TAŞTÊYEK LI BER DEŞTÊ

Kevanî - 04:40

Çi çax şîretên ca xwe guhdar nekim poşman dibim, Xwedê wê ji ser serê me kêm neke. Jinek jêhatî û baqil e. Go “keça min taştêya xwe li mal bixwin, bi Xwedê ew rûnê nivîşk ê Qerejdaxê, tu li tu derê nikarî bidî hevalê xwe û ev mastê mihan ên Dêrîkê jî dîsa werê. Min go “na yadê em ê deştê temaşe bikin û taştêya xwe bixwin, min rezervasyon jî çêkir sibehê em ê li wir bixwin. Pir navdar e haa, heta rojekê em bi hevre jî herin” go “tu zanî.”


Min ji bo xwe û mêvanên min ên ji Diyarbekirê hatibûn rezervasyon çêkiribû. Gava em çûn wir û hevalên min çav li deştê ketin pir kêfxweş bûn. Dest bi kişandina fotografan kirin. Min go baş e ku ev kafe hat bîra min. Em rûniştin, me dest bi sohbete kir, gelek derbas bû lê hella hella hêj taştê nehat. Nan dan ber me, hevalan nanê tisî avêtin devê xwe. Pişt re bacan, xiyar û şênahî hatin. Me go “wa ye hat axir.” Lê mixabin 15 deqîqeyan piştî wê penêr, zeytûn hwd. hat. 



Hilma min teng bû hebkî, min go “wê tiştekî din were? Qey malzeme tunebû we çû ji Mêrdîna nû kirîn û aşpêj wisa dest bi amadekirina taştê kir.” Sed caran lêborîn xwestin. Em 3 kes bûn lê 2 hêk û tiştekî wek dişibe tirşika îsotan anîn lê tehm di wê de jî tunebû. Zatî me têr xwaribû.

Ji serî heya binî qalîteya tiştan jî ne baş bû. Em pi pereyên xwe hetikîn û ez pir bi ber fediyê ketim. Hevalên min Diyarbekirê hatibûn û cara ewil dibûn mêvanê min. Esasen cihekî hebû ku ez timî ji bo taşteyê diçûm. Pir jî baş bûn, êdî mişteriyê wan bûm lê Xwedê carekê meriv şaş dike mixabin. Gotinên diya min hatin bîra min. Wekî her tim min guh neda wê û dîsa poşman bûm.



Ez şexsê xwe, gava li derve xwarinê dixwim, pêşî li xizmetê dinerim, dixwazim bi hirmet mazûvantiyê bikim ji hevalên xwe re. Tehm û lezzet helbet muhîm e, hewce nake ez qal bikim. Lê heger meriv ji bo xwarinê ne li malê be , ez bi xwe dibêjim wekî li malê bim, lazim e bêkêmanî her tişt were ber min û xizmet hebe. Ya din jî ez li wê dinêrim bê ka ew mekan hertim bi heman qalîteyî xwarinê çêdike an na? Ji 10 caran tenê carekê jî te xwarineke nexweş li wir xwaribe nema here wir heyran! Ez werê dikim. 

Ez li aşxaneyekê dixebitim, bawer bikin heger em bixwazin em dikarin hezar fen û fût bikin . Hin cîh naxwazin qelîteya xwarina wan bikeve û bo wê her tiştî dikin. Hinek jî tenê dixwazin bila roj biqede lê bi çi hawî be jî bila kar bikin. Li cihên ku hûn tim tercîh dikin dîqet bikin ji bo wê. Hûn gava diçin kafeyek an restoranekê, ji bo we çi muhîm e mesela? Hûn jî fikrên xwe bêjin ka :) 

Behsa xwe bikim; Gava diherim bajarekî ku qet nizanim, cihên marka tercîh dikim. Cihen sazûmanî/kurumsal naxwazin navê wan xira bibe. Bikevin zirarê jî her tiştî bêkemanî didin ber we. Lê li bajarê xwe û bajarên timî riya min bi wan dikeve, helbet diherim cem esnafên wî bajarî.

Navê cihê ku me ew taştêya nexweş lê xwar bêjim an nebêjim? Nizanim, dudilî me 😊 lê hevalên ku li Mêrdînê dijîn dê ji fotograf û konsepta wê fam bikin jixwe. Min nexwest wan reş bikim lê hêvîdar im, personelên wê xwe biguherin da ku ew mekanê ku manzere û muzîkên wê gelekî xweş in, em ji bo taştêyê tercîh bikin. 

Bimînin di xêr û xweşiyê de.

TE EV XWENDIN?

0 yorum