MERGEYA ELOKAN

Kevanî - 00:39

Bi xêr hatî şahê demsalan, demsala elokan. Ez pêşî behsa goştê Elokan bikim, pişt re tarîfeke navdar û rehet a deştiyan bidim we; Merga elokan, mmmm! Gava qal dikim bêhna wê tê pozê min 😊
Rûnê GoÅŸtê eloka li gor yê sor (mînak; yê pez, yê canga) û li gor ê mirîşkan kêm û proteîna wê jî li gor wan zêdê ye. Ji ber vê jî delalîka ber dilê me ye. Ji aliyê vîtaminê B’yê, wekî B1, B2, B3 û B6’yê gelekî dewlemend e. Ne tenê ev; kaniyek mîneralan e û ji aliyê kalsiyum, fosfor û potasyûmê ve jî pir dewlemend e. Bi taybetî ji bo qelbê me baÅŸ e û li dijî qanserê hêzê dide laşê me, ji bo stres û bêxewîyê jî gelek rind e. Me gotibu rûnê wê kêm e û heger hûn diyetê bikin tew sînga elokê bi qasî sînga yara/ê we bi qiymet dibe. Di 100 gr’a wê de tenê 5 gr rûn heye û rûna di goÅŸtê Elokan de jî aliye Linoleik Asitê ve dewlemend e. Naxwazim bi terîmê akademik sere we biêşînim û we aciz bikim, ji bo wê jî êdî bi tarîfêk xweÅŸ, dilê we xweÅŸ bikim.


elok

Sersal jî nêzîk bû. Êdî di devê her kesî de elok, elok û elok… Helbet ji bo sihet û tenduristiyê, elokên malê; yanî yên bi destê cîranan, bi destê gundiyan hatine xwedîkirin, ên li nav bax û bostana têr geriyayî çêtir in. Ji aliyê mîneral û vîtamînên ku min li jor behs kiriye zengîntir in. Heke îmkan tune be, çavê tunebunê kor be (!) ez bi xwe yên supermarketa naxwim le hûn dikarin tercîh bikin. Ji ber kû di bin ÅŸert û mercên gelekî xirab de tên mezinkirin û ew hormon û êmên ku dixwin li ser bedena mirov jî tesireke ne baÅŸ dike, gelek otorite li dijî endustriya mirîşk û elokan kampanya çêdikin. Ez bi xwe jî tercih nakim. Agahiyek kurt be bila ev jî.
Min go; Merge, yani mergeya elokan. Gelo çi ye ev Merge? hûn dizanin? Heke hûn nizanibin ez bibêjim. Ev xwarin, bi goÅŸte mirîşkan, an jî bi yê elokan çêdibe. GoÅŸtê sor ji bo vê xwarinê nabe. Em ê behsa çêkirina Mergeya elokan bikin. Ewilî we Eloka xwe sitend, serjê kir, peritand û hundirê wê derxistin. Wan purtên pir hurik ên nayê peritandin, li ser êgîr bikizirînin. Yanî çermê wê hewqas bigihînin êgir. PiÅŸtî vê merhelê hûn dikarin eloka xwe hûr bikin. We eloka xwe hur kir. Bi min; lezzeta xwarinê gava meriv her derên eloken bi hevre dikelîne çêtir dibe. Perçên goÅŸtê wê; yanî, sîng, bask, hêt, sitû, ser hêt, qorik, qaçik giÅŸ têxin beroşê û bikelînin ku heta kezeb û hurika wê jî pê re bikele. Heger hûn tenê 2-3 kes in û elokek ji we re zêde tê,  ji orte de felq bikin û hêla çep an rastê têxin beroşê û bikelînin. Yanî heger hûn vê xwarinê, tene ji sîngê çê bikein minak, wê lezzeta wê kêm be bi ya min. Min qet neceribandiye tabî. GoÅŸtê xwe baÅŸ biÅŸon û bidin ser êgir. Ava ku hûnê bixinê bila ne germ be, ya muslixe rasterast dagrin û bila ava wê ne pir zêde be. Bila wek 3 tilî ser bi goÅŸtê we bikeve temam e û bidin ser , guneh situyê xwiÅŸka we de heyran. Gava kel pê hat em ê xwê bavêjin ser; hilma xwe fireh bikin ji bo avêtina xwê. Berî kel pê bê kefa goÅŸt bi ser dikeve. Bi kevgîrê em wê kefa ser bigrin, ev gelek muhîm e ji bo ekla xwarina we. Gerek ew kef bê girtin û bi goÅŸt wernegere! Du cûre Elok hene; Fêrîk û Dîk. Dîka eloka nêr e. Xurt e û goÅŸtê wê li gor ên Fêrîka bêtir rûn digire. Heger we dîk sitendibe, hewceyî rûn nake lê heger goÅŸtê we yên Elokan, Fêrîk be gava kel pê hat piçek zeyta zeytuna jî bi xwê re bavêjinê, wê baÅŸtir be. Teqrîben saetek piÅŸtî kel pê hat dê bipije, gava we hêta eloka xwe derxist û destê xwe bidinê, Ger tilîka we tê re çû temam e. GoÅŸtê xwe ji nav avê derxin, ava xwe biparzînin/dawerivînin û deynin hêlekê. ÃŽja hindikek rûn têxin beroÅŸa xwe, 2 pîvazen xwe yên hebkî mezin hûr bikin û sor bikin. Gava pîvazên we sor bûn, goÅŸtê xwe bavêjin ser pîvazan, goÅŸt jî pê re baÅŸ sor bikin (!) û ava xwe ya goÅŸt bera ser bidin. Nêzî 15 deqîqeyan de xwarina me hazir e. Li gorî dilê xwe, hinek karabîber jî hûn dikarin têxin (kevçiyek çayê). Nanê sêlê jî bi taybetî ji bo vê xwarinê çêdibe. Nanê xwe yê sêlê hûr bikin û di bin mesefa xwe de raxin, goÅŸte xwe ji beroşê de derxin deynin ser nane xwe û piÅŸt re wê avê jî bera serdin. Ew nan ÅŸil dibe û tahma ava goÅŸt dikeve nên, pir xweÅŸ dibe Åživa we hazir û nazir e, afiyet be 😊


mergeya elokan





TE EV XWENDIN?

2 yorum

  1. Te dilê me êşand bixwedê.ka yabo di vê tinnebûna reben emê çi xwelîyê li ser dijminê xwe bikin û emé herin elokekê çê bikin. �� destê te sax be nivîsa te û nivîskarîya te pîroz be serkeftin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. spas , mala te ava. rast e welle çavê tinebûnê kor be :)

      Sil