Kereng digihîje kaşa
Xwarin a bergîr û wehşa
Kereng çi digere
Li mala wezîr ü paşa.


İja nizanim hûn dibêjin çi; bimînin di xêr û xweşiyê de.




* bîla şubhe, yanî bêguman, bê şik.
** çê, pak û qenc.







TE EV XWENDIN?

19 yorum

  1. Ji do ve kereng dikevin xewna min. :) Nivîsa te jî wek kerengan xweş e wele. Û ew ne ji ber çilekiya te ye, ji ber xweşiya kerengan e. :) Ez ê jî çêkim!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Afiyeta te be Gernas, kereng tune be bila kerengên te jî ji min be :)

      Sil
    2. Ser her du cavê min 😇

      Sil
  2. Em ji kerengê re dibêjin "kengêr" û li Hekarî dixine nav şorbeyan jî yên ku bi mast têt çêkirin.
    Nanoziko çêkir-nivîsî û dîsa dilê me bire tiştêd xweş !:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav fîlajijinanhezdiket :) Hevaleke min ji Hekarî heye, bi rastî jî şorbeyê wan efsane ye :) xwezî îmkan hebûya her ku min çêkir we jî tahm bikira :))

      Sil
  3. Min îsal kerenga xwe ya yekem li mêvandariyê roja Newrozê xwar. Bûbû suprîzek mezin bo min 😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav Kerem, wele a herî xweş bûye nesîbê te :) afiyeta te be.

      Sil
  4. Min îro gulîk çekir tu hatî bîra min :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Xasê tu sax be cana min, van tiştan dibihîzim kêfxweş dibim welle afiyeta te be :)

      Sil
  5. yên me yî berê digotin ger çêlek kîjan şênkahîyê bixwe însan jî dikare bixwe, pirgirêk tune:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav Hakim, welle wê nizanim le çi şênahî hebe gava dibînim dilê min dibijê :))

      Sil
  6. Mêrdînî qedrê kerengê dizanin ezbenî. Cûreyek ji kûvarkan bi navê 'doberan' jî heye li axa me. Di bin axê de şên tê û ji bo dîtina wê çavên hostatî divê. Ha te zêr dîtiye ha te doberanek ji bin axê derxistî ye.
    Nivîsên te bi kêfxweşî dişopînim.Saeta te xweş

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav Awêne,
      Axir te got; pir ji dobelanan jî hez dikim û gelekî jî bûha ye le hêja ye. Li vir çend kebabfiroş wextê dobelanan kebabê wan çê dikin, yek jê li Qada Azadiyê ye. Tu dikari biceribîne :) mala te ava ji bo şîroveya te yî xweş 🌸

      Sil
  7. Go, "Kerengo warê te?"
    Go, "Ba dizane".

    Biwêa kerenga li ber bê ne şaş bim di straneke Aynur Dogan de jî derbas dibe. Destxwes

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas :) min nebihîsti bû berê û stanê jî nizanim teqez ez ê guhdar bikim :)

      Sil
  8. Destê we sax be wele xwarinek pir xweş û şewazeke rengîn Hatiye çêkirin. Xwezî ev rengîniya Ha bi xwarinê biba para me ��

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav , xwezî derfet hebûna û xwarinên min çê dikirin, dixwarin îkramî xwendevanên xwe jî bikira.:) mixabin..

      Sil
  9. Find the Best Gambling Sites For Live Dealer Games - DrMCD
    Play 청주 출장마사지 live dealer 제천 출장마사지 games online. 토토사이트 You'll have to create a betting platform 포천 출장안마 to make a profit from live dealer games and 양주 출장샵 live dealer games,

    YanıtlaSil