KELANDINA GOŞTÊ SOR

Kevanî - 01:42

Li Berriya Mêrdînê, xwarina eşîr û malmezinan bê goştê kar û berxan nabe. Pekî goştê sor çawa baş tê kelandin? Rê û rêbazên wê, formulên wê çi ne? Ka em binêrin…


Birinca Ber Goşte Karan
( Mixabin li berriyê birinca Baldo zora birinca Qerecdax bir :) )


Kesên ku nû hînî çekirina goşt dibin û “ecemî” ne, ev nivîs bi piranî ji bo we ye. Di 6 gavan de em ê lê binerin ;


1. Ewilî goşte xwe baş bişon, ew mûyê heywên û ew hestiyên pir hurik ê ku gava tê hur kirin pê re dimînin, bila xwe jê berdin.

2. Ava ku hûn ê goşt têxinê, bila ne ya kelandî be, ya muslixê yanî ya xalî dîrekt têxin ser.

3. Li gorî xwarina xwe av bixin ser. Heger ji bo sêl û hemîsê be hindik (av bi ser goştê we bikeve temam e) û heger ji bo birinc û bulxurê be zêdetir têxinê. Ava pir zêde ne baş e. Ekil di goştê we de nahêle.

4. Ku we da ser ne temam e yabo! Kapaxê negrin û berê xwe nedin aliyekî din, Berî ew goşt û av bikele wê kef bikeve ser, wê kefê bi kevgîr ji ser bigrin. Heger hûn ji bîr bikin wê kefê bigrin û goştê we bi wê kefê re bikele mixabin wê lezzeta wê hebkî kêm be.

5. We kef jî girt ija pirsgirêk nema. Xwê û hebkî zeyt bavêjin û bila goştê we bikele. Tabî goştê we heger xurt be, yanî mesela yê berxan be, hewce nake hûn zeytê têxin ser. Heger bê rûn be hinek zeyt bixinê. Gava goştê we keliya wê ava we jî tam tîr bibe. Li gorî pîrbûna heywên, texmînen saetek an saet û nivêk piştî kel pê ket, wê tam bikele.

6. Piştî goştê we keliya, ev ne lîstika zarokan e ha, deh deqê carekê kapaxê veneke û li hev nexe. Hilma xwe fireh ke. Di serî de, yanî beriya kel pê keve, gava hûn kefê digrin, timî bila çavê we lê be, bes e.





Goştê we keliya êdî goştê xwe ji nav avê derxin, ava xwe biparzînin. Hûn dikanin wê avê bixin nav bulxur, birinc, hemîs an jî goştê sêlê. Vî zemanî her tişt li ber destê me heyye, em çi tiştî bixwazin bi rihetî dikarin bigihînê.

Gotina pêşiyan e: “Mal têr e, kevanî şêr e.” :)

Slav û Hirmet

TE EV XWENDIN?

11 yorum

  1. Bulxura doşirmekî yanî. Bela goşt hinekî bibez be. Ma ne xweştir e ��

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Xweştir e tabî û tew biharî gava berx dawa wan em dide ser bulxur û birincê heyat e 😋

      Sil
    2. ����

      Sil
  2. Wey saet xweş wele te pir xweş aniye ziman birxula ber vî hoştu wê bi team be...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas :) ere welle ez gava dinivîsim dilê min jî dibije ☺️

      Sil
  3. Bloga te ser xêrê be. Bi xêra bloga te em ê xwe hìnì çêkirina xwarinan bikin Xwedê hez ke.. spas 👍

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas , hevîdarim ez alîkar bibim ji bo çekirina xwarinan ☺️ Bipirsin , talep bikin ez jî binivîsim ☺️

      Sil
  4. Bloga te ser xêrê be. Te pîroz dikim.
    Bi kurmancî tunebûna blogên wiha kêmasiyeke. Wa ye te dest pê kiriye.
    Lê mîjanpaja wê hinekî ne bi dilê min e.
    Mal çiqasî topkirî û nivîs bi rehetî werin xwendin baştir e.
    Ji bo kalekî wek min xwendiva wê hinekî zor bû.

    YanıtlaSil
  5. Bloga te li ser xêrê be. Hêvîdarim wê kurdî li hemû qadên jiyanê daxwaza mirovan bicih bîne. ��

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. spas Dara , mala te ava :) xebata me ji bo wê ye.

      Sil