facebook google twitter tumblr instagram linkedin
  • Destpêk
  • Ez kî me
  • Tarîfên Xwarinan
    • Xwarinên Kurdî
    • Şêranî
    • Vejetarten
  • Tenduristî
  • Têkilî

NANOZIKO


Van salên dawî bi xêra sondaja bîran û bi xêra xeta ava Beyazsu/Serêavê , êdî berriya Mêrdînê jî ji avê têr vexwar. ( silav ji kedkarên Lodublajê yên ku digotin Serêavê a kê ye ? :) ) Gava meseleyên bîran vedibin îja çiyayî jî payê ji xwe re derdixin û dibêjin we kaniyên me hemû çikandin, hûn pê re kêfê dikin. Ez jî bêjim ; kî jîr be bila texsîr neke, heqê me di her gava vî welatî de heye :)

Welhasil îja piştî av hat van deran, xelkê ji xwe re darên meywan çandin. Ew dar mezin bûn û êdî tu kêmasiya me ji Akdeniziyan nema. Em jî meyweyên xwe ji daran dikin û dixwin û tew wêneyên li ber dara em dikşînin jî li ser. Rebbîî çi nîmetek mezin e.

Ew darên ku hat çandin yek ji wan daran jî darên biyokan bû. Darên biyoka di bin biyokan de dimîne dawiya payizê de. Axir zû bi zû xera nabin ew biyok. Dîsa jî êdî biyok bû nesîbê sifreyên me jî. Rîçal û şêraniya wan  gor bavê min qet şûna dimsê negire jî dîsa jî xweÅŸ in.

Çend roj berê bû, hevalek min got ez ketime derdekî bê mirad. Tu dibê qey barê ev bajar giÅŸ sitûyê min de ye. Hah min go dermanê te li cem min e, ne ket serî de keniya .  min sêniyek şêranî di destê xwe de çûm cem . ÃŽja ev tarîfa ku dermanê derdan , dermanê dilan min go bidim we jî ;

- pêşî biyokan biqeşêrin

- şerbetekê di kêlekê de bikelînin, ew dendikên biyokan jî bavêjin nav şerbeta wê.



-biyokan raste rast têxin tepsiyê her yekê kevciyek du kevcî şekir deynin ser.

-şerbeta we kelandiye jî têxin tepsiyê de, gor daxwazê darçîn û qernefîl jî

-ser tepsiyê bi alimunyum folyo bigrin û bavêjin firnê.



- 2-3 saet bi agirekî kêm bila bikele

-êdî hazir e gwîz û qeymaxên xwe dînin ser, noşî can be :)



00:41 No yorum
Zû de ye ne li van deran im. Nanoziko wer bê xwedî, wer sitû şikestî bû.. Ev axa miriyan bi zeytûnên Dêrikê re min ji ser xwe avêt. Kurdîheznooo, silav ji we re :) Way hatim !



Her sal di meha yazdehan li otoxara Qezê bazara zeytûnên Dêrîkê vedibe. Yanî xelk giÅŸ wer dizanin lê kê go bawer nekin. Dêrîkî zeytûnên xwe nav hev de hiltînin û nagihê tu derê din bo firotinê. Yên digihê jî belkî efareya li bin bin. Xwarina me ya Dêrikiyan zatî ne ji adetê yê jixwe. Sênî sêni em dixwin. Paşê em dibêjin çima em giÅŸ  werê girs in, ev qanûna xwezayê ye hemwelatiyên min :)



Min jî berî da otoxarê Qezê , zeytûnfiroş dezgehê wan li ber hev, ser hev diponijîn, kes tune bû. Welle her tim fedî dikim ku wêneyan bigrim û herim bi wan bazirganan re bipeyvim. Min ji yê serî dest pê kir û min dest pirsan kir , wî jî rasterast pirsî go; ' Xwarzê tu ji Dêrikê ye ? Peyva te wek a wan e' ; got 'Sercavan re '.



Go ; ' Serî de bêjim zeytûnên Dêrikê em nafiroÅŸin , yanê tune ku em bifiroÅŸin. Ew ê ku li Dêrikê şîn dibin encax têra Dêrikiyan dikin. Em li vir zeytûnên ku ji Mût, ÃŽskenderûn, Nîzîp , Ayvalıx'ê tê difroÅŸin. Yên herî pir diÅŸibe zeytûnên Dêrîkê yên Nizipê ne. Bûhayiya zeytûnan diguherin lê yên Mûtê yên herî erzan in. Ji 6 lîreyan heya 8 lîreyan me firot. Yên ÃŽskenderûn dor 10 lîreyan û yên Nîzibê jî dor 13-14 lîreyan me firot. Li vir makineyen bo ku ÅŸikandinê heye. Eyara  ev makineyan heye, gor mezinbûna zeytûnen em eyar dikin û makîne jî dikûte. Hinek gir û hinek hûr bin nav de yên nehatiye kutandin jî çê dibe. lê girsbûna wan yek be teko teko tê ÅŸikandin. kiloyan zeytûna em bi nîv lîreyê dikûtin .'  Heta yên hatibûn kutandin û di nav ava xwe de hazir û nazir tê firotin jî hebûn. Bazirganên niha kar ji kevaniyan re nehîştine , helal be :)



 ÃŠdî methên zeytûnên Dêrikê bidim , hew qas agahî bes ji bo biyanan :) Serî li xwe mezinkirin karê me Dêrikiyan e. Gelek cûreyên zeytûnan heye li Dêrikê , lê yê ku min zaroktî de bihîstiye û malbata min timî dikirrîn yên xirxalî bûn. Hûrik, têra xwe şîn û bi eklek zêde û zeyta wê jî zêde ye. Gava tu yê zeytûnan ji meter bi desta derxe mîsal, teqez destê te di zeytê de dimîne . Cûreyên din jî kejik, zoncik, belotî, melemelî û hwd. Ez hemûyan nizanim. Em ji gundên Dêrikê ne , lê tiÅŸteke ecêb e, yên li gundên me şîn tê nayê xwarin ,tahmsarkî ne. Em wan dikin zeyt û dixwin. Ji bo xwarinê jî em ji  navçeyê distînin. ÃŽsal bûhayiya wan dor 15 lîre bû li Dêrikê.

Çawa şêrîn dikin em van zeytûnan ? Pêşî em dikutin, dixin nav ava xalî ( yanî ava bê tiÅŸtek ). Her roj ew ava li ser diguherînin  heya ku ew zeytûn ber şêrînbûnê diçe. 7-8 rojê din îja em dixin nav sîrawkê (ava ÅŸor)  ku nerm nebe û mihefeze bibe.

Ez heya ku zeytûnên Dêrikê zivistanî nexwim, wek tim birçî bim. Zeytûnên din jî qet ber dilê min nagirin.

Dêrîki bi kêfcîbûna xwe deng vedane. Heger hûn bipirsin , erê rast e , zeytûnên herî xweş Xwedê teala kiriye para me. Ka bêjin em çima ne kêfcî bin :)
08:57 No yorum


Çavên xwe bigrin; bifikirin ku gava dibêjim Pîzza çi tê ber çavên we? Yê min hevirekî li gorî nanê tisî hebkî şêrin û li ser jî penêr, sucix, salam hwd.

Tu car li ser pizzayan meraqeke min a zêde çênebûye lê car caran min xwariye. Şaxên wan markayên mezin li Mêrdînê jî hene, mîsal Domino's, mîsal Pasaport Pizza. Li wan deran gava ez menuyê vedikim û dixwazim siparîşa pizzayê bidim, dibînim ku li gorî melzemeyan her diguhere navên pîzzayan. Ez hê li tiştekî cuda rast nehatime di vê meselê de, li Qezê pizzaya bi qelî û bi bacanên hişkkirî hatibû çêkirin, ya herî balkêş ew bû bo min. Xeynî wê; malzemeyên klasîk ên dikeve nav pîzzayan, hûn jî dizanin jixwe.

Lê gava em çûn Kafroyê, 2 menu hatin ber me, yek pizzayên her tim her demsal çêdibin, yek jî li gorî sebzeyên demsalê hatiye binavkirin û tê çêkirin.



Helbet dîrekt a li gorî sebzeyên demsalê hatiyê çêkirin bala min kiÅŸand. Me 2 pîzza xwestin, her du jî ji hev cûda bûn, me go em her duyan jî tahm bikin. PiÅŸtî ku me sîparîş da, ez çûm ber firneya ku hoste lê pîzza çêdike. 2 dolab tijî hevîr bû û tevî ku di kelekela danê nîvro de em çûbûn, gelek kes hatibûn pîzza bixwin. Li ser maseyên din, kesên ku ji Ewropa hatibûn hebûn. Li yekê jî 4 memûr rûniÅŸtibûn, ji bo navrojê hatibûn heya Kafroyê . Gundê Kafroyê, gundekî Suryanan e û ji navenda Midyadê 12 km dûr e, welle xelk ji zikê xwe hez  dike 😂 Em jî bi taybetî ji Qoserê rabibûn û hatibûn. Min ji hoste re go "Gelo îzna te heye ku te temaÅŸe bikim û çend fotoyan bigrim?" go "Tu û kêfa xwe", mala wî ava :)




pîzza çêbû û hat ber me. Min Pizza De Helanzane ( heheeyyyt tîpek di nav navê te bûma :) ) xwest. Di ya min de sebzeyên demsalê ( kundir, bacanên reş, isotê sor ) û goştê mirîşkan hebû û li ser jî yên soskirî hebûn, ew sebzeyan pir bala min kişand û min ew xwestibû .



Erê Pizza De Helanzane ;

Ji ber ku li zaningehê jî li ser nên me gelek ders dîtîbûn, gava min perçeyek rahêşt destê xwe û tekstûra wî nanî dît, min go "Helal be, çi xweÅŸ hatiye hêvankirin/mayakirin. Ev yek! Ne şîrîn bû lê têra xwe nerm û teniiiikk bû, fenanî pelê cixareyan. Ev dudu! Kêfa min ji nanê tenik re tê, tabî ev jî zewq e. Paşê  abê tu çawa fikirî ku wan sebzeyan bixî tevî hev? Lihevhatina wan min zehf eciband. Bi kundirê Toriyan re pîzza min xwar û sebzeyên sorkirî qet ne bi rûn bûn. Ew baharatên ku li goÅŸtê mirîşkan kiribûn jî pir xweÅŸ bû, min ji marîna wê zêde hez kir. Ev sisê. Kêmasiya wê 29 tl bi min gelekî zêde bû ji bo ew pızzaya.

Min li restoraneke pir baÅŸ,  ji destê hosteyekî jêhatî pîzzayeke xweÅŸ nexwariye. Encax Domino's û Pizza Pizza filan bêvan. Heger kûra dowîz werê bidome zor e lê min dil heye ku biçim Ewropa û bigerim. Ez dikarim werê bibêjim, heya ku ez biçim wan deran û pîzza bixwim, ev pizzaya herî baÅŸ bû ku min li van deran xwariye. Dest û milên te sax be hosteyê delal, yên ku çûne li Kafroyê pîzza xwarine, ez li benda fikrên we me jî :) bimînin di xweÅŸiyê de 🌸
07:17 10 yorum
Ev çend roj in her ku dikevim kuçeya mala me, bêhna kulîçeyan ( em dibêjin kullor ) tê pozê min. Ew baharatên ku dikeve nav kulîçeyan; cehik, reÅŸik, darçîn û hwd. yek bi yek tê ber pozê min. Ji vê bêhnê diyar e ku ‘eyd nêzîk e.

Li herêma me, bê kullor ‘eyd nabe. Heta ji ber ku rojek berê ‘eydê kullor tê lêxistin, roja erefê re em dibêjin ‘roja kulloran’. Xwarin ne hindik e dostno, heya navên rojan diguherîne. Ya ew çi eziyet bû gidî, heya nîvê ÅŸevê em li ber tepsî û firnên kullora bûn û roja ‘eydê ÅŸeveqê em radibûn. Di destpêkê de min go kullor tê ‘lêxistin’. Yanî berê ew kullor di tennûran de dihat pêjandin. Loma jî werê tê gotin. Niha firnên elektronîk ên malê rehetiyeke mezin e bo me lê heger hûn bipirsin gelo tehma wê bi qasî ya tennure dibe? na heyran! Lê rehetî zora marîfetê biriye.



Sirra kullorê di beharatên wê de ye. Beharatfiroşê mehla me, kek Bahoz e. Ji Rojava hatiye vir û ev 6 sal in vî karî dike. Min jê pirsî , “Gelo çi dikeve nav hevîrên kulloran?” Got “Em beharatan li cem xwe tevlihev dikin, yên tên dermanê kulloran, yên linavhevxistî distînin. Em 27 çeşîd beharat dixin nav hev; cehik(rezene), darçîn,vanilîn,reÅŸik û hwd. Bo 2 kg. arvan 100 gr. em tawsîye dikin lê yên bêtir dixwaze tevlî bike bi kêfa xwe ye 😊 wekî din şîr û rûn, hûr û ÅŸekir jî tevlî dibê; û hevirê wê ne ÅŸikeva ye, hewce ye hilatî be. Yanî em êvarê hevîr dikin, sibe zû lê dixin hevîrê hilatî(mayalanmış hamur) û ÅŸiklo ÅŸiklo dixin firnê.



Li Mêrdîna jorîn ev çend sal in kulîçeyên Suryaniyan (Suryani Çöreği) jî populer bûye. Ferqa kuliçeyên me û yên wan ev e; di nav ên Suryaniyan de xûrme û behîv hene û yên wan hebkî biçûk in.

yên Suryanîkî


Li cem me kullor gula civatên eydan e. Bêyî kullor nabe , her ku çay tê ber mêvanan îlleh sênika kulloran jî li ber e.

Zû de ye min nenivîsî bû , barek maç û hembêzek kullor ji xwendevanên min ên xweşik re.. her di xweşiyê de bimînin .
14:40 2 yorum

serîfıroş

Hatina rojiyê ji nixûmandina ber derê donerciyên Qezê bellî dibe. Nizam li tu bajarên din edetek werê heye lê meha Remezanê loqente û donerfiroşê vir perdeyek an çarşafeke sipî li ber derê dikanên xwe darde dikin da ku kesên bi rojî çav li xwarinan nekeve û dilê wan nebijê . Lê ji bo bêhna wan, hêj ti çare nedîtine esnafên vir :)

nixûmandî

Ez daketim sûka Qezê, îşê rehma Xwedê heya roja berî rojiyê ji xumexuma baranê bû lê roja ewil a rojiyê germeke pir hat û hêj jî ew germ dewam dike. Pir germ bû û ji ber tîbûnê, taqetê kesî tunebû bipeyviya.

kuçeya qesaban

Kêfa qesaban li cih bû, dibêjim feqîr an zengîn her kes di rojiyê de li gorî halê xwe goÅŸt dibin malê. Dolabên wan tije goÅŸtê berx û karan bû. Bi xavîtî dilê meriv diçû wan goÅŸtan . Lê ji kuçeya Qesaban a Qezê  hertim bêhneke nexweÅŸ tê. Qet dil nakim ji wir derbas bibim. Ev bêhn, a hûr û roviyên ne paqijkirî an jî belkî ya goÅŸtê kevn e, nizam. Ti car min ji qesabên wê sikakê, goÅŸt nestendiye. Nêzî wê sikaka cîhê navdil û seriyan heye. Min dît ku daxwaza ji bo seriyê heywanan pir e, Xwedê miÅŸteriyê wî hêj pirr bike. Min 6 kes jimartin ku serî stendin. MiÅŸteriyên zilamê ku navdil (em ji kezeb,dil û piÅŸik, her sê tev de re dibêjin "navdil") difrot jî zehf bûn. Diyar e bi hatina rojiyê re, goÅŸt biha bûye û ji ber ku erzan e, xelk bi pirranî serî û navdilan dikirre.




Wekî malbata min, xelkê vir debara xwe bi cotkariyê dike û ji ber vê jî her tim pereyên wan li bêrîka wan tine ye. Tenê wextê zadan pere dikeve destê wan û ji bo salê wî pereyî xerc dikin. Îja hin tiştan distînin. Wekî goşt, xwarina hişk bi deyn distînin. Deynê xwe jî salê 2 caran didin. Ew jî wextê genim û garisan e. Alwêra dikandar û cotkarên Qezê li ser zadan e.

toptancî


baqisme


 Em çûn toptanciyê ku em tim xwarina hiÅŸk jê dikirin. Li Mêrdînê, di rojiyê de delaliyên ser sifreyan tehîn û helawa Davud Selim in. Sehûr bêyî wan nabe. Me ji biçûkatiya xwe de wer ditîye. Û baqismeyê Mêrdînê, yanî nanê hiÅŸk :) Kalikê min 2 baqisme dixistin tasê û helaw pê re dixwar. Digot "tu van herduyan bixwî dikari 2 roj birçî bimînî." Haaa! îja kalikê min tim helawa bibenîşt distend. Ji ber vê ez jî tim a bi benîşt distînim. 3 kîloyê helawê bi 36 lîreyan bû, min go "pir e ji bo me, ma em 4 kes in." Go "tew êdî xelk helawa 25 kîloyî dipirsin, 3 kîlo çi ye abla" :) Perwane her dizivîrî û ev dikan di zaroktiya min de çawa bin niha jî werê ye . Ev dikan ÅŸahidî emrê keseke wek min bû û li gorî ku bavê min dibêje hêj kalikê min sax bû, ji wir alwêr dikir. Ecêb, ji ber emir ew text û deÅŸt pir zana xûya bûn ber çavê min.

helawa 25 kîloyî

Li ser firinan jî êdî wiha dinivîse: ' sahura kadar açigiz ' '4ten sonra tava ve lahmacun almiyoruz' . Xelkên vir jî taweyên qiymelî, bacanlî û lehmecûnan dişînin firinan. Ji ber ku gelek kes dişînin û pêjandina wan nagihê berî wextê fitarê piştî saet 3 û nîvan nema distînin firnecî, welle heqlî ne :) îja di rojiyê de ji bo her taweyekê 2 lîre heqê pêjandinê jî distînin. Wekî mezinên me jî dibêjin Serê naêşê paçikan lê girênedin heyran , Xwarina xwe li malê, li ser êgir çêkin :)

'Meha Remezanê piştî saet 4'an de tawe û lehmecûnan neynin'
'heya sehurê/paşîvê em vekirî ne'


Li Qezê rewşa me kêm zêde ev e, kesên rojiyê digrin Xwedê sebrê bide wan di van rojên dirêj de . Bimînin di xweşiyê de, slav û hirmet ..
01:17 10 yorum

Silav xwendevanên ezîz,



Wekî hûn zanin nivîsa min ya dawî de ji bo Cejna Zimanê Kurdî piÅŸk hebû. Di nav 13 kesan min piÅŸka xwe avêt. Diyariya ku bûhaya wê 60 TL, bû qismetê Morî. Ser xêrê be. Demek nêz de agahiyên xwe bi rêya e-mailê bişîni ser hesabê zeynoo_erdem@hotmail.com . 

Bila şans tim bi we re be 😊



23:31 No yorum
Ca min gava fam kir ku meraqa min li ser xwarinê û pêjandina wan heye, her tim digot: 'bila guhê te li ser ders û mekteba te be, xwarin çi ye keçika min' min xwend lê dîsa li ser xwarinan xwend :) welhasil îja digo ' gava meriv dizewice kîjan xwarinê bizanibe, ew xwarin timî dibe barê stûyê meriv. '  Li wan malbatên ku 5-6 bûkên wan hene, her karek aîdê bûkekê ye difikirî. Digot "tu xwe mede ber çêkirina kutilkan, gava tu zewicî bila nebe aydî te, min deng nedikir lê ma qey min bizaniba jî ma ka ew malên mezin ên berê.




ÃŽro em mêvanê metka min bûn , kutilk bû şîva me ya ÅŸevê . Metka min go ' min pere xistiye nav kutilkekê , qismetê kê fireh be Wê bibe qismetê wî/wê. Di zaroktiya min de ji bo ku ew kutilkên ku pere an hûngilîsk tê de ne, bibin para min û forsa xwe bavêm ji zarokên din re , min tim zêdeyî xwe dixwar. Lê carna tew nedigîha kutilka duduyan,  dibû para hinekan. Çavê min vedibûn min digo çi kesek bi ÅŸens û siûd. ÃŽÅŸev jî kutilka pere tê de bû para birayê min. Min go bise wêne bigrim go 'haho! min dikira diran li ser bikira.'



Dibêjin ji xezalê bezatir tune ye, le ji qismetê xwe pê ve nikare bixwe. Îja ji bo cejna zimanê Kurdî pişka(qûra) me heye. Cejna zimanê kurdî sed hezar car pîroz be :) Kesên ku li bin vê nivîsê gotinekê pêşiyan a li ser xwarinan binivîse wê ji Marketa Akresê hediye çekiya ku buhayê wê 60 tl ye qezenc bike :) wek pereyê di nav kutilkan de :) ê ku dibêjin Mêrdin li ku em li ku, heger bibe qismetê we ez ê li ser navê we bidim maleke mihtac.

Bimînin di xweşiyê de.

08:23 15 yorum
Nivîsa Kevin

Ez Kî Me?

About Me


Kî me ez? Ez kevaniya mala xwe , jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek im. Dixwazim çi bikim; tiştên ku zanim , dibînim, dilê min dibije heya destê min tê bi we re parve bikim. Li benda şîrove û rexneyên we û helbet li benda piştgiriya we me.

Min Bişopîne

bitikîne û her ser bloga GERO

bitikîne û her ser bloga GERO

Labels

alwêr ANTÎOKSİDAN bacan BAJARÎ BÊHNAWELÊT BENÎ BERRÎVANÎ BÊXEWÎ BEYANAXWARİNANÛZEWQÊNWAN BIRINC BIRINCAQERECDAX biyok CAHTER CEJN çarşî DAVUTSELİM DAWET dêrik DÊRİK dermanê dilan DİETFİBER dolme dolmeyênhişkirî ELOK ENTAB EYD FÊKÎ FISTIQ GER Û GEZMAX GOŞT GOŞTÊSOR GOŞTHEZ GÛZ hişkkirin HÛR Û ROVÎ İNAN EROĞLU îsot KAFRO KERENG kodik kortik KUÇEYA QESABAN KULÎÇE KULLOR KURD KUTILK MÊRDÎN MERGE MERGEYAELOKAN METROPOLÊNBİYANAN NAN NANÊSÊLÊ NANÊTENÛRÊ NANÊTISÎ nanoziko NANOZİKO NAVDIL ORKİDE ORKİDEPASTANESİ PARSÛ PARSÛYÊDAGİRTÎ PARSÛYÊHEŞANDÎ PAŞÎV PATÎLE PÊ PÊŞNIYAZ PIŞK pîvaz PİZZA QATMER qezê QISMET qiziltepe QÛRA REMEZAN ROJÎ SERÎ SIHHET SIM SIMAK sûk ŞAHÎ ŞAMBOREK ŞANBOREK ŞEKİR ŞEKİRÊBEHÎVA ŞEKİRÊBEYÎVA ŞÊNKAYÎ ŞÊRANÎ şêraniya biyokan ŞÊXMUHYEDÎNÊHÊNÎ ŞORBE TARÎFÊN PRATÎK TAŞTÊ TORAQ WESTAN XİLXALÎ xirxalî XWARIN XWARINAKURDÎ XWARINÊN KURDÎ XWARINÊNKURDAN XWARİNAKURDÎ XWARİNÊNKURDAN XWARİNÊNKURDÎ ZEYT ZEYTÛN zeytûnêndêrikê ZEYTÛNÊNDÊRİKÊ ZIVISTAN

recent posts

Blog Archive

  • ▼  2018 (22)
    • ▼  Aralık (1)
      • AVA BERRİYÊ, BIYOK Û DERMANÊ DILAN
    • ►  Kasım (1)
    • ►  AÄŸustos (2)
    • ►  Mayıs (4)
    • ►  Nisan (2)
    • ►  Mart (6)
    • ►  Åžubat (2)
    • ►  Ocak (4)
  • ►  2017 (6)
    • ►  Aralık (6)
LI SER @INSTAGRAM EZ

Nanoziko Xwarin û Vexwarin