facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO


Zeytûnên Xilxalî 

Ez dizanim gava ku behsa Dêrika Çiyayê Mazî dibe, îlleh Zeytûn tên bîra we. Zeytûnên Dêrikê hûrik in, wek morîka piçûk in, rûnê wê zêde ye. Çeşîdê wan hene lê yên herî biqiymet ê Xilxalî ne. Ekla wê û tehma wê li gorî yên hazir ên li marketê tên firotin gelek zêdetir e. Ê zanin jixwe dizanin, ê nizanin jî teqez bixwin, jê nemînin.


Zeytûnfiroş

Sal 2017, ez bi xwe difikirim ku xwarin heyata me bi xwe ye û hewce ye her kes divê zanibe çi bixwe çi nexwi, çi baş e çi ne baş e. Zeytûn ji bo laşe me, bi taybetî jî ji bo qelbê me hevalekî bêhempa ye. Mesela Omega 3 felan. Ez nizanim di nivîsên xwe de behsa tiştên werê bikim , hûn dixwazin hîn bibin an ne hewce ye? fikrên we ji bo min muhîm in, ez çawa dewam bikim nivîsên xwe ?
Pispor dibejin 5 zeytûn, porsiyonek e û ev teqabîlî derdora 42 kaloriyan dike. Çimkî rûnê wê zêdê ye , gava we xwar hewce ye hûn dîqat bikin. Ji bo Zeytûnê Dêrikê ne mimkun e tabî, em Dêrîkî zikê xwe didin ber zeytûnan 😊


Gava diçûm unîversîtê hevalên min ên kurd, bi zeytûnên Dêrikê yên navdar nizanibûn. Ez ecêbmayî dimam. Lê êdî têra xwe populer e. Kengî evqas populer bûye nizanim lê êdî li her derê li ber çavê min dikeve, dêmek kî pir tê ecibandin û talep jî heye. Li Mêrdînê min tim didît ku tê firotin ama ew roj li Amedê jî min ew li supermarketekê dîtin, kiloya wê li wir 15 lîre bû. Li Dêrikê jî li dora 10 lîreyan e.

li Amedê Supermarketek

Li Mêrdînê kafeyeke Tevî ku hêj nû ye jî, gelek tê ecibandin heye. Bi taşteya xwe (ya açıkbüfe) navdar e. Hevalan pir behs kir, me go em jî herin. Hew min dît di nav xwarinan de Zeytûnên Derikê jî hene. 8 çeşît zeytûn hebûn, yek ji wan jî Zeytûnên me yên Xilxalî bûn. Bê zeytun nizanim taştê bixwim, min dîrekt du sê kevcî xistin tebaxa xwe. Ez li derve pir taştê naxwim ama gava min dît kêfa min hat. Li ser çend sîteyên înternetê jî min dît ku Zeytûnên Dêrikê tên firotin, buhaya wan zêde bû lê piyaseya zeytûnên me çêbûye, kêfa min hat. Li her derê belav dibe, pir baş e.

Li Kafeyekê Zeytûnê Dêrikê


Li gor lêkolînan, li dinyê eslê zeytûnan (tirkî dibêjin; gen merkezi ) ji navbera Dêrik , Meraş û Hatayê ye. Yani ev zeytûnên ku em dixwin neguherîne, eslê zeytûnan jî, li van deran e û zeytûn ji vir belav dinyê buye ( ji bo meraqliyê wê kaynak jî heye). Heta mezinên me jî qal dikin; gava ku Nebî Nuh, ji bo ku fam bike bê ka av kişyaye an na, kevokek şandiye dinyayê. Ew kevok bi şaxeke zeytûnê vedigere, dibêjin ew şax ji axa Dêrîkê ye. Ne dûrî aqilan e, Dêrîk nêzîkî Cûdî ye.

Hevalno axa Dêrikê pîroz e, zeytûnên wê jî. haya we jê hebe 😊
13:14 5 yorum


ÇILE - Dinya serma ye, xwarin xweş e. Me zor daye xwarinên bipîvaz; wek patîle(şamborek), kutilk.

SIBAT- Kundiiirrrrr!

ADAR- Kereng û tolik derketine, şikir ji rehma Xwedê re 😊

NÎSAN- Em dawê berxan bi goşt re didin ser bulxurê doşirmekî!

GULAN- Fêkî xweş bûne, yûûppîî!

HEZÎRAN- Em bi rojî ne, ji bilî avê tiştek nayê bîra me.

TÎRMEH- Em sebze ( bamî, bacanê reş ) hişk dikin. Şuşê bacanê sor ji bo zivistanê em dadigrin. Me zivistan kir kundir 😊

TEBAX- Îsotê Urfayê deng dide. Em bacan û îsotan davêjin firnê û bi nanê sêlê dixwin.

ÎLON- Li Mêrdînê dema tiriyê Merzone ye.

COTMEH - Xwediyê rezan çû ser mahseran; dims, pellûr,benî û bastêk çekirin.

MIJDAR - Goştê elokan xweş bûye.

BERFANBAR- Me cange serjê kir û niqreyên (sîtil) qelîyê me dan ser.

10:51 5 yorum
Li Berriya Mêrdînê, xwarina eşîr û malmezinan bê goştê kar û berxan nabe. Pekî goştê sor çawa baş tê kelandin? Rê û rêbazên wê, formulên wê çi ne? Ka em binêrin…


Birinca Ber Goşte Karan
( Mixabin li berriyê birinca Baldo zora birinca Qerecdax bir :) )


Kesên ku nû hînî çekirina goşt dibin û “ecemî” ne, ev nivîs bi piranî ji bo we ye. Di 6 gavan de em ê lê binerin ;


1. Ewilî goşte xwe baş bişon, ew mûyê heywên û ew hestiyên pir hurik ê ku gava tê hur kirin pê re dimînin, bila xwe jê berdin.

2. Ava ku hûn ê goşt têxinê, bila ne ya kelandî be, ya muslixê yanî ya xalî dîrekt têxin ser.

3. Li gorî xwarina xwe av bixin ser. Heger ji bo sêl û hemîsê be hindik (av bi ser goştê we bikeve temam e) û heger ji bo birinc û bulxurê be zêdetir têxinê. Ava pir zêde ne baş e. Ekil di goştê we de nahêle.

4. Ku we da ser ne temam e yabo! Kapaxê negrin û berê xwe nedin aliyekî din, Berî ew goşt û av bikele wê kef bikeve ser, wê kefê bi kevgîr ji ser bigrin. Heger hûn ji bîr bikin wê kefê bigrin û goştê we bi wê kefê re bikele mixabin wê lezzeta wê hebkî kêm be.

5. We kef jî girt ija pirsgirêk nema. Xwê û hebkî zeyt bavêjin û bila goştê we bikele. Tabî goştê we heger xurt be, yanî mesela yê berxan be, hewce nake hûn zeytê têxin ser. Heger bê rûn be hinek zeyt bixinê. Gava goştê we keliya wê ava we jî tam tîr bibe. Li gorî pîrbûna heywên, texmînen saetek an saet û nivêk piştî kel pê ket, wê tam bikele.

6. Piştî goştê we keliya, ev ne lîstika zarokan e ha, deh deqê carekê kapaxê veneke û li hev nexe. Hilma xwe fireh ke. Di serî de, yanî beriya kel pê keve, gava hûn kefê digrin, timî bila çavê we lê be, bes e.





Goştê we keliya êdî goştê xwe ji nav avê derxin, ava xwe biparzînin. Hûn dikanin wê avê bixin nav bulxur, birinc, hemîs an jî goştê sêlê. Vî zemanî her tişt li ber destê me heyye, em çi tiştî bixwazin bi rihetî dikarin bigihînê.

Gotina pêşiyan e: “Mal têr e, kevanî şêr e.” :)

Slav û Hirmet
01:42 11 yorum
Li cem me parsûyê heywanên wekî kar û berxan tên dagirtin. Mirîşk, elok, qaz û werdek jî bi saxî tê dagirtin. Yanî birinc tê xistin hundirê wê, derdora heywanê an jî parsûyê tê dirûtin û dû re tê kelandin. Li gorî daxwazê mirov dikare baharat û goşt bixe nav wî birincî. Ez ê îro tarîfa parsûyê dagirtî yê berxan bidim we, ez ê parsû biheşînim yanî. Pir bi zahmet e û ji ber ku ez tenê bûm, ji bo ez ji we re fotograf bikşînim ez ketim hezar şiklî. Heke ne kesek li ber dilê min pir şêrîn be, ez qet ji bo wan nakevim vê zahmetê û vê xwarinê çênakim bi rastî. Ji ber ku ev xwarin hebkî bi teşqele ye û gelek wextê mirov digre (herî kêm 3 saet). Yanî ez bi xwe dikarim ji sibê heta êvarê xwarinê çekim û jê aciz nebim le ez we nizanim 😊








Melzeme ;

· Parsû (tu yê herî cem qesap, bejî; “birê min ez ê parsû dagrim, ji min re parsûyê berxikekî eyar bike.” herî kêm rojek berî tu dagrî, hewce ye dînlenmîş bibe)
· Birinc
· Goştê nerm ê hûrkirî
· Bexdenûs
· Qerebîber, yenîbahar
· Zeyt
· Xwê
· Simaka hebî
· Ava bacanan(firingiyan)


Ez bi xwe ji behîv û mewîja tê de hez nakim lê heger hûn hez dikin, hûn dikanin tevlî bikin. Di serî de ji bo heşûya xwe goştê xwe hûrik hûrik hûr bikin. Bavêjin tawekê, bila ava xwe berde û lê zuha bibe. Pişt re, hinek zeyt û ava bacana (qasî kevciyek tatlî) pê re sor bikin û deynin aliyekî. Baxdenûsekê hûrik hûrik hûr bikin û wê jî deynin hêlekê. Birinca xwe sor bikin. Ji bo her qedeheke birinc, qedeheke av em ê têxin. Bele wê hişk be lê wê di nav parsûyê me de jî hebkî bikele. Goşt, baharat û baxdenûsên xwe nav li hev bixin…







 Êdî hûn dikanin derdora parsû bidirûn û em ê tenê cîhekî piçûk bihêlin ji bo em birinca xwe têxinê. Hundirê parsûyê xwe baş xwê bikin. Ez pariyekî zeyta qijîli bera hundir parsûyê xwe didim. Me birinca xwe hemî xist hundir, îja em ê wî cîhî jî bidirûn û em ê bidin ser. We da ser, teqrîben 3-4 ketil av xist ser (ava kelandî, ne ya xalî). Her rûyekî parsûyê xwe, ez nêzî saet û nîvekî dikelinim. 3 saet li ser êgir dimîne ew av, heta dawî gelek kêm dibe. Paşê ji nav avê derxin. Me kevcî û nîvek ava bacana rind sor kir û hinek baharat xistin ser. Em ê vê ava bacana him berî ez têxim fırnê li rûyê parsûyê bidim, him jî ez ê têxim ava wê û ew simaka min xistibû nav avê, li ser biparzînim. Gava em ê parsû bixwin, em ê wê avê li tasan tijî bikin û deynin dora wê. Em jê re dibêjin Eşgene, mmmm 😊






Derdora 15-20 deqeyan di firinê de ma, ruyê wê qemirî; êdî hazir e. Benikê ku we pê dirûye jê bikşînin û deynin ser sêniyê. Ez gava çêdikim hinek birinca rijî jî didim dorê, ji bo ku yê bixwaze wê jî tahm bike.

parsûyê dagirtî




 Em wî goştî bi destê xwe ji hev dixin û bi destê xwe li ber mevanê xwe hûr dikin. Li cem me ev hurmetek e. Efiyet be.
00:54 1 yorum
Bi xêr hatî şahê demsalan, demsala elokan. Ez pêşî behsa goştê Elokan bikim, pişt re tarîfeke navdar û rehet a deştiyan bidim we; Merga elokan, mmmm! Gava qal dikim bêhna wê tê pozê min 😊
Rûnê Goştê eloka li gor yê sor (mînak; yê pez, yê canga) û li gor ê mirîşkan kêm û proteîna wê jî li gor wan zêdê ye. Ji ber vê jî delalîka ber dilê me ye. Ji aliyê vîtaminê B’yê, wekî B1, B2, B3 û B6’yê gelekî dewlemend e. Ne tenê ev; kaniyek mîneralan e û ji aliyê kalsiyum, fosfor û potasyûmê ve jî pir dewlemend e. Bi taybetî ji bo qelbê me baş e û li dijî qanserê hêzê dide laşê me, ji bo stres û bêxewîyê jî gelek rind e. Me gotibu rûnê wê kêm e û heger hûn diyetê bikin tew sînga elokê bi qasî sînga yara/ê we bi qiymet dibe. Di 100 gr’a wê de tenê 5 gr rûn heye û rûna di goştê Elokan de jî aliye Linoleik Asitê ve dewlemend e. Naxwazim bi terîmê akademik sere we biêşînim û we aciz bikim, ji bo wê jî êdî bi tarîfêk xweş, dilê we xweş bikim.


elok

Sersal jî nêzîk bû. Êdî di devê her kesî de elok, elok û elok… Helbet ji bo sihet û tenduristiyê, elokên malê; yanî yên bi destê cîranan, bi destê gundiyan hatine xwedîkirin, ên li nav bax û bostana têr geriyayî çêtir in. Ji aliyê mîneral û vîtamînên ku min li jor behs kiriye zengîntir in. Heke îmkan tune be, çavê tunebunê kor be (!) ez bi xwe yên supermarketa naxwim le hûn dikarin tercîh bikin. Ji ber kû di bin şert û mercên gelekî xirab de tên mezinkirin û ew hormon û êmên ku dixwin li ser bedena mirov jî tesireke ne baş dike, gelek otorite li dijî endustriya mirîşk û elokan kampanya çêdikin. Ez bi xwe jî tercih nakim. Agahiyek kurt be bila ev jî.
Min go; Merge, yani mergeya elokan. Gelo çi ye ev Merge? hûn dizanin? Heke hûn nizanibin ez bibêjim. Ev xwarin, bi goşte mirîşkan, an jî bi yê elokan çêdibe. Goştê sor ji bo vê xwarinê nabe. Em ê behsa çêkirina Mergeya elokan bikin. Ewilî we Eloka xwe sitend, serjê kir, peritand û hundirê wê derxistin. Wan purtên pir hurik ên nayê peritandin, li ser êgîr bikizirînin. Yanî çermê wê hewqas bigihînin êgir. Piştî vê merhelê hûn dikarin eloka xwe hûr bikin. We eloka xwe hur kir. Bi min; lezzeta xwarinê gava meriv her derên eloken bi hevre dikelîne çêtir dibe. Perçên goştê wê; yanî, sîng, bask, hêt, sitû, ser hêt, qorik, qaçik giş têxin beroşê û bikelînin ku heta kezeb û hurika wê jî pê re bikele. Heger hûn tenê 2-3 kes in û elokek ji we re zêde tê,  ji orte de felq bikin û hêla çep an rastê têxin beroşê û bikelînin. Yanî heger hûn vê xwarinê, tene ji sîngê çê bikein minak, wê lezzeta wê kêm be bi ya min. Min qet neceribandiye tabî. Goştê xwe baş bişon û bidin ser êgir. Ava ku hûnê bixinê bila ne germ be, ya muslixe rasterast dagrin û bila ava wê ne pir zêde be. Bila wek 3 tilî ser bi goştê we bikeve temam e û bidin ser , guneh situyê xwişka we de heyran. Gava kel pê hat em ê xwê bavêjin ser; hilma xwe fireh bikin ji bo avêtina xwê. Berî kel pê bê kefa goşt bi ser dikeve. Bi kevgîrê em wê kefa ser bigrin, ev gelek muhîm e ji bo ekla xwarina we. Gerek ew kef bê girtin û bi goşt wernegere! Du cûre Elok hene; Fêrîk û Dîk. Dîka eloka nêr e. Xurt e û goştê wê li gor ên Fêrîka bêtir rûn digire. Heger we dîk sitendibe, hewceyî rûn nake lê heger goştê we yên Elokan, Fêrîk be gava kel pê hat piçek zeyta zeytuna jî bi xwê re bavêjinê, wê baştir be. Teqrîben saetek piştî kel pê hat dê bipije, gava we hêta eloka xwe derxist û destê xwe bidinê, Ger tilîka we tê re çû temam e. Goştê xwe ji nav avê derxin, ava xwe biparzînin/dawerivînin û deynin hêlekê. Îja hindikek rûn têxin beroşa xwe, 2 pîvazen xwe yên hebkî mezin hûr bikin û sor bikin. Gava pîvazên we sor bûn, goştê xwe bavêjin ser pîvazan, goşt jî pê re baş sor bikin (!) û ava xwe ya goşt bera ser bidin. Nêzî 15 deqîqeyan de xwarina me hazir e. Li gorî dilê xwe, hinek karabîber jî hûn dikarin têxin (kevçiyek çayê). Nanê sêlê jî bi taybetî ji bo vê xwarinê çêdibe. Nanê xwe yê sêlê hûr bikin û di bin mesefa xwe de raxin, goşte xwe ji beroşê de derxin deynin ser nane xwe û pişt re wê avê jî bera serdin. Ew nan şil dibe û tahma ava goşt dikeve nên, pir xweş dibe Şiva we hazir û nazir e, afiyet be 😊


mergeya elokan





00:39 2 yorum
Tevî xwarinên xwe yên bi nav û deng, tu bi xêr hatî zivistan. Wekî pispor dibêjin; meriv gerek her fêkiyî di demsala wê de bixwe. Ji bo tenduristiye, ji bo adaptasyona laşê me ya demsala nû û ji bo berxwedana bedena me ya li dijî mikroban :) Hewce ye em fêkiyên zivistanê vê demê bixwin û ji bo fêkiyen havînê jî li benda dema wan bin. Zahmet e tabî gava hûn diherin supermarkete û her çeşîd fêkî li ser dezgeya dibînin. Zahmet e meriv bikanibe nefsa xwe. Lê hêdî hêdî bi hev re em vê bikin alışkanlık :)  Dinya cemidiye, xwarin jî çend xweş e; ji bo destpekê, zivistan baş e yanî. Li ser vê blogê ez ê him behsa indgerientên xwarinê bikim. Him jî kîjan fêkî kijan demsala divê bê xwarin ez ê qala wê bikim. Ka gelo em deştî van xwarinan çawa çêdikin? Ez ê behsa wan jî bikim :) Ez li metbaxa mala xwe jinek jehatî û di karê xwe de 'food engineer'eke zîrek im , berî her tiştî slavên germ :)
00:44 No yorum
Nivîsa Nûtir

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ►  2018 (22)
    • ►  Aralık (1)
    • ►  Kasım (1)
    • ►  Ağustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Şubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ▼  2017 (6)
    • ▼  Aralık (6)
      • ZEYTÛNÊN DÊRIKÊ
      • DI 2017AN DE ME ÇI XWAR ÇI VEXWAR?
      • KELANDINA GOŞTÊ SOR
      • PARSÛYÊ DAGİRTÎ
      • MERGEYA ELOKAN
      • destpêk :)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin