ŞEKIRÊ BEHÎVAN
Ji ber diranê xwe îşev raneketim. Sibehê wê yek were kişandin, hefteya pêşîn jî ez ê têlê li diranên xwe ‘xim. Demeke dirêj hewce ye tenê tiştên wekî şorbê vexwim. Ji bo keseke wek min li ser zikê xwe mirî, tiştê herî xerab ev e bi min. Ka bê wê Xwedê çer bike… Ev sê hefte ne ez diyêtê jî dikim. Ya rast; ji aliyekî jî dibêjim wê baş be, qenebe ez ê pariyekê kîlo bidim :)
Heger hûn bêjin tu herî pir li ber çi dikevî? Diyar e ez ê pirr bêriya gûz, findiq, fistiq û tew şekirê behîvan bikim. Li cihên din çawa ye nizanim lê li Mêrdînê bi taybetî kultura tiştên hişkkirî û 'kuruyemîşan' berbelav e . Derdor giş 'kuruyemişçi' ne. Xelkê vê derê, benî û bastêqên ku bi tirîyê Merzone çêbûne û wan şekirên me yên behîvan, wek diyarî didin hevdû.
Ez ê behsa şekirê behîvan bikim. Ew şekirên ku însanên ew li Mêrdîn nexwaribe ,bila nebêjin me xwariye. Li her derê ( ji bilî Mêrdîn ) derveyê vî şekirî ne şîn e, sipî ye û pir hişk e. Li Mêrdînê boyaxa xwarinê ya şîn dixin wê şêraniya ku şekir pê de dikin. Ji ber vê yekê derva wê şîn e. Ez biçûk bûm min tim rengê wê dişiband 'Şîrînler'an. 😊 Îja van deman yên bêboyax jî derketine. Ew jî xweş in. Cûreyên ku li dikanan tên firotin; yên tek batimlik, heyalet û normal in. Yanî şêraniya dora behîvê an zêde ye, an jî kêm e. Berê tiştên xwarinê kêm bûn, perê xelkê jî pir tunebû. Gava tiştên wekî behîvan biqiymet bi dest wan diketin şêraniya dora wan zêde dikirin ku têra wan bike. Niha dinya bûye rihetî, her tişt li ber destê me ye. Dewr diguhere, helbet taleba ji bo xwarinê jî diguhere. Ez carna dibêjim bila hindik be lê rindik be.
keskê şêxa hebe, şînê şekirê behîvan heye.. |
Benî û bastêqên me jî navdar in. Benî ji bo yên nizanin ez bêjim “cevizli sucuk”ê Tirkan e lê ne wekî yê wan bêtahm e, bi rihetî tê cûtin û hema xweberê dihere xwarê 😊 Tu gûzan yek bi yek di benik de dar de dikî, di pelûla sîtilê de da dikî, derdixî û ji bo hişk bibe dihêlî. Dims, benî, bastêq û kesme, payîzê gava tiriyê Merzonê xweş dibe tê çêkirin. Gava diherin ber rezê tiriyan û vî tiştî çêdikin jê re dibêjin “Em diçin ser mahseran.” Pîrika min digot “Ez bi 3 zarokan, di 20 salîya xwe de diçûm ser mahseran, ji zarokan yek li pişta min, yek di dergûşê de, yek jî nû li ser nigan ketibû. Biharê em diçûn bêrîyê, payîzê jî em diçûn ser mahseran.” Kes bi kevanî û keçên niha ne qayil e mixabin 😊 Xweziya min bi wê dem û dewranê. Li ba me ; ne tirî heye, ne jî em deştî tiştên werê çêdikin û ne em jê fehm dikin. Bila kes nexeyîde lê tiştên ku “hostatî” tê de ye em jê heq nayên der. Pîrikên mê diçûn wan gundên ku rez lê bûn , lê nifşê vêga heta dayikên me jî ji tiştên werê fehm nakin.
Li van deran waxta dibêjin Meşkîna; dims, benî, bastêq û hwd. tê bîra meriv. Ew gelek serî pê diêşînin.
Min behsa beniya kir , behsa meseleya apê xwe ji we re bikim. Ew li Ewropayê dijî. Ji welêt benî û bastêq biribûn. Xaseten jî ji bo hevalekî xwe yê Tirk qutiyek loqim ( qaşo Turkish Delight ) biriye. Îja ew qutiya daye hevalê xwe û gotiyê “ev loqimê we ye.” Di ber de jî ji bo tehm bike piçek benî dayê û gotiye “ka hûn çi ji xwarinê fehm dikin? Va ye marîfeta Tirkan jî û va ye ya Kurdan jî. Ji kû hûn dikarin li ser xwarinê bigihên me.” Wî qal kir û min got saet xweş.
Welhasil min digot şekirê behîvan. Ez tim ji Davut Selim şekirê behîvan distînim. Li Mêrdîna kevn cîhekî wan hebû. Dikana wan a di zaroktiya min de ji ber çavê min naçe, Herkesî jê re digo “dawut sêlo.” Haaaa! Helawa wan jî pir navdar e. Gava ez ji hinekan re diyarî dîstinim diherim wir. Axir şûbeyeke wan li Qezê jî vebû. Karmendê wan jî ji heqê îşê xwe derdikevin û heta qehwe jî îkramî mişteriyan nekin wan naşînin malê.
Min bihîst ku mesela li Sirucê ji şekîrê behîvan re dibêjin ‘şekirê peyamî’ .Li cem we hûn dibêjin çi, di devokê din de navekî wî yê din heye? Dixwazim hîn bibim.
Ji xwînerekî/ê ku li bin vê nivîsa min şîrove bike re, ez ê qutiyeke şekirê behîvan bişînim. Herkes dikare şîrove bike; hewce nake hûn blogger bin. Heta ger hûn naxwazin navê we xuya bibe wek anonîm şîrove bikin û navekî din li dû şîrovêya xwe binivîsin. Heya roja şemîyê saet 12.00'a hûn dikarin beşdar bibin, wê qûra bê kişandin. De hûn û şensa xwe.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.
21 yorum
Şîrove hat ji te re qutiya şekirê bihîvan jî bila were ji min re 😀😁
YanıtlaSilJi kelecanê min zû nivisand lê hinek şerm bû min negot 😎 Xwedê şîfa xêrê zûbizû ji te re bişîne, diranên spîsax bibe û tu bi rihetî goşt nîv pijandî yê berx karikan bixwî. 😁
YanıtlaSilJi dil û can min ji vê diaya te re got amîîîn :) sax bi, înşalle vê bihar bêxwarina goşt derbas nebe :) ji bo qurayê min te qeyd kir :)
SilDerbasî be Zeynebayê.. :) ez ji Şekirê Behîvan gelekî hez dikim..
YanıtlaSilMala te ava Dara, kes nizane bê wê qismetê kê be :)
SilHeta min li Mêrdînê xwar jî min digot qey şekirê behîvan hişk in û bo xwarina wan divê meriv diraneke xwe bike qurbanî :)
YanıtlaSilMêrdîni rûyê me jî , şekirê me jî nerm in :) yê hêj şekirê beyîva li vir nexwari bin poşman in :)
SilBi qasî ko kêfa min ji fisdeqên erdê re tê, ji wan şîraniyan re naye lê te dî dîsa jî ez dixwim. Kengî mêvanekî li Mêrdînê digerînim bo j'xwe re çerezina bistîne, li wa dikananan zikê xwe tijî dikim. Ji xwe bi ser de jî çend kotik qehweya Grekî, ew jî belaşiya wê, yê din jî belaş bûn ya rastî. Werhasil, bila navê min jî li vir be, belkî ez werim bijartin, kî dizane :) Û qet behsa diranan neke, berî bi du heftiyan min diranekî xwe da hilkirin, yaw ma ez hingî keniyam di nav lepê diransazî de, kenkenê min bû. hêvî dikim yê te jî neêşe.
YanıtlaSilErê li Mêrdînê dikandar dibêjin heya hûn dikanin bixwin; serbest e , le nexin bêrîkê xwe de :)) diran jî nizanim wele hêvî dikim ku neêşin, spas bo temeniya te.
SilEm nabêjin merzone,em dibêjin mazrone
YanıtlaSilSlav adsiz,
SilBawer im em hemşehriyê hev in. Ê dibêjin mazrone jî heye , le piranî merzone tê gotin ☺️ Heta li malperê kurdî jî pirani 'merzone' hatiye gotin. Heger tu bixwazi beşdarî qûrayê bibe tu dikari navek binîvise û ez jî te tevlî bikim.
Min jî carekê helawa qayişî ji cem Dawid Selim stend, kêfa min jê re hat. Destxweş
YanıtlaSilÎnan, ji bo meha remezanê , taybetî ji bo sehûra ew helaw favoriya me ye :) malî ava ☺️
SilVele nizanim li cem me çi dibêjin lê 3-4 meh berê ez hatibûm Mêrdînê. Dema ez li Qazê li vir emê cigarayêk bikirî bû. Em ketin dinav dikkanek ,li vir me cigarayê xwe stand û ji me re şekirê behiv ikram kirin û me xwar .em dikanê derket û min hevalê xwe re go "yav me çi xwar welî, hade em biçin kiloyek bikirin .me kiloyek stand û heta amedê me xwar û xwar .tahma vi gellek xweş bû allah wekil.
YanıtlaSilem Mêrdînî pir camêr û cavfireh in 😎 em jî heyranê ew şekirê xwe ne , belkî şans li te bikene û bibe qismêtê te û tu dîsa bixwi kî zane :)
SilDerbasî be Zeyno,têlên diranên te t'ema şekiran bide te înşeallah.Bi xwedê erzanî xwe li blogê danî!çi xweş e yaw pirtûk û şekir diyarî :) ka wer em herin bêhivên kaburgaci Selim Amca bişkînin bêmene :)
YanıtlaSilRoza, pêşî spas dikim . ya bi rastî ev tiştek sembolîk e bi min , min xwest devê xwendavanekî/e xwe şerîn bikim û bloga xwe geş bikim. hem li cem me pir biqiymet e , ez timî wek diyarî dîşînim hevalê xwe ê li bajarê din :) min bişopîne û li benda surprîzên din be :)) Û ji bo pêşniyazê jî sercava, çima na ? :)
SilDerbasî be :). em dibêjin behîvê şekir kirî 😍
YanıtlaSilSpas Esra :) ew jî baş e, behîv bi her hawî xweş e :)
SilHeta niha min tenê carek şekirê behîvan xwariye jixwe ew jî te dabû min 😬 demek wexta wê hatiye 😌
YanıtlaSilBêrî kî zane belkî dîsa şans li rûyê te bikene :)
YanıtlaSil