ROJIYA QEZÊ

Kevanî - 01:17


serîfıroş

Hatina rojiyê ji nixûmandina ber derê donerciyên Qezê bellî dibe. Nizam li tu bajarên din edetek werê heye lê meha Remezanê loqente û donerfiroşê vir perdeyek an çarşafeke sipî li ber derê dikanên xwe darde dikin da ku kesên bi rojî çav li xwarinan nekeve û dilê wan nebijê . Lê ji bo bêhna wan, hêj ti çare nedîtine esnafên vir :)

nixûmandî

Ez daketim sûka Qezê, îşê rehma Xwedê heya roja berî rojiyê ji xumexuma baranê bû lê roja ewil a rojiyê germeke pir hat û hêj jî ew germ dewam dike. Pir germ bû û ji ber tîbûnê, taqetê kesî tunebû bipeyviya.

kuçeya qesaban

Kêfa qesaban li cih bû, dibêjim feqîr an zengîn her kes di rojiyê de li gorî halê xwe goşt dibin malê. Dolabên wan tije goştê berx û karan bû. Bi xavîtî dilê meriv diçû wan goştan . Lê ji kuçeya Qesaban a Qezê  hertim bêhneke nexweş tê. Qet dil nakim ji wir derbas bibim. Ev bêhn, a hûr û roviyên ne paqijkirî an jî belkî ya goştê kevn e, nizam. Ti car min ji qesabên wê sikakê, goşt nestendiye. Nêzî wê sikaka cîhê navdil û seriyan heye. Min dît ku daxwaza ji bo seriyê heywanan pir e, Xwedê mişteriyê wî hêj pirr bike. Min 6 kes jimartin ku serî stendin. Mişteriyên zilamê ku navdil (em ji kezeb,dil û pişik, her sê tev de re dibêjin "navdil") difrot jî zehf bûn. Diyar e bi hatina rojiyê re, goşt biha bûye û ji ber ku erzan e, xelk bi pirranî serî û navdilan dikirre.




Wekî malbata min, xelkê vir debara xwe bi cotkariyê dike û ji ber vê jî her tim pereyên wan li bêrîka wan tine ye. Tenê wextê zadan pere dikeve destê wan û ji bo salê wî pereyî xerc dikin. Îja hin tiştan distînin. Wekî goşt, xwarina hişk bi deyn distînin. Deynê xwe jî salê 2 caran didin. Ew jî wextê genim û garisan e. Alwêra dikandar û cotkarên Qezê li ser zadan e.

toptancî


baqisme


 Em çûn toptanciyê ku em tim xwarina hişk jê dikirin. Li Mêrdînê, di rojiyê de delaliyên ser sifreyan tehîn û helawa Davud Selim in. Sehûr bêyî wan nabe. Me ji biçûkatiya xwe de wer ditîye. Û baqismeyê Mêrdînê, yanî nanê hişk :) Kalikê min 2 baqisme dixistin tasê û helaw pê re dixwar. Digot "tu van herduyan bixwî dikari 2 roj birçî bimînî." Haaa! îja kalikê min tim helawa bibenîşt distend. Ji ber vê ez jî tim a bi benîşt distînim. 3 kîloyê helawê bi 36 lîreyan bû, min go "pir e ji bo me, ma em 4 kes in." Go "tew êdî xelk helawa 25 kîloyî dipirsin, 3 kîlo çi ye abla" :) Perwane her dizivîrî û ev dikan di zaroktiya min de çawa bin niha jî werê ye . Ev dikan şahidî emrê keseke wek min bû û li gorî ku bavê min dibêje hêj kalikê min sax bû, ji wir alwêr dikir. Ecêb, ji ber emir ew text û deşt pir zana xûya bûn ber çavê min.

helawa 25 kîloyî

Li ser firinan jî êdî wiha dinivîse: ' sahura kadar açigiz ' '4ten sonra tava ve lahmacun almiyoruz' . Xelkên vir jî taweyên qiymelî, bacanlî û lehmecûnan dişînin firinan. Ji ber ku gelek kes dişînin û pêjandina wan nagihê berî wextê fitarê piştî saet 3 û nîvan nema distînin firnecî, welle heqlî ne :) îja di rojiyê de ji bo her taweyekê 2 lîre heqê pêjandinê jî distînin. Wekî mezinên me jî dibêjin Serê naêşê paçikan lê girênedin heyran , Xwarina xwe li malê, li ser êgir çêkin :)

'Meha Remezanê piştî saet 4'an de tawe û lehmecûnan neynin'
'heya sehurê/paşîvê em vekirî ne'


Li Qezê rewşa me kêm zêde ev e, kesên rojiyê digrin Xwedê sebrê bide wan di van rojên dirêj de . Bimînin di xweşiyê de, slav û hirmet ..

TE EV XWENDIN?

10 yorum

  1. Silav nanoziko ☘ Çi nivîsek xwoş bû! Baqisme te got nanê hişk e yanî wek kûliçe/kade nin ? Min di fotrafan de wesa şiband. Spas.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Silav xwendevana xweşik :) ji bo te ez ê wêneyê baqisme lê zêde bikim ne kûliçe ye nanê hişk bi xwe ye :) nanê somin tê hûr kirin û firinan de tê hişk kirin em jê re dibêjin baqisme :)

      Sil
  2. Berê me serê xwe bi erzanbûna goşt mezin dikir ew jî nema . Tu maneya jiyina qezê nemaye. Dembaş

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Silav Birêz Abdullah Omer,
      Heft mixabin. Heqê kîlo û nîvek goşt ;heqê yewmîya karkêrek ê rojekê ye. Pir bûha ye êdî jiyan. Xwedê alîkarî me hemûyan bibe.

      Sil
    2. Ez anha lê hayil bûm , birêz nivîsiye min :)) qey ji ber navê te ferheng ji xwe birêz anî pêş navê te 😁

      Sil
    3. Te kir ku ez ji navê xwe bêhtir hez bikim. . :) Înflasyon malik li me xira kir .:) serkeftin

      Sil
  3. Sihet xweş ..û helawa 25 kîlo ji nû dibînim:) mixabin berê hemû tist bi kêf dikirîn malbat êdî ew jî ji bihabûna tistan bi kîloyan dikirin tenê kîsê erd û qotîka rûn pê ve :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Erê welle bûhaya tiştan di devê her kesî de ye :) Xwedê alîkarî me hemûyan bibe :)

      Sil
  4. Tam di tiştekê da nemaye

    YanıtlaSil