Îro kêfa min li cîh e. Min navroj dereng xwaribû û ji kar vegeriyam. Pir betilî me jî û naxwazim tiştên hazir ên derve jî bixwim. Min go ji xwe re şorba mêst çê bikim û tarîfê jî bidim xwendevanên xwe yên delal. Temamê wê 15 deqîqe ye. min di vîdeoyê de bi ta û derzî behsa çêkirina wê kiriye. Helbet hûn dikarin bi baharatan û filan naveroka wê zêde bikin, yên hez nakin dikarin gêzer jî tevlî nekinê. Ez ê melzemeyan binivîsim, vîdeo ji bo we deynim vir û xatir ji we bixwazim.
Melzeme;
Şehriye (qedeheke çayê)
Arvan (2 kevçî û nîv)
Tasikeke mast
Zeyt
Xwê
Ava goşt an bûlyon(bûlyona mirîşkan zêdetir lê tê)(ne şert e)
Pirsên we hebin hûn dikarin bipirsin û heger we jî tarîfa min ceriband wêneyên xwe parve bikin, ez jî kêfxweş bibim :)
Bi hez û hirmet ..
















