JI BO BÊXEWÎ Û WESTANÊ ÇEND PÊŞNIYAZ

Kevanî - 05:51

Duşem e. Em hatin kar dîsa, bi xwe ez qet dawiya hefteyê xwe bêhnvedayî hîs nakim û bi min rojek tenê ji bo betlaneyê bi kêrî tiştekî naye. Xweziya min bi dilê wan mirovên ku 2 rojan betlaneya wan heye.

Cihê ez lê dişixulim cihê xwarinê ye, loma ez dikarim her roj taştêyeke bêkêmanî bixwim û bê taştê nikarim dest bi rojê bikim. Lê gava ez li derdora xwe dinêrim, xwendekar, karker, însanên ku hewce ye serê sibê ji malê derkevin, piranî bê taştê ji mal dertên û taştêya wan jî an poxaçayek an jî simîtek e.


Hevalek min wê rojê pirsî got “Yaw di nava rojê de ez xwe timî betilî hîs dikim û xewa min jî ne bi rêk û pêk e .Bi te ez çi bixwim?” gelek kes vê ji min dipirsin. Wextê guherîna demsalê ye, bawer im hûn jî ji di dilê xwe de dibêjin “ez jî bersiva vê meraq dikim.”

Helbet tekiliya van tiştan û xwarinê bi hev re heye. Helbet pisporê vî karî jî diyetîsyen in; le gor agahiyên xwe ez jî çend tiştan bêjim. Tu çi dixwî, çi vedixwî laşê te jî li gorî wê reaksiyonan dide. Ji tiştên Glîsemik Îndeksa wan zêde ne, yanî ji tiştên ku şekirê te zû bilind dike dûr bikeve. Taştê pir muhîm e hevalno. Taştê bixwin ema ne bi poxaçeyekî an bi tostekî. Ev giş hevîr û rûn in. Tu yê bêjî ka kevanî taştiyê bide min, kî dikare bi tiştên werê re mijul bibe? Rast e. Lê bêjim; qenebe nanê neqeşartî hinek penêr û bacan têxe nav û bixwe an bixe çenteyê xwe, di rê de, li mektebê an li kar bixwe. An jî êvarê hêkên xwe bikelîne û sibehê bixwe, tev de 5 deqîqe ne.


 Di nivîsa xwe ya berê de jî min behs kiribû .Sebzeyan, hêşinahiyê ji ser sifreya xwe kêm nekin. Xwe pir birçî nehêlîn. Gava we hîs kir hûn birçî ne û hêj pir heye ji şîvê an ji navrojê re, hinek mewîj an hinek çerez bavêjin devê xwe. Merdînî ji vî alî de bi şans û talih in. Ev çand ketiya nav jiyana me.
Sal 2018, ez wek ‘food engineer’ekê bêjim; lêkolinan bikin û wan tiştên ku tije şekir tê de hene ne bixwin ne jî vexwin. Ev ji bo jiyana we ye. Ca min dibêje “ A rehet mirin e, bila meriv nekeve ber dest û lingan” yanî bila meriv mihtacî kesî nebe. Ji bo vê di niha de, di ciwaniya xwe de li xwe miqate bin.

Ka em behsa vexwarinan jî bikin. Bifikirin; hûn di nava rojê de çi vedixwin, çend qedeh vedixwin? Berî hûn rakevin êvarêçayeke beybûnan an çaya rezeneyê vexwin, pispor dibêjin ji bo sinêran ne
çaya reş lê çayên nebatan vexwin. Behsa xwe bikim; Pir ji qehweyê hez dikim. Li zanîngehê rojekê ez çûm tixtor. Got “tu rojê çend qedeh çay an qehwe vedixwî?” min got “nêzî 10 fîncanên mezin qehweyê vedixwim,ji bilî çayê.” Got” te malik li xwe xera kiriye dev ji vê tebîetê berde, kêm vexwe, tu hîn ciwan î,tiştên baştir ji xwe re bike ehlaq.” Niha jî pir jê hez dikim le heya ji destê min tê kêm vedixwim. Hûn jî xwe ji qehwe û çaya reş dûr bixin.
Av heyat e, avê vexwin.

Haaa! Wî çendî xew li min jî diherimî, hevalek min got “Zeyta lawentê bistînê û biniqutînê balîfa ber serê xwe; bêhna wê bo xewê pir baş e.” Min jî sitend, min kapaxa wê vekir û danî ber serê xwe, ser komîdina xwe. Neniqutînin ser balîf, bila rûyê balîfê we tev de qirêjî nebe û dû re nifiran li min nekin 😊

Ez pir li xwarin û vexwarina xwe miqate me. Birayê min hertim dibêje “Erê keçe, tu yê hezar salî biki erê ” Çavê min ne li jiyaneke dirêj e lê dixwazim siheta min li cî be heta ku ez sax bim.

Helbet me dilşikestî dest bi serê hefteyê kir, hêvî dikim êdî tiştên xweş biqewimin ji bo me hemû Kurdan.

Silav û hurmet..

TE EV XWENDIN?

11 yorum

  1. Siheta te xweş, wekî her nivîsê ev nivîsa te jî xweş bû...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas , mala te ava , pir kêfxweş bûm bi şîroveya te :)

      Sil
  2. Slav û rêz ezbenî. Çend pêşniyariyên min ji bo te û xwînerên re hebe. Wekî ku te nivîsiye zêdetiya her tiştî ji bo metabolîzma ya mirovan zirar e. Zêde çay, qahwe, xwarin vexwarin... werhasil her tişt. Jiyan ne tenê îro sibe ye. Zarok, ciwan, jinên biheml an ên ku şîr didin, divê "pêdiviya sereke" yanî xwarin-vexwarina xwe teqez miqate bibin. Ji ber ku berdewamiya jiyana mirovekê/î bi van e. Gelî xortan, ger hun bixwazin di kalbûna xwe de bênexweşî emr derbas bikin ji îro dest bi tenzîm kirina van tiştan bikin. Rastî jî ne zahmet e.
    ❇Sê dan û sê navber(3 ara 3 ana öğün) xwarina xwe bixwin.
    ❇Ji her cureyê tam ên xwezayî bixwin.(Şîr û cureyên wê, goşt, fêkî û şînahî û nan û cureyên wan)
    ❇Tu tam î ji jiyana xwe dernexin. Zanibin ku metabolizma ya me li gor wan hatiye saz kirin.
    ❇Rojê 2-3 lître av vexwin.
    ❇Dereng nerazin. Ji ber ku hormona MELATONÎN'ê di navbera seet 02-04 ê de avzê dibe.
    ❇Kontrolên xwe ên tenduristî bikin. Dibe ku sedema betlandin, serêşî, zikêşî hwd kêmasiya meddeyek di xwînê de be.
    ❇Û ya dawî egzersizê bikin.
    Bimînin bi saxî silametî.
    .
    DIYETÎSYEN MEHMET AYDIN

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Slav , ji bo van agahiyan li ser navê xwe û xwendevanê xwe spas dikim, tu pisporê vî karî ye , em ê guh bidin te :)

      Sil
  3. Niha em kurdek, Romanyayiyek û Tirk-Ermenek li Bazara Jinan ya li Stenbolê ne û me siparîşa Buryanê daye. Ez bi vî halî dikarim bixwînim ne wisa be nikarim.. 😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Welle pir keniyam ; afiyeta canê we be , slav ji mêrdînê heya axa stenbolê :))

      Sil
  4. Serê sibê du tişt li pêşiya min hebûn; an taştê an xew. Êdî ez ê taştiya xwe bi xwe re bibim. :)

    Lê îşev ji ber êşa diran ranezam, ji bo bêxewiya ji ber êşa diran çi derman e? :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ahah ez ne tixtor im le tu fikra min bipirse, dermanê êşa diranan sebr û dîrayet e. Ji bilî wê nizanim, derbasî be heyran :) guh bidin min taştê gîring e.😌

      Sil
  5. Erê wele, em Mêrdînî miriyê ûrê xwene, em şeveqa di ser taştê de planê şîvê dikin. ji bo xwarinê dijîn ji ber wê serotonîna merdînîya li gor Bîlîm însaniyê îsvîçrê li gorî dinyayê behtir e. :D destê te sax :D

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. ahaha heyrana mîzaha te me Esra :) welle rast e em li ser hûrê xwe de mirî ne , Xwedê sona me bixêr bike 😅

      Sil