facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO


Newroz bi piÅŸt ket, edî bihar e. Min xwest ku nivîsên xwe yên biharê bi nasandina van pincarên xweÅŸ bikim. Ax comerd e, xwe ji meriv nagre. Gava em biharê diherin gund; ca min, metka min di nav wê hêşînahiyê de kîjan pincar tê xwarin, kîjan nayê xwarin hemûyan dizanin û wan didin hev. Hinek hewce ye meriv kel pê bixe û birjîne, hinek jî bi xavî tên xwarin. Heger hûn jî dikin bixwin, van tiÅŸtan ji kesên zane bipirsin. Li her herêmî ev gihayên ku bejî şîn tên helbet diguherin lê li gundê me yên ku şîn tên û em dixwin ; tolik, xerdel, pelê ÅŸermokê, tûmask, axbandir, gûriz in. Wekî din heger tê bîra we hûn jî binivîsin. 



Le ez ê îro ji we re rebehsa Kerengan bikim. Ew Kerengên ku Şêx Muhyeddînê Hênî ji bo wan werê dibêje; 

‘Kerengê ji fesla buhar zêdê pak 
Heçî jê çêbikin bîla şubhe* çak**
Kereng jî bi hêkan ra tête simat’

Min bihîstibû ku ev hefeteyek e li sûka Qezê kereng tên firotin û wekî ku kurm di canê min de bigere, min ji bav û birayê xwe re got; heger li derekê dîtin miheqeq bistînin. Lê carna lazim e meriv ne li benda qismetê xwe be û tiÅŸtan bi xwe bike qismetê xwe. Axir min kereng sitendin. Tew min ew bi xavîtî xwarin û zik li xwe êşand. Çillekî zehmet e. 


Gava mirov van kerengan distîne wek çopê dixuyin, derveyî wan tev ax û xwelî ye. Hin  Kerengfiroşên Qezê,  ji bo ew ax bibe herî û giran were, wan ÅŸil dikin. Paqijkirina van kerengan zehmet e ji ber ku histiriyên wan hene. Ez bê lepik nikarim wan temîz bikim. Hinek jî dibêjin ew histirîyên wan jî derman in;  bêyî lepik çêkin ku sinêr û stresa canê we bistîne. 


Hewce ye Kereng baÅŸ bên paqijkirin. Demekê di nav avê de bimînîn û werin kelandin. PiÅŸtî we keland an bi pîvaz û hêk, an bi mast, an jî sorkirî bixwin. Hûn û kêfa xwe. Min tehm kir; bi her sê ÅŸiklên wê jî meriv jê têr nedibû, 2 rojan xwarina min sibê-êvarê Kereng bû. 



AÅŸpêjekî jêhatî ji bo xwendevanên nanoziko.blogspot bi 3 ÅŸiklan Kereng hazir kirin. Yên li tarîfa wan digerin û nizanin wê çawa wan Kerengan bipêjin, va ye kerem bikin. Ji ber amatoriya min vîdeo ne pir serkeftî ye. Lê mala Gernas Nenas ava  aliyê min kir û vîdeo ji bo we xweÅŸiktir kir. Spas bo Gero Production. 




Min tarîfeke din a Kerengan jî li ser kitêba ‘Kürt Mutfağında Ne PiÅŸiyor?’ dît. Va ye ez ê wê jî bar bikim. Heçiyê bixwaze dikare biceribîne.




Haaa! Berî ku xatir bixwazim vê bêjim; Kereng ji aliyê Antîoksîdan û vitamînan dewlemend e. Ji îltîhaba piÅŸikê re û ji krampan re baÅŸ e. Ji bo mehandina xwarinan gelek rind e. Li gelek cihan dixin nav Dermanê Kurmancî. Yên bixwazin hêj feydeyên din hîn bibin; dikarin nivîsa li ser Kerengê binêre. Di biharê de ez bawer im 2 mehan heye û heya hebe ji sifreya xwe kêm nekin, hûn ê poÅŸman nebin. Zatî îro-ro êdî kereng navdar bûye û dema diçî restoranên luks wek meze serwîsî miÅŸteriyan dikin. Nebêjim nabe; sala çû, Åžeyhmus Diken li ser Biamagê li ser Kerengan nivîsîbû û peyveke ku di nav devê xelkê de bû gotibû;   

Kereng digihîje kaşa
Xwarin a bergîr û wehşa
Kereng çi digere
Li mala wezîr ü paşa.


İja nizanim hûn dibêjin çi; bimînin di xêr û xweşiyê de.


‘


* bîla şubhe, yanî bêguman, bê şik.
** çê, pak û qenc.




‘



04:54 19 yorum
Çi çax şîretên ca xwe guhdar nekim poÅŸman dibim, Xwedê wê ji ser serê me kêm neke. Jinek jêhatî û baqil e. Go “keça min taÅŸtêya xwe li mal bixwin, bi Xwedê ew rûnê nivîşk ê Qerejdaxê, tu li tu derê nikarî bidî hevalê xwe û ev mastê mihan ên Dêrîkê jî dîsa werê. Min go “na yadê em ê deÅŸtê temaÅŸe bikin û taÅŸtêya xwe bixwin, min rezervasyon jî çêkir sibehê em ê li wir bixwin. Pir navdar e haa, heta rojekê em bi hevre jî herin” go “tu zanî.”


Min ji bo xwe û mêvanên min ên ji Diyarbekirê hatibûn rezervasyon çêkiribû. Gava em çûn wir û hevalên min çav li deÅŸtê ketin pir kêfxweÅŸ bûn. Dest bi kiÅŸandina fotografan kirin. Min go baÅŸ e ku ev kafe hat bîra min. Em rûniÅŸtin, me dest bi sohbete kir, gelek derbas bû lê hella hella hêj taÅŸtê nehat. Nan dan ber me, hevalan nanê tisî avêtin devê xwe. PiÅŸt re bacan, xiyar û şênahî hatin. Me go “wa ye hat axir.” Lê mixabin 15 deqîqeyan piÅŸtî wê penêr, zeytûn hwd. hat. 



Hilma min teng bû hebkî, min go “wê tiÅŸtekî din were? Qey malzeme tunebû we çû ji Mêrdîna nû kirîn û aÅŸpêj wisa dest bi amadekirina taÅŸtê kir.” Sed caran lêborîn xwestin. Em 3 kes bûn lê 2 hêk û tiÅŸtekî wek diÅŸibe tirÅŸika îsotan anîn lê tehm di wê de jî tunebû. Zatî me têr xwaribû.

Ji serî heya binî qalîteya tiştan jî ne baş bû. Em pi pereyên xwe hetikîn û ez pir bi ber fediyê ketim. Hevalên min Diyarbekirê hatibûn û cara ewil dibûn mêvanê min. Esasen cihekî hebû ku ez timî ji bo taşteyê diçûm. Pir jî baş bûn, êdî mişteriyê wan bûm lê Xwedê carekê meriv şaş dike mixabin. Gotinên diya min hatin bîra min. Wekî her tim min guh neda wê û dîsa poşman bûm.



Ez ÅŸexsê xwe, gava li derve xwarinê dixwim, pêşî li xizmetê dinerim, dixwazim bi hirmet mazûvantiyê bikim ji hevalên xwe re. Tehm û lezzet helbet muhîm e, hewce nake ez qal bikim. Lê heger meriv ji bo xwarinê ne li malê be , ez bi xwe dibêjim wekî li malê bim, lazim e bêkêmanî her tiÅŸt were ber min û xizmet hebe. Ya din jî ez li wê dinêrim bê ka ew mekan hertim bi heman qalîteyî xwarinê çêdike an na? Ji 10 caran tenê carekê jî te xwarineke nexweÅŸ li wir xwaribe nema here wir heyran! Ez werê dikim. 

Ez li aÅŸxaneyekê dixebitim, bawer bikin heger em bixwazin em dikarin hezar fen û fût bikin . Hin cîh naxwazin qelîteya xwarina wan bikeve û bo wê her tiÅŸtî dikin. Hinek jî tenê dixwazin bila roj biqede lê bi çi hawî be jî bila kar bikin. Li cihên ku hûn tim tercîh dikin dîqet bikin ji bo wê. Hûn gava diçin kafeyek an restoranekê, ji bo we çi muhîm e mesela? Hûn jî fikrên xwe bêjin ka :) 

Behsa xwe bikim; Gava diherim bajarekî ku qet nizanim, cihên marka tercîh dikim. Cihen sazûmanî/kurumsal naxwazin navê wan xira bibe. Bikevin zirarê jî her tiştî bêkemanî didin ber we. Lê li bajarê xwe û bajarên timî riya min bi wan dikeve, helbet diherim cem esnafên wî bajarî.

Navê cihê ku me ew taÅŸtêya nexweÅŸ lê xwar bêjim an nebêjim? Nizanim, dudilî me 😊 lê hevalên ku li Mêrdînê dijîn dê ji fotograf û konsepta wê fam bikin jixwe. Min nexwest wan reÅŸ bikim lê hêvîdar im, personelên wê xwe biguherin da ku ew mekanê ku manzere û muzîkên wê gelekî xweÅŸ in, em ji bo taÅŸtêyê tercîh bikin. 

Bimînin di xêr û xweşiyê de.
04:40 No yorum
Duşem e. Em hatin kar dîsa, bi xwe ez qet dawiya hefteyê xwe bêhnvedayî hîs nakim û bi min rojek tenê ji bo betlaneyê bi kêrî tiştekî naye. Xweziya min bi dilê wan mirovên ku 2 rojan betlaneya wan heye.

Cihê ez lê dişixulim cihê xwarinê ye, loma ez dikarim her roj taştêyeke bêkêmanî bixwim û bê taştê nikarim dest bi rojê bikim. Lê gava ez li derdora xwe dinêrim, xwendekar, karker, însanên ku hewce ye serê sibê ji malê derkevin, piranî bê taştê ji mal dertên û taştêya wan jî an poxaçayek an jî simîtek e.

Hevalek min wê rojê pirsî got “Yaw di nava rojê de ez xwe timî betilî hîs dikim û xewa min jî ne bi rêk û pêk e .Bi te ez çi bixwim?” gelek kes vê ji min dipirsin. Wextê guherîna demsalê ye, bawer im hûn jî ji di dilê xwe de dibêjin “ez jî bersiva vê meraq dikim.”

Helbet tekiliya van tiştan û xwarinê bi hev re heye. Helbet pisporê vî karî jî diyetîsyen in; le gor agahiyên xwe ez jî çend tiştan bêjim. Tu çi dixwî, çi vedixwî laşê te jî li gorî wê reaksiyonan dide. Ji tiştên Glîsemik Îndeksa wan zêde ne, yanî ji tiştên ku şekirê te zû bilind dike dûr bikeve. Taştê pir muhîm e hevalno. Taştê bixwin ema ne bi poxaçeyekî an bi tostekî. Ev giş hevîr û rûn in. Tu yê bêjî ka kevanî taştiyê bide min, kî dikare bi tiştên werê re mijul bibe? Rast e. Lê bêjim; qenebe nanê neqeşartî hinek penêr û bacan têxe nav û bixwe an bixe çenteyê xwe, di rê de, li mektebê an li kar bixwe. An jî êvarê hêkên xwe bikelîne û sibehê bixwe, tev de 5 deqîqe ne.


 Di nivîsa xwe ya berê de jî min behs kiribû .Sebzeyan, hêşinahiyê ji ser sifreya xwe kêm nekin. Xwe pir birçî nehêlîn. Gava we hîs kir hûn birçî ne û hêj pir heye ji şîvê an ji navrojê re, hinek mewîj an hinek çerez bavêjin devê xwe. Merdînî ji vî alî de bi ÅŸans û talih in. Ev çand ketiya nav jiyana me.
Sal 2018, ez wek ‘food engineer’ekê bêjim; lêkolinan bikin û wan tiÅŸtên ku tije ÅŸekir tê de hene ne bixwin ne jî vexwin. Ev ji bo jiyana we ye. Ca min dibêje “ A rehet mirin e, bila meriv nekeve ber dest û lingan” yanî bila meriv mihtacî kesî nebe. Ji bo vê di niha de, di ciwaniya xwe de li xwe miqate bin.

Ka em behsa vexwarinan jî bikin. Bifikirin; hûn di nava rojê de çi vedixwin, çend qedeh vedixwin? Berî hûn rakevin êvarêçayeke beybûnan an çaya rezeneyê vexwin, pispor dibêjin ji bo sinêran ne
çaya reÅŸ lê çayên nebatan vexwin. Behsa xwe bikim; Pir ji qehweyê hez dikim. Li zanîngehê rojekê ez çûm tixtor. Got “tu rojê çend qedeh çay an qehwe vedixwî?” min got “nêzî 10 fîncanên mezin qehweyê vedixwim,ji bilî çayê.” Got” te malik li xwe xera kiriye dev ji vê tebîetê berde, kêm vexwe, tu hîn ciwan î,tiÅŸtên baÅŸtir ji xwe re bike ehlaq.” Niha jî pir jê hez dikim le heya ji destê min tê kêm vedixwim. Hûn jî xwe ji qehwe û çaya reÅŸ dûr bixin.
Av heyat e, avê vexwin.

Haaa! Wî çendî xew li min jî diherimî, hevalek min got “Zeyta lawentê bistînê û biniqutînê balîfa ber serê xwe; bêhna wê bo xewê pir baÅŸ e.” Min jî sitend, min kapaxa wê vekir û danî ber serê xwe, ser komîdina xwe. Neniqutînin ser balîf, bila rûyê balîfê we tev de qirêjî nebe û dû re nifiran li min nekin 😊

Ez pir li xwarin û vexwarina xwe miqate me. Birayê min hertim dibêje “Erê keçe, tu yê hezar salî biki erê ” Çavê min ne li jiyaneke dirêj e lê dixwazim siheta min li cî be heta ku ez sax bim.

Helbet me dilşikestî dest bi serê hefteyê kir, hêvî dikim êdî tiştên xweş biqewimin ji bo me hemû Kurdan.

Silav û hurmet..
05:51 11 yorum


Wekî hûn zanin nivîsa xwe ya dawîn de min qûra çêkir. 9 kes tevlî bûn.  Bi şîroveyê wan ez pir kêfxweÅŸ bûm le ÅŸans ji bo yekî keniya :) Ew jî İnan EroÄŸlu . Demek nêz de nav, paÅŸnav, telefon û adresa xwe ji min re bi rêya e-mailê ji adresa zeynoo_erdem@hotmail.com re bişîne û bila ÅŸekirên te bi rê bikeve.

Slav û hurmet.
02:18 No yorum
Ji ber diranê xwe îşev raneketim. Sibehê wê yek were kiÅŸandin, hefteya pêşîn jî ez ê têlê li diranên xwe ‘xim. Demeke dirêj hewce ye tenê tiÅŸtên wekî ÅŸorbê vexwim. Ji bo keseke wek min li ser zikê xwe mirî, tiÅŸtê herî xerab ev e bi min. Ka bê wê Xwedê çer bike… Ev sê hefte ne ez diyêtê jî dikim. Ya rast; ji aliyekî jî dibêjim wê baÅŸ be, qenebe ez ê pariyekê  kîlo bidim :)

Heger hûn bêjin tu herî pir li ber çi dikevî? Diyar e ez ê pirr bêriya gûz, findiq, fistiq û tew şekirê behîvan bikim. Li cihên din çawa ye nizanim lê li Mêrdînê bi taybetî kultura tiştên hişkkirî û 'kuruyemîşan' berbelav e . Derdor giş 'kuruyemişçi' ne. Xelkê vê derê, benî û bastêqên ku bi tirîyê Merzone çêbûne û wan şekirên me yên behîvan, wek diyarî didin hevdû.


Ez ê behsa şekirê behîvan bikim. Ew şekirên ku însanên ew li Mêrdîn nexwaribe ,bila nebêjin me xwariye. Li her derê ( ji bilî Mêrdîn ) derveyê vî şekirî ne şîn e, sipî ye û pir hişk e. Li Mêrdînê boyaxa xwarinê ya şîn dixin wê şêraniya ku şekir pê de dikin. Ji ber vê yekê derva wê şîn e. Ez biçûk bûm min tim rengê wê dişiband 'Şîrînler'an. 😊 Îja van deman yên bêboyax jî derketine. Ew jî xweş in. Cûreyên ku li dikanan tên firotin; yên tek batimlik, heyalet û normal in. Yanî şêraniya dora behîvê an zêde ye, an jî kêm e. Berê tiştên xwarinê kêm bûn, perê xelkê jî pir tunebû. Gava tiştên wekî behîvan biqiymet bi dest wan diketin şêraniya dora wan zêde dikirin ku têra wan bike. Niha dinya bûye rihetî, her tişt li ber destê me ye. Dewr diguhere, helbet taleba ji bo xwarinê jî diguhere. Ez carna dibêjim bila hindik be lê rindik be.

keskê şêxa hebe, şînê ÅŸekirê behîvan heye.. 

Benî û bastêqên me jî navdar in. Benî ji bo yên nizanin ez bêjim “cevizli sucuk”ê Tirkan e lê ne wekî yê wan bêtahm e, bi rihetî tê cûtin û hema xweberê dihere xwarê 😊 Tu gûzan yek bi yek di benik de dar de dikî, di pelûla sîtilê de da dikî, derdixî û ji bo hiÅŸk bibe dihêlî. Dims, benî, bastêq û kesme, payîzê gava tiriyê Merzonê xweÅŸ dibe tê çêkirin. Gava diherin ber rezê tiriyan û vî tiÅŸtî çêdikin jê re dibêjin “Em diçin ser mahseran.” Pîrika min digot “Ez bi 3 zarokan, di 20 salîya xwe de diçûm ser mahseran, ji zarokan yek li piÅŸta min, yek di dergûşê de, yek jî nû li ser nigan ketibû. Biharê em diçûn bêrîyê, payîzê jî em diçûn ser mahseran.” Kes bi kevanî û keçên niha ne qayil e mixabin 😊 Xweziya min bi wê dem û dewranê. Li ba me ; ne tirî heye, ne jî em deÅŸtî tiÅŸtên werê çêdikin û ne em jê fehm dikin. Bila kes nexeyîde lê tiÅŸtên ku “hostatî” tê de ye em jê heq nayên der. Pîrikên mê diçûn wan gundên ku rez lê bûn , lê nifşê vêga heta dayikên me jî ji tiÅŸtên werê fehm nakin.
Li van deran waxta dibêjin Meşkîna; dims, benî, bastêq û hwd. tê bîra meriv. Ew gelek serî pê diêşînin.

Min behsa beniya kir , behsa meseleya apê xwe ji we re bikim. Ew li Ewropayê dijî. Ji welêt benî û bastêq biribûn. Xaseten jî ji bo hevalekî xwe yê Tirk qutiyek loqim ( qaÅŸo Turkish Delight ) biriye. ÃŽja ew qutiya daye hevalê xwe û gotiyê “ev loqimê we ye.” Di ber de jî ji bo tehm bike piçek benî dayê û gotiye “ka hûn çi ji xwarinê fehm dikin? Va ye marîfeta Tirkan jî û va ye ya Kurdan jî. Ji kû hûn dikarin li ser xwarinê bigihên me.” Wî qal kir û min got saet xweÅŸ.



Welhasil min digot ÅŸekirê behîvan. Ez tim ji Davut Selim ÅŸekirê behîvan distînim. Li Mêrdîna kevn cîhekî wan hebû. Dikana wan a di zaroktiya min de ji ber çavê min naçe, Herkesî jê re digo “dawut sêlo.” Haaaa! Helawa wan jî pir navdar e. Gava ez ji hinekan re diyarî dîstinim diherim wir. Axir şûbeyeke wan li Qezê jî vebû. Karmendê wan jî ji heqê îşê xwe derdikevin û heta qehwe jî îkramî miÅŸteriyan nekin wan naşînin malê. 


Min bihîst ku mesela li Sirucê ji ÅŸekîrê behîvan re dibêjin ‘ÅŸekirê peyamî’ .Li cem we hûn dibêjin çi, di devokê din de navekî wî yê din heye? Dixwazim hîn bibim.


Ji xwînerekî/ê ku li bin vê nivîsa min şîrove bike re, ez ê qutiyeke şekirê behîvan bişînim. Herkes dikare şîrove bike; hewce nake hûn blogger bin. Heta ger hûn naxwazin navê we xuya bibe wek anonîm şîrove bikin û navekî din li dû şîrovêya xwe binivîsin. Heya roja şemîyê saet 12.00'a hûn dikarin beşdar bibin, wê qûra bê kişandin. De hûn û şensa xwe.

Bimînin di xêr û xweşiyê de.
00:15 21 yorum
Ca min go “Êvara înê ye, heft nanan belav bike. Bila têkeve ber qeza û belayan”. Nan baÅŸ e. Min heft nan dan heft malan.

Gava dibêjin nan, ez tim bêriya nanê tenûrê dikim. Mala kalikê min, maleke mezin bû, car caran ger mêvan pir bûna, wê gavê ji bajêr nanê firnê dianîn. Xalekî me hebû; digot 'Ka ew kevaniyên berê. Welle ji bo ez têr bibim hewce ye ez nanê firnê têxim nav nanê tenurê.' Nanê bajêr ê firnê wek nên nedihesiband, wek xwarinekê hesab dikir.

nanê tîrê


Ez divê bêjim; mesela nanê tîrê jî, li ser sêlê lê dixin. Bi îsotên biraÅŸtî re, bi bacanliyan re derman e ew nan. Gava jin forsa xwe davêjin hev an jî wexta pesnê hinekan didin dibêjin; “welle nanê ku ew lê dixê wek pelê cixarê tenik e.” Wê rojê jî civata jinan geriyabû. Dîsa bahsa tenikbûna nên bû û xaltika min tew pê qayîl nebû û go “tew bûka min wek pelê sîrê tenik lê dixe.” Li vê herêmê peyveke werê heye, dibêjin: “Derîkî li mala xwe jî xwe li ser meriv digrin; li mala meriv jî xwe li ser meriv digrin.” Mixabin 😊

tirnaxlî

Perxudres
jî van rojan li ser xwarinê dinivîse. Di nivîseke xwe de behsa nanê Diyarbekirê kiribû lê bi min nanê Diyarbekirê nikare bigîhê yê Ûrfayê . Ew nanê wan î lawaÅŸ çer tenik e ya û yê ku jê re dibêjin ‘tirnaxlî’ jî gelekî xweÅŸ e. Ez gava ji xêynî Riha û WêranÅŸarê cîger û kebaban dixwim wekî ku min nexwaribe. Ji ber ku li cihên din nanê di ber de didin qalind e û ne li gorî kebaban e bi min. Ceger û kebabê Ûrfaliyan, ji ber nanê wan jî deng vedaye bêguman.

cîger

Ama yanî îro dema tu li Qoser û Mêrdînê dinêrî, her der bûye ‘Diyarbakır Ekmek Fırını’. Li Qoserê xelk piranî Nanê Carbekirê tercîh dike. Åžikl û qalindbûna nanê Carbekirê  bi min ne pir fewqelade ye. Le diyar e xelk jê hez dike.
Ev wêne firna mehella me ya 'lüx diyarbakır fırını' ye. Li ser hesabê wan ê Facêbookê hatiye girtin.

Nan li cem me qiymetli ye pir; mîsal em ji hev re dibêjin “ez ê îro nanekî bidim te”. Yanî navrojek an jî şîvek ez ê ismarlamîşî te bikim.

Nan, nan, nan… Ez bi xwe nanê tisi pir naxwim; bixwim jî ji bo sihhetê, yê neqeÅŸartî (tam buÄŸday) dixwim. Ez tawsiyeyî derdora xwe jî dikim lê kes zû bi zû dev ji wî nanê spî yê wekî kitana dayikê bernade.

ÃŽro 8ê adarê ye, sloganek li qafê min dizivîre ‘jin, nan, azadî ’. 😊 Hevalên jin, ez we maç dikim.

Slav û hurmet.
07:49 14 yorum
Nivîsa Nûtir
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ►  Aralık (1)
    • ►  Kasım (1)
    • ►  AÄŸustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ▼  Mart (6)
      • KERENG
      • TAÅžTÊYEK LI BER DEÅžTÊ
      • JI BO BÊXEWÃŽ Û WESTANÊ ÇEND PÊŞNIYAZ
      • ÅžEKIRÊ BEHÃŽVA BÛ QISMETÊ İNAN EROÄžLU
      • ÅžEKIRÊ BEHÃŽVAN
      • NANÊ TISÃŽ
    • ►  Åžubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin