ZEYTÛNÊN DÊRIKÊ

Kevanî - 13:14


Zeytûnên Xilxalî 

Ez dizanim gava ku behsa Dêrika Çiyayê Mazî dibe, îlleh Zeytûn tên bîra we. Zeytûnên Dêrikê hûrik in, wek morîka piçûk in, rûnê wê zêde ye. Çeşîdê wan hene lê yên herî biqiymet ê Xilxalî ne. Ekla wê û tehma wê li gorî yên hazir ên li marketê tên firotin gelek zêdetir e. Ê zanin jixwe dizanin, ê nizanin jî teqez bixwin, jê nemînin.


Zeytûnfiroş

Sal 2017, ez bi xwe difikirim ku xwarin heyata me bi xwe ye û hewce ye her kes divê zanibe çi bixwe çi nexwi, çi baş e çi ne baş e. Zeytûn ji bo laşe me, bi taybetî jî ji bo qelbê me hevalekî bêhempa ye. Mesela Omega 3 felan. Ez nizanim di nivîsên xwe de behsa tiştên werê bikim , hûn dixwazin hîn bibin an ne hewce ye? fikrên we ji bo min muhîm in, ez çawa dewam bikim nivîsên xwe ?
Pispor dibejin 5 zeytûn, porsiyonek e û ev teqabîlî derdora 42 kaloriyan dike. Çimkî rûnê wê zêdê ye , gava we xwar hewce ye hûn dîqat bikin. Ji bo Zeytûnê Dêrikê ne mimkun e tabî, em Dêrîkî zikê xwe didin ber zeytûnan 😊


Gava diçûm unîversîtê hevalên min ên kurd, bi zeytûnên Dêrikê yên navdar nizanibûn. Ez ecêbmayî dimam. Lê êdî têra xwe populer e. Kengî evqas populer bûye nizanim lê êdî li her derê li ber çavê min dikeve, dêmek kî pir tê ecibandin û talep jî heye. Li Mêrdînê min tim didît ku tê firotin ama ew roj li Amedê jî min ew li supermarketekê dîtin, kiloya wê li wir 15 lîre bû. Li Dêrikê jî li dora 10 lîreyan e.

li Amedê Supermarketek

Li Mêrdînê kafeyeke Tevî ku hêj nû ye jî, gelek tê ecibandin heye. Bi taşteya xwe (ya açıkbüfe) navdar e. Hevalan pir behs kir, me go em jî herin. Hew min dît di nav xwarinan de Zeytûnên Derikê jî hene. 8 çeşît zeytûn hebûn, yek ji wan jî Zeytûnên me yên Xilxalî bûn. Bê zeytun nizanim taştê bixwim, min dîrekt du sê kevcî xistin tebaxa xwe. Ez li derve pir taştê naxwim ama gava min dît kêfa min hat. Li ser çend sîteyên înternetê jî min dît ku Zeytûnên Dêrikê tên firotin, buhaya wan zêde bû lê piyaseya zeytûnên me çêbûye, kêfa min hat. Li her derê belav dibe, pir baş e.

Li Kafeyekê Zeytûnê Dêrikê


Li gor lêkolînan, li dinyê eslê zeytûnan (tirkî dibêjin; gen merkezi ) ji navbera Dêrik , Meraş û Hatayê ye. Yani ev zeytûnên ku em dixwin neguherîne, eslê zeytûnan jî, li van deran e û zeytûn ji vir belav dinyê buye ( ji bo meraqliyê wê kaynak jî heye). Heta mezinên me jî qal dikin; gava ku Nebî Nuh, ji bo ku fam bike bê ka av kişyaye an na, kevokek şandiye dinyayê. Ew kevok bi şaxeke zeytûnê vedigere, dibêjin ew şax ji axa Dêrîkê ye. Ne dûrî aqilan e, Dêrîk nêzîkî Cûdî ye.

Hevalno axa Dêrikê pîroz e, zeytûnên wê jî. haya we jê hebe 😊

TE EV XWENDIN?

5 yorum

  1. Yanî tu dibêjî dema ku Ferîşteyên kitanspî destên xwe davêje şaxan ekla xwe dide dev û diranan .? :))

    YanıtlaSil
  2. Yanî tu dibêjî dema ku Ferîşteyên kitanspî destên xwe davêje şaxan ekla xwe didin dev û diranan .? :))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. destên te sax bin , gotina te çer li hev hat ☺️☺️

      Sil
  3. Salan in min zeytûnên dêrîkê nexwarin. Bîska din li ser taştê bûm û têra xwe min patata sorkirî, boreka baçikan, hêkên kelandî, sicûq û hwd xwarin lê ka zeytûnên dêrîkê? kêmasiyeke rûnişt li nav zikê min! :(

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bê zeytûnî gelek zehmet e , ez jî zeytûn tune bin wek min taştê nexwarî be hîs dikim :/

      Sil