KUTILK Û QISMET

Kevanî - 08:23

Ca min gava fam kir ku meraqa min li ser xwarinê û pêjandina wan heye, her tim digot: 'bila guhê te li ser ders û mekteba te be, xwarin çi ye keçika min' min xwend lê dîsa li ser xwarinan xwend :) welhasil îja digo ' gava meriv dizewice kîjan xwarinê bizanibe, ew xwarin timî dibe barê stûyê meriv. '  Li wan malbatên ku 5-6 bûkên wan hene, her karek aîdê bûkekê ye difikirî. Digot "tu xwe mede ber çêkirina kutilkan, gava tu zewicî bila nebe aydî te, min deng nedikir lê ma qey min bizaniba jî ma ka ew malên mezin ên berê.




Îro em mêvanê metka min bûn , kutilk bû şîva me ya şevê . Metka min go ' min pere xistiye nav kutilkekê , qismetê kê fireh be Wê bibe qismetê wî/wê. Di zaroktiya min de ji bo ku ew kutilkên ku pere an hûngilîsk tê de ne, bibin para min û forsa xwe bavêm ji zarokên din re , min tim zêdeyî xwe dixwar. Lê carna tew nedigîha kutilka duduyan,  dibû para hinekan. Çavê min vedibûn min digo çi kesek bi şens û siûd. Îşev jî kutilka pere tê de bû para birayê min. Min go bise wêne bigrim go 'haho! min dikira diran li ser bikira.'



Dibêjin ji xezalê bezatir tune ye, le ji qismetê xwe pê ve nikare bixwe. Îja ji bo cejna zimanê Kurdî pişka(qûra) me heye. Cejna zimanê kurdî sed hezar car pîroz be :) Kesên ku li bin vê nivîsê gotinekê pêşiyan a li ser xwarinan binivîse wê ji Marketa Akresê hediye çekiya ku buhayê wê 60 tl ye qezenc bike :) wek pereyê di nav kutilkan de :) ê ku dibêjin Mêrdin li ku em li ku, heger bibe qismetê we ez ê li ser navê we bidim maleke mihtac.

Bimînin di xweşiyê de.

TE EV XWENDIN?

15 yorum

  1. Destê xwarinê diçê heta bi Wanê.

    YanıtlaSil
  2. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  3. destê betilî li ser zikê têr e

    YanıtlaSil
  4. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  5. "şûştin û lixwekirin reng û rû; xwarin û vexwarin gend û gû" dirûşmek negatîv bo bloga te :)

    YanıtlaSil
  6. Ne xwar ne da hevala genî kir û avêt newala.

    YanıtlaSil
  7. Hayê zikê têr ji yên birçî tune ye. :)

    YanıtlaSil
  8. Kê ser û pî xwar gîha havalan bixar , kê nexwar lawaz bû kire qar qar

    YanıtlaSil
  9. Erd birinc be, av rûn be, go xwedî nebe zû xelas dibe!


    Destê xwarinê dirêj e!

    YanıtlaSil
  10. Nisebinarengin15 Mayıs 2018 12:11

    Ne dixwim savarê,ne diçim hewarê

    YanıtlaSil
  11. Akbandirê ji goştê berxa xweştirê...

    YanıtlaSil
  12. Ne dixwe ne dide hevalan, genî dike davî newalan. :)

    YanıtlaSil
  13. Dil, ne sifre ye ku mirov ber hemuyan veke

    YanıtlaSil
  14. Mastê payîza,didin ezîz a.

    YanıtlaSil
  15. Xwarin ber çav kir xwe Wenda kir

    YanıtlaSil