DI 2017AN DE ME ÇI XWAR ÇI VEXWAR?

Kevanî - 10:51



ÇILE - Dinya serma ye, xwarin xweş e. Me zor daye xwarinên bipîvaz; wek patîle(şamborek), kutilk.

SIBAT- Kundiiirrrrr!

ADAR- Kereng û tolik derketine, şikir ji rehma Xwedê re 😊

NÎSAN- Em dawê berxan bi goşt re didin ser bulxurê doşirmekî!

GULAN- Fêkî xweş bûne, yûûppîî!

HEZÎRAN- Em bi rojî ne, ji bilî avê tiştek nayê bîra me.

TÎRMEH- Em sebze ( bamî, bacanê reş ) hişk dikin. Şuşê bacanê sor ji bo zivistanê em dadigrin. Me zivistan kir kundir 😊

TEBAX- Îsotê Urfayê deng dide. Em bacan û îsotan davêjin firnê û bi nanê sêlê dixwin.

ÎLON- Li Mêrdînê dema tiriyê Merzone ye.

COTMEH - Xwediyê rezan çû ser mahseran; dims, pellûr,benî û bastêk çekirin.

MIJDAR - Goştê elokan xweş bûye.

BERFANBAR- Me cange serjê kir û niqreyên (sîtil) qelîyê me dan ser.

TE EV XWENDIN?

5 yorum

  1. Gellek xweş bûye, destê te sax bin. Min jî özeta îsal di bloga xwe da weşandibû. Bi xwarinan pir xweş bûye :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Erê min dît , piştî min ya te xwend min xwast ez jî bi xwarinan tiştek wek a te çêkim :) saeta te jî xweş :)

      Sil
  2. Salek bi xwarin û vexwarinê ancax ewqas xweş tê tarîf kirin. Bo min 2017 saleke ne xweş bû, lê te ewqas xweş kiriye ku.. Bloga te li ser xêrê be careke din û tim û tim aktîf be.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. sax be, nav xêrê de be. 2017 çû nema tê, îja 2018 bila sala me be :)

      Sil
  3. Me qazixeke mezin ji Barzanî xwar

    YanıtlaSil