facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO

 Piştî rêwîtiyeke 5 saetan ez gîham otogara Entabê.

Otogara Entabê û Fistiqên Navdar

 Keçika ku li gorî emrê xwe zêde maqyaj li xwe kiribû, pirsên ca xwe yên Kurdî hertim Tirkî lê vedigerand.
 Dikandarê li hundirê otogarê, pirsên wê dayika kitan-spî hertim bê dilê xwe û Tirkî lê vedigerand. Wekî ku ji zanebûna Kurdî adiz bû.
 Çar zilaman çay xwest ji çaycî, her çar jî şekir nediavêtin çayê. gotin; “4 heb bi 5 lîre nabe?” mîlyonekî hûr li cem wan tinebû. Çaycî madê xwe tirş kir, got: “Ez çay difroşim, şekir jî li ber didim. Bi şekir an jî bê şekir kêfa we” û ew milyonek xwe jî ji wan sitend.

Min xwest ji sînorê Mêrdînê derkevim, li bajarekî din hebkî hilma xwe derxim lê li cihê ku ez çûm jî min dîsa tim çavê xwe li tiştekî ji me, ji axa me digerand.

Çavên min tiştek ji me nedît, guhê min jî seh nekirin lê zikê min kêf kir. Min têra xwe xwar û vexwar. Ez ê di sê beşan de qala xwarinên ku min xwar bikim. Taştê, firavîn, şîv.
Axir her du rojên ku ez li wir bûm, dinya xweş bû, fenanî biharê bû û serma tine bû.
 Gava mesele ger û gezmax be, ez nikarim bê xwarin bikim, hewce ye bi xwarinên xweş zikê min jî geş bibe. Gava ez giham Entabê şev bû, ez rasterast derbasî mala hevala xwe bûm. Bi malbata xwe re dijî. Em rûniştin, me li hev pirsî. Berî ku em rakevin ca wê ji hevala min pirsî: “keçika min, sibê ji bo taştê ti plana we heye an na? Heger em ê bi hev re li malê bixwin ez ê nokan têxim avê.” Ez şaş mam; nok û taştê. Hevala min go: “Em qet bê nok taştê naxwin diya min ji bo wê pirsî.” Lê ji bo taştê cîh eyar kiribû, sibehê em çûn pastaxaneyeke bi navê ORKİDE.


Menuya Orkide

Nav hefteyê bû le dîsa jî qelebalix bû, bi min ev têsîra tehtîla somestirê bû. Gelek kes bi malbatî hatibûn lê yên tene hatibûn jî û yên bi hevalên xwe re hatibûn jî hebû. Me taştê xwest û hevala min li ber taştê qatmer jî xwest. Min qet qatmer nexwaribû heya wê gavê. Go: “Xelkên derve qatmer wek şêranî dixwin lê em piranî di taştê de dixwin.” Ya rast; qatmer bi tena serê xwe hêja bû ku ez ji Mêrdînê herim heya Entabê.


 Cara yekem bû min dixwar û gava min xist devê xwe, min xwest ji bilî tehma qatmerê tiştekî din hîs nekim. Min çavên xwe girtin û guhên xwe jî ji dengen derdora xwe re girtin. Heyat bû, nayê tarîfkirin. Cihê ku me lê xwar, mitbaxa wê ne vekirî bû.



 (Ev vîdeo li cihê ku ez ê li jêr behs bikim û me lê taştê xwar nehat kişandin. Çimkî mitfaxa wir ne vekirîbû. Min ev vîdeo li mekanekî din girt.)

Sankî mêrik bi hevîr û fistiqan re dansê dike û ew qatmer bi wî awayî tê ber me. Ji bîr nekim û bibêjim; rûnê nivîşk jî ji bo tehma Qatmer gelek muhîm e. Bi xêra rûnê nivîşk, qatmer di devê meriv de dihele.



Min nexwest neheqî li qatmerê bikim û ewilî behsa wê kir lê îja taştê jî taştê bû haa... Heya nan nû ji firinê derketibû û dûxana wê hê li ser bû. Cûreyên taştê giş hebûn. Meriv ji tehma wan têr nedibû. Qalîteyên wan gelek baş bûn.

 Lê çi ferqa taştêya Entabê û ya me hebû? Ez bêjim; nok û fasûlî. Hevala min go: “Em li malê jî ji bo taştê vê hazir dikin” Got: “Nokê me ne di nav avê de, lê ên vir bi saetan di biharê de dimîne û dinermije. Loma jî tehma nokên derve ji yên li malê xweştir e.” Bi baharatan jî xweş kiribûn; simaka hûr, kîşnîş û îsota sor a hûr lê kiribûn. Zeyt bikar anîbûn û ev tenê ji bo kêfa min jê re were bes bû. Zeyt heyat e. Fasûliyên wan ên hişk, ne ew ên ku em dikin tirşik in, cûreyek din in. Ew fasûlî kiribûn mezeyeke xweş. Haaa, ji bîr nekim ne fistiqên wan ên meşhûr lê gûz di mezeyan de hebûn. Gûz xistibûn nav zeytûnan jî. Tehma gûzan jî wekî wan gûzan bûn ku hîn derveyî wan şîn e, meriv ji dar dike û dixwe. Dara gûzan a li bexçeyê mala kalikê min anî bîra min. Gava me ew gûzên şîn dixwar destê me jî wekî ku em hinne bikin sor dibû. Ax xwezî bi wan rojan ... Welhasil, waxta ku mesele xwarin be, Entabî ji heq tên der, min ev fêm kir.

Le îja me ji bo ev taştêya hêja çiqas pere dan? Ev jî fîşa wê ye.

Rast e buha ye piçekî lê hêja bû. Yanî gava hevalên meriv werin û mirov wan bibe vê pastexaneyê, ji ber fedî nake. Mirov dikare bi ken û kêfxweşî û bi xizmeta baş a personelên wan demeke xweş derbas dike. Dest û keda wan sax be..


Wê nivîsên min ên li ser Entabê dewam bikin.. Li bendê bin..
02:28 No yorum

Îro ez ê behsa fêkiyên(sebzeyên) hişkkirî û dolmeyên ( Li cem me ji dolmeyan re dibêjin Kortik an Kodik) me yên navdar bikim. Li herêma me ji qittî bigrin heya şelengoyan , bacan, îsot, pîvaz, dolme(kundir); tiştên ku hundirê wan vedibin giş tên dagirtin.

Le îja fêkiyê hişkkirî çi ye? Ew ji ku derket? Çima fêkî tên hişkkirin? Zemanên berê fêkiyên havînê, ji bo ku zivistanê jî bên xwarin an jî bikaranîn dihatin hişkkirin. Ew tava deşte ya tûj, hişkkirinê hêsan dikir, hê jî dike. Fêkî ji bo tirşikê dihatin hûr kirin, li ser sîniyan radixistin û li ber tavê ew hişk dikirin. An jî ji bo dolmeyan dihatin vekirin, bi benikan dihatin dardekirin û dîsa li ber tavê dihat hişk kirin.

Ev berê seba tinebûnê bû le êdî ew tehma wan ketiye bin zimanê me û em nikarin devjê berdin. Hê jî em hişk dikin û em bi kêf dixwin. Ji bo kesên nikarin bi xwe hişk bikin, li ser internetê jî malperên ku fêkiyên hişkkirî difroşin hene. Min li çend malperan mêze kir, yek ji wan jî www.yerli.market/ e. Siteyek kêrhatî û ewle dixuye. Benikên 50 heb bacanên (yên reş) hişk di vê malperê de 15 lîreyan, 50 hebên îsotan jî bi 20 lîreyan e. Diya min dibêje; dinya bûye rihetî :)

Gava li zaningehê bûm, car carna hesreta xwarinên diya min dida dilê min. Rojek min dît, li Komageneyê (bi Ecînê [çiğköfte] xwe navdar e), dolmeyên hişk (ên dagirtî) tên firotin, min go ez bicerribînim;helbet tahma wan ne wekî yên malê bû le dîsa jî li gorî yên hazir ne xirab bûn, belkî em xwendekar bûn û ji tinebûnê bi min xweş hatibû, nizanim. Li Komageneyê 250 gramê îsot û bacanên hişk ên dagirtî jî bi 7 lîre û nîvan e. Heçiyê dixwzin biceribînin, bila haya wan jê hebe.


Ka em vegerin ser meseleya xwe. Em çi hişk dikin? Mîsal; bacanênreş, îsot, kundir(kabak), fasolêşîn,bamî. Dolmeyan em qet bê simak çênakin, li cîhên din çilo ye nizanim lê li ba me simaqa hebî dikeve nav gelek xwarinan û jinên me pir ji tirşayiyê hez dikin.

Baş e; me ewqas behsa hişkkirinê kir; vêga ez ê tarîfa dolmeyên hişkkirî bidi we û dilên we xweş bikim xwendevanên ezîz.

Melzeme:

  • birinc
  • goştêsor
  • fêkîyên hişkkirî
  • li gorî daxwazê lehane, pel
  • birinc
  • bexdenûs
  • îsotê şîn
  • bacanê sor
  • îsota hûr
  • ava bacanan
  • pîvaz
  • sîr
  • simaqahebî
  • xwê
  • zeyt ( bi xwe ya zeytûnan bikar tînim)
Ka werin em dest bi çêkirinê bikin. Lazim e em pêşî simakê têxin avê. Ji bo 4 kevcî simak, teqrîben 2 qedeh ava tîndayî bes e. Me simak xist avê , em ê deynin aliyekî. Ketilek ava kelandî em ê berdin beroşê û binê wê pêxin. İsotê hişkkirî nêzî 4-5 deqîqeyan bikelînin û derxin. Pişt re bacanên reş ên hişkkirî jî werê bikelînin. Gava ez dadigrim miheqeq pelê lehaneyan jî dixim nava kortikên hişk, çimkî; diya min gelekî ji leheneyan hez dike. Destên wê radimûsim :) Ger hun jî bixwazin dikarin lehane, pelê meywan û hwd. tevlînav bikin.


Ez ê bi 4 qedeh birinc çê bikim. Me bexdenûsek hûrkir, bacanê xwe yê sor û îsotê şîn jî hûrik hûrik hûr kirin. Me goştê xwe ji sarincê derxist Hin baş neheliya ye em ê hûr bikin. Gava qeşaya goşt baş neheliya be, xweştir tê hûr kirin. Bila di bîra we de be :)



Ava bacanan, xwê, bacanên sor, îsotê şîn, zeyt, îsotahûr, bexdenûs û goştê xwe yê hûrkirî em ê baş li nav hev bixin. Em ê simak di ser de biparzinin û dîsa li nav hev bixin. Êdî navikê dolmeyên we hazir e. Piştî ku me simaka xwe parzinî, em ê dîsa hinek av berdin ser. Gava ku dolmeyan em dikin bikelînin, em ê vê bera ser bidin.


Îja em ê dest bi dagirtinê bikin. Kesên ku pîvaz û sîran dixin nav birinca wê jî hene lê ez sîr ûpîvaznaxim nav navikên wan, dixim bin beroşê çimkî tehma wan bide temam e lê bi min ; li birincê nayê. Di bin beroşa xwe de , 2-3 serî sîr û 2 pîvaz tiqalkî bikin (pir ji vê peyvê hez dikim; tiqalkî :) ) deynin bin. Min goşt jî xist bin beroşa xwe, em gelek caran hestî an goşt dixe bin beroşa xwe , ne şert e tabî, ev gorî dilê we ye. Me kortikên xwe giş dagirtin, beroşa me tije bû. Em ê sêniyek deynin ser ( ji bo ku kortikên me xera nebin). Ava kelandî û xwê ya xwe ser de kin û ew simaka me dîsa av xisti bû ser jî jibîr nekin, bera ser din. Av ser dolmeyên we bikeve temam e, zatî heya ku dolme tê dagırtin birinca wê gelekî dinermije, pir avê nexin ser.

Li bendê bimînin bila kel pê de bê, piştî ku çend kelên baş lê ket, binê wê hûr bikin. Dora 40 deqîqeyên  di em dikarin binê wê bigrin. Piştî ku we girt 5 deqîqe bila bisekine û dolmeyên xwe bera ser siniyê bidin.


Va ye hazir e, mastê mîha dermanê vê xwarina ye. Deynin ber û afîyeta we be :)
07:40 No yorum
' Te behsa patîleê qenc bike
Çi reng tête xwarin zebanî veke

Digel runê teze we toraqa pak
Bi zehter1 welê qenc bi tenik be jî çak2

Eger bête pehtin bi sêlê bixwu
We ger bi firinê ye esla mexwu

Hevîr e hevîr e hevîr e hevîr
Tu guh dêre vê bendê3 min ey emîr

Eger nakî bawer ku patîle xweş
Bipirse ji şiblî efendiyê leş4  '

Ji Bo Meraqliyên Wê

Ev beytên li jor bi destê Şêx Muhyedînê Hênî hatiyê nivîsin. Min ev beyt ji kîteba ya bi navê ‘ Beyana Xwarinan û Zewqên Wan ‘ girtin . Şêx Muhyedînê Hênî di sedsala 19 emîn de jiyaye.
Ez ê îro heta ji min bê qala Patîleyan bikim. Ewilî ez vê bejim; li gelek cîhan ji Patîleyan re dibêjin Şamborek/Şanborek.

Li gorî Şêx Muhyedînê Hênî, ji bo patîleyan hevîrê tenik divê, ji bo navikê wê jî toraq û cahter divê. Helbet wekî ku her kes dizane vekirina hevîrekî tenik hunerek e û ji bo piştî biraştinê jî rûnê teze divê. Şêx jî dibêje, tehma yên firinê qet nagihê yên li ser sêlê biraştin.

Patîleyên Kurdî

Pekî Toraq çi ye? Min bihîstibû lê ji bo piştrast bikim, min ji porspîyên malbata xwe jî pirsî. Zemanê berê xelkê dew dikula ji bo rûnê nivîşk. Piştî dew dihat kulan , ew rûn ji ser dihat girtin. Ew dewê mayî ji bo qusandinê dihat kelandin, piştî kelandinê tê parzinîn û ya mayî wek lorikê dixuye. Hahh! Îşte Toraq ew e. Gotin Toraq û Lorik ne eynî tişt e. Toraq ji dew, lê Lorik ji ava penîr an jî ji şîrê qusiyayî çêdibe.

Cehterî jî gihayek e, tê hişkkirin an jî bi şînî tê xwarin. Min ji xaltîka xwe ya 55 salî pirsî, got; me di ciwaniya xwe de tim dixwar, piştî em çûn bajaran me fahm kir ku tehma wê dişibe ya Kekîkê. Go berê li dora çemê gund şîn dihat û diket dahnokê, mehîrê û hwd. Herî zêde jî gava goşt dihat biraştin pîrika me ew bi kar dianîn.

Îro li herêma me, piranî goşt û pîvaz, dixin navikê patîleyan; yên penêr dixinê jî hene tabî. Yên  penêrên cûr bi cûr bi kar tînin hene; Penêrê Helandî, Lorik, Penîrê Sîxikan. Lê îro-ro, dev ji bikaranîna wê berde, mixabin hema bêje kes nizane ku Toraq çi ye . Gava penîr dikevê, hinek bexdenûs jî hûrik hûrik tê hûrkirin û tevlî penêr tê kirin. Kesen ku cehterî nas dikin pir kêm in û wek berê hew şîn jî tê û nayê xwarin jî.

Mixabin ez bi kêrî vekirina hevîr nayêm. Nizanim vekim û patîleyan çêkim jî. Ez wê rojê mevanê hin canikan bûm û ji min re Patîle vekirin. Hemû yê goşt bûn. Ji bo ez tehm bikim çend hebên bipenêr jî çêkiribûn. Wekî min got êdî gelek kes bi goşt û pîvaz navikê xwe hazir dikin.



Bi rastî jî pir xweş bûn . Min jî ji bo we çend pirs ji wan kirin.

Min got; gelo gava meriv patîleyan çêdike çi muhîm e?

Gotin; wekî hûn zanin pêşî ji bo patîleyan hevîr tê vekirin û dawîyê navik dikeve nav hevîrê ku bi tenikî hatiye vekirin. Paşê jî li ser sêlê de dê biraştin. Em ne qiyme, goştên ku bi destan hûrik hûrik tê hûrkirin, yanî goştê kêrê dixin navikê. Ji bo lezzet û ekla xwarinê  li cîh be.
Hevîrê wê bila hilatî be, meriv bi hevîrê şikeva diêşe.
Pîvazê ku hûn ê têxin navikên patîleyan jî, bi destan hûrik hûrik hûr bikin, nexin robotê. Em pîvaz û goşt hama bêje wek hev dixinê, pîvaz ku pir hindik be, bi min ne xweş e. Piştî we pîvaz hûr kirin, kevçiyek xwê bavêjin ser, pîvazan bi xwê re baş bifirkînin û dawiyê bişon. Hûn zanin gava ku pîvaz hebkî zêde dikeve xwarinekê, meriv bi wê jî diêşe. Ji bo mêvanên we bi dilêkî rehet bixwin û piştî xwarinê jî pê neêşin li vê dîqat bikin.

Min got; dest û milên we sax bin.

Wan jî got; efîyeta canê we be 😊


 1  Di nav Kurdan de îro wek ‘cehter’ jî tê binavkirin û navê gihayekî ye ku dikeve nava xwarinan û wek baharat tê bikaranîn.
2  Xweş, leziz
3 Her çiqas ev peyv di metna orjînal de wek ‘bend’ê hatiye nivîsin jî, li gorî peywendê lazim e ‘pend’ be, yanî ‘şîret’ be.
4 Şiblî, bi erebî ji têjika şêr re tê gotin. Yanî eger tu nake bawer ku patîle xweş e, ji şêrê ku leşan bixwe pirs bike, ew ê jî bibêje ku patîle xweş e.


08:49 4 yorum
Çima em Kurd ewqasî goşthez in û kêfa me ji goşt re tê? Ev kultura goştxwarinê çawa ewqas di jiyana me de cih girtiye? Bi rastî ez meraq dikim, ji ber ku ez ji vê meseleya ne razî me. Mîsal; ka bifikirin, em fêkî û şênkayî/hêşînahî kengî dixwin? Li kêleka xwarinê tabî. Goşt û girar taca serê sifreya me ye û li hindê jî selete, tirşik, cacik û hwd. Tirşik jî goşt (hebe) û hestî (ku goşt tine be) dikeve hundirê wê, ji bo ku tehma wê xweş be(!). Hûn jî dibihîzin; tixtor û pispor hertim dibêjin; ji bo sihetê lazim e em zorê bidin fêkî û şênkayiye. Lê gava em lê dinerin; ji xeynî gihayên wekî kereng, tolik, aqbandir, pirpar, dobelan, yanî tiştên li van herêma şîn tên ,kes bi dilê xwe şênkayî naxwe mixabin. Ev kêmasiyeke pir mezin e .



Dixwazim behsa fêkî û şênkayiyê bikim piçekê. Çima em bixwin yabo, goşt xweş e ma ne? Hûn hêj ciwan in, haya we ji bayê felekê tine tabî, hûn çi dixwin maşalle laşê we jî metabolizmaya we jî diferîkîne û ne xema we ye, kêfa we ji çi re bê hûn dixin zikê xwe. Hûn qet organ û lebatên xwe nafikirin. Berî ku ez li ser vê beşê lîsans biqedînim, ez jî werê bûm.

2 madeyên muhîm di fêkî û şênkayi de hene: Antîoksîdan û Diet fiber/Diyet lif.

Ez serê we zêde neêşînim, bi kurt û kurmanci, ewilî behsa Antioksidanan bikim. Ev Antioksidan, bi hin radîkalan re herbê dike. Ev radîkal, rê li ber nexweşiyên wekî şekir, tansiyon, qansêrê vedikin. Heger hûn naxwazin bi van nexweşiyan bikevin, tedbîra herî mezin xwarina we ye. Antioksidan têsîrê pîrbûnê derengtir dixe.

Îja ka em li Dîet fiber binêrin. Ê wê jî gelek feydeyên wê hene lê vê zanibin, heger problema we ya mehandinê (sindirim) hebe, hûn kevs in. Mîsal heke Hemoroît bi we re hebe hewce ye hûn zorê bidin şênkayiyê. Ji ber ku Dîet fiber, hereketên rêviya me ya qalind serrerast dike. Di heman demî de gava ku hûn xwarinên ku ji aliyê Dîet fiberê ve  dewlemend dixwin, bi kaloriyeke hindik hûn ê derengtir birçî bibin . Kîjan xwarin ji aliyê Dîet fiber û Antîoksîdanan zengîn e pekî? Sêv, bacan, gezer.. yanî çi fêkî hebe (ama yên biqalik tabî, dev ji keşartinê berdin êdî heyran! ne tu hawe ye.)
Ger hûn dixwazin dereng pîr bibin û nexweşiyeke bê derman nebe derd ji we re, li xwarin û vexwarina xwe miqate bin, zêdetir cîh bidin fêkî û şênkayî.



Yanî wekî di vî fotografî de, gava we şênkayî dît bila ecîn (çîka Urfaliyan), an goştê biraştî neyê bîra we 😊 (ez jî piçek werê me mixabin ). Qedrê xwe  bigrin, ji bedena xwe hez bikin, bizanibin ji we re çi qenc e û çi xerab e.


Bimînin di xêr û xweşiyê de.
10:41 4 yorum
Li cem me parsûyê heywanên wekî kar û berxan tên dagirtin. Mirîşk, elok, qaz û werdek jî bi saxî tê dagirtin. Yanî birinc tê xistin hundirê wê, derdora heywanê an jî parsûyê tê dirûtin û dû re tê kelandin. Li gorî daxwazê mirov dikare baharat û goşt bixe nav wî birincî. Ez ê îro tarîfa parsûyê dagirtî yê berxan bidim we, ez ê parsû biheşînim yanî. Pir bi zahmet e û ji ber ku ez tenê bûm, ji bo ez ji we re fotograf bikşînim ez ketim hezar şiklî. Heke ne kesek li ber dilê min pir şêrîn be, ez qet ji bo wan nakevim vê zahmetê û vê xwarinê çênakim bi rastî. Ji ber ku ev xwarin hebkî bi teşqele ye û gelek wextê mirov digre (herî kêm 3 saet). Yanî ez bi xwe dikarim ji sibê heta êvarê xwarinê çekim û jê aciz nebim le ez we nizanim 😊








Melzeme ;

· Parsû (tu yê herî cem qesap, bejî; “birê min ez ê parsû dagrim, ji min re parsûyê berxikekî eyar bike.” herî kêm rojek berî tu dagrî, hewce ye dînlenmîş bibe)
· Birinc
· Goştê nerm ê hûrkirî
· Bexdenûs
· Qerebîber, yenîbahar
· Zeyt
· Xwê
· Simaka hebî
· Ava bacanan(firingiyan)


Ez bi xwe ji behîv û mewîja tê de hez nakim lê heger hûn hez dikin, hûn dikanin tevlî bikin. Di serî de ji bo heşûya xwe goştê xwe hûrik hûrik hûr bikin. Bavêjin tawekê, bila ava xwe berde û lê zuha bibe. Pişt re, hinek zeyt û ava bacana (qasî kevciyek tatlî) pê re sor bikin û deynin aliyekî. Baxdenûsekê hûrik hûrik hûr bikin û wê jî deynin hêlekê. Birinca xwe sor bikin. Ji bo her qedeheke birinc, qedeheke av em ê têxin. Bele wê hişk be lê wê di nav parsûyê me de jî hebkî bikele. Goşt, baharat û baxdenûsên xwe nav li hev bixin…







 Êdî hûn dikanin derdora parsû bidirûn û em ê tenê cîhekî piçûk bihêlin ji bo em birinca xwe têxinê. Hundirê parsûyê xwe baş xwê bikin. Ez pariyekî zeyta qijîli bera hundir parsûyê xwe didim. Me birinca xwe hemî xist hundir, îja em ê wî cîhî jî bidirûn û em ê bidin ser. We da ser, teqrîben 3-4 ketil av xist ser (ava kelandî, ne ya xalî). Her rûyekî parsûyê xwe, ez nêzî saet û nîvekî dikelinim. 3 saet li ser êgir dimîne ew av, heta dawî gelek kêm dibe. Paşê ji nav avê derxin. Me kevcî û nîvek ava bacana rind sor kir û hinek baharat xistin ser. Em ê vê ava bacana him berî ez têxim fırnê li rûyê parsûyê bidim, him jî ez ê têxim ava wê û ew simaka min xistibû nav avê, li ser biparzînim. Gava em ê parsû bixwin, em ê wê avê li tasan tijî bikin û deynin dora wê. Em jê re dibêjin Eşgene, mmmm 😊






Derdora 15-20 deqeyan di firinê de ma, ruyê wê qemirî; êdî hazir e. Benikê ku we pê dirûye jê bikşînin û deynin ser sêniyê. Ez gava çêdikim hinek birinca rijî jî didim dorê, ji bo ku yê bixwaze wê jî tahm bike.

parsûyê dagirtî




 Em wî goştî bi destê xwe ji hev dixin û bi destê xwe li ber mevanê xwe hûr dikin. Li cem me ev hurmetek e. Efiyet be.
00:54 1 yorum
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ▼  Aralık (1)
      • AVA BERRİYÊ, BIYOK Û DERMANÊ DILAN
    • ►  Kasım (1)
    • ►  Ağustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Şubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin